Erdogan ALTAN
Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îradeya hevpar a gelan hat avakirin, ji destpêkê ve di hedefa hêzên mêtinger de bû. Çalakiyên ku dewleta Tirk di van demên dawî de bi destê MÎT’ê dimeşîne, radixe ber çavan ku ev êrîşkarî veguheriye planeke dorpêçkirinê ya çiqas sîstematîk û piralî. MÎT’a ku li Şamê bi îstixbarata Çînê re li ser şervanên Uygur bazarê dike, li Helebê jî siyaseta îlhaqê dimeşîne.
Agahiyên ku hatine bidestxistin îsbat dikin ku Heleb gav bi gav vediguhere “wîlayeteke Tirk”. Hemû sazî û dezgehên îdarî, ewlehî û şaredariyê bi kesên girêdayî MÎT’ê yan jî yên nêzîkî xeta Îxwan Muslimîn tên dagirtin. Balyozê Tirk, li otelên Helebê bi karsazên Sûriyeyî û saziyên wekî MÜSİAD’ê re civînan li dar dixe û dest datîne ser binesaziya aborî ya bajêr. Pîşesaziya herêmî bi îstîlaya kelûpelên Tirk têk diçe û dewlemendiya bajêr ber bi Tirkiyeyê ve diherike. Ya herî bi êş jî ev e ku Balyozê Tirk bi gotina “Em amade ne ji bo parastina Helebê bi komên Kurd re şer bikin”, bi awayekî eşkere taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku Kurd bi giranî lê dijîn, dike hedef. Ev, îlankirina niyeta guhertina demografiyê û derxistina Kurdan ji herêmê ye.
Lingê herî xeternak ê vê plana dorpêçkirinê, tifaqa dewleta Tirk a bi komên cîhadî yên radîkal ên wekî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) re ye. Armanca hevpar a MÎT û HTŞ’ê pir eşkere ye: “Têkbirina herêmên Rêveberiya Xweser.” Ji bo vê yekê serî li her cure rêbazên qirêj didin:
Siyaseta Fitneyê: Bi neçarkirina ciwanên Elewî ku çekan hilgirin û li dijî QSD’ê şer bikin, hewl didin şerekî mezhebî derxînin; bi derxistina pirsgirêkan di navbera gelên Xiristiyan û Ereb de li ser mijara perwerdeyê, hewl didin yekîtiya gelan têk bibin.
Provokasyona Dêrezorê: Bi hanîna eşîrên Ereb ên herêmê li dijî QSD’ê, zemîna serhildanekê li dijî Rojava amade dikin.
Hewldana Destxistina Rolê: Hewl didin dosyeya “têkoşîna li dijî terorê” ya ku rewaîtiya Rêveberiya Xweser di qada navneteweyî de misoger dike, ji destê QSD’ê bigirin. Ji bo vê, hin komên cîhadî yên biyanî tasfiye dikin û peyama “em li dijî terorê têdikoşin” didin dewletên Rojava. Ev pêngaveke ji bo lawazkirina zemîna siyasî û dîplomatîk a Rojava ye.
Hemû ev pêngav, parçeyên konsepta tunekirinê ya topyekûn a li dijî Rêveberiya Xweser in. Ji aliyekî ve bi rêya Helebê dorpêçeke aborî û siyasî, ji aliyê din ve bi destê komên cîhadî planek e têkbirinê ya ji hundir ve di dewrê de ye. Ji nû ve xurtbûna DAIŞ’ê di vê rewşa kaotîk de û hedefgirtina herêmên Rêveberiya Xweser ne tesaduf e.
Li hemberî vê tabloya tarî, peywira ku dikeve ser milê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku ji her demê zêdetir xwedî li yekîtiya xwe derkevin. Li hemberî van êrîşên hundirîn û derve yên ku projeya Rêveberiya Xweser a bi îradeya hevpar a hemû gelan – Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen – hedef digirin, berxwedana bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî û pûçkirina komployan, yekane misogeriya hebûn û paşeroja me ye.






