Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çend çeteyên hawirdor kîngê bûn nûnerê eşîrên sûriyê?

09/11/2025
in ROJEV
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan

Weke tê zanîn têgîna eşîr tê wateya komeke mezin an malbatên bi xwînnijadî an jî peywendiyên civakî bi hev re girêdayi bin. Bi gelemperî pêşengê wan an hene jê re şêx, mîr an jî beg tê gotin. Di Civaka Xwezayî heya niha jî bi taybet Rojhilata Navîn di her pêkhateyekê de bingeha eşirî an jî êlî tê dîtîn. Di demên dawî de jî ew têgeha eşîrî pir derdikeve pêşiya me. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî gelek eşîrên ku herêmên dijîn yên pêkhateyên cûda têkoşîn kirin û berdêla xaka pîroz şehîd bûn. Ji ber wê yekê eşîr di aliyekê de bi welatparêziya xwe, lê di aliyekî din de jî ji bona xurtkirina nijadperestiyê ketine rojeva raya giştî de. Bi taybet jî di demê desthiladariya rêjîma Baasê bi xurtkirina nijadperestiya eşîrên Ereb ên Şîa û di heman demê de, cûdaxwaziya di navbera Kurd û Tirkan de weke Kembera Erebî heya roja me ya îro hat. Piştre jî bi pêvajoya têkçûyina rêjima Baas û hatina hikumeta veguhêz ya Şamê jinûvederxistina hin alozîyên sosret di nava Kurd û êlên pêkhateyên Ereb de, gumanên balkêş dixin bîra mirovan. Dibêjin QSD û Rêveberiya Xweser nûnertiya gel û pêkhateyên cûda nakin û tenê rêxistineke Kurd ên netewperest in.

Gelo wisa be ger dê QSD û Rêveberiya Xweser ewqas deskeftî bi dest bixistibana? Di heman mijarê de ez dixwazim hîn tiştên din girîng di binê wê xîz bikim. Di nav QSD’ê de ew qas şervanên pêkhateyên din yên cûda bi taybetî gelê Ereb şehîd bûn û di roja me ya îro jî têkoşîna xwe bi erkên cûda berdewam dikin. Di derbarê eşîrên Bakur û Rojhlatê yên Sûriyê gelek çîrokên şervanên qehreman yên pêkhateyên Ereb ji bona doza Sûriyekê Hevgirtî û Demokratîk te şer bikin hen e, lê çi peyv û nivîs nikare qehremantiyên wan  bide pênase kirin. Lê demên dawî de, taybet ji bona ne aramî li Sûriyê pêş bikev e, li ser ragihandinên şerê taybet yên alîgir yên Tirk û giredayi hikumeta veguhêz propagandayê dijber tên pêşxist in. Qaşo dibêjin Eşîr û êlên Ereb dê li dijî QSD û Rêveberiya Xweser rabin xwepêşandanan. Li wir wê rastiyê hemû mirovahî dizane û yên nezanin ku em bînin bîra wan “Çend çeteyên hawirdor kengê bûn eşîrên Ereb?” Kengê bermahiyên El Nusra, El Qaîde û DAIŞ nûnertiya hemû Eşîrên Sûriyê dikin? Ew kengê hat bihîstîn kîjan Eşîrên Ereb ev weke daxuyanêkî fermî dan xuyakirin? Ev lîstokin û dewleta Tirk û hikumeta veguhêz ji bona kiryar û qirkirinên Sûriyê rewa bik e, wan derewan bi pêşdix in. Lê pêş çavên hemû cîhanê Erebên Elewî hatin qirkirin, zêde ne dûr Siwêda çi hat kirin herkesek bi xeber e. Ma Laziqiyê, Deraa û Himsê ne Ereb in? ew qas qetlîam û qirkirin tê de hat meşandin. Hikumeta veguhêz nûnertiya kê û çi dike? Elewî wan qebûl nakin? Durzî qebul nakin Kurd, Siryan û hwd. Herwiha Erebên Sûnni jî wan napejirînin û ji hikumeta Colanî bêzar bûne. Naxwe eşîrên kê û kuderê li hemberî QSD û Rêveberiya Xweser radibin?  Na gelek caran eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabûn daxuyanîya piştgriya QSD û Rêveberiya Xweser dan û gelek malbatan zarokê xwe bi dil tevlî QSD’ê kirin. Yên ku Rêveberiya Xweser de asta jorîn de kar dikin pîranî ji pêkhateya Ereb pêk tên. Ê ev gotin û derewên hikumeta vegûhêz û Tirkan ên bêbingeh ji kuderê tên? Û kurt û kurmancî ew çete ne, hez dikin di navbera gelên Sûriyê de cûdahiyan ava bikin. Eşîrên welatparêz û berxweder dizanin ka dê kêleka kê bisekinin û hemberî kê rabin serhildanan. Ji ber wê yekê dîrok xwendin û bibîranin pir girîng e, ji ber çete û eşîr gelek hurgîlî hene ku di navbera wan de ji bona gelê Sûriyê wan nasbikin. Rêberê Gelan Rêber Apo di demekê beriya niha ji ber welatparêziya pêkhateyên Ereb ji bo eşîr û êlên Ereban peyamekê niviskî ya girîng şand. Ew peyam bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Li ser wê bingeha paradîgmaya Netewên Demokratîk bi hev re pir ked hat dayîn û tekoşîn hat kirin. Em di dawîyê de dibêjin di bingeha Sûriyeke demokratîk û nenavendî hemû gel û pêkhateyên Sûriyê dê bi hev re bê dayîn, ne çeteyên hawîrdor.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.