Mihemed Seydi
Ji Tirkan dipirsin; hûnê heta kengî şerê Kurdan li Sûriyê bikin, bersiva wan ew e ku heta wan qir bikin û tune bibin. Lê vedigerînin û dipirsin; lê ger we nikarîbû wan bi dawî bikin û li Sûriyê Statu bi dest xistin? Yê Tirk dibêjin; wê demê em ê bi wan re bibin hevalbend. Ev rastiya siyaseta dewleta Tirk e ku bi salaye hemû derfetên xwe xistiye şerê li dijî Kurdan û statuya wan. Li başûrê Kurdistanê jî heta jê hat şerê Statuya Kurdan kir lê dema çêbû, wê carê wekî ku doste xwe nîşan dide û her dem bi dem an ew li Hewlêrê ne an jî rayedarên Hewlêrê li Enqerê ne. Niha heger ev peywendî ne li dijî aliyekî din ê Kurd bin, tu mafê aliyekî tune ku li hember derkevin lê ger wê zirarê bighîne tiliya yek Kurdekî din, divê normal neyê dîtin.
Heman rewş ji bo Rojavayê Kurdistanê jî ku heta niha jî dewleta Tirk bi hemû awayî di nava hewlên ji navbirina destkeftiyên Kurdan de ye. Lê piştî ku li gel Rêber Ocalan dest bi danûstandinan kir, hinekî gef li gorî demên berê, niha kêmtir bûne.
Li aliyê din, li Tirkiyê jî ji ber gavên ku Rêber Ocalan avêtine û herî dawî vekişîna hêzên Gerîla ji nava sînorên heyî yên Turkiyê, dewlet mejbûrî avêtina gavên berbiçav kiriye. Ev gavên wê dewlet jî bavêje, di nav de hevserokên berê yên HDP Selhedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hêjmarek ji girtiyên siyasî be. Dîsa rakirina cezayên li ser çalakvan û siyasetmedarên Kurd ên li derve da ku karibin vegerin Welat. Lê gelo ew ê çi garantiya van gavên dewleta Tirk hebe ger di warê Yasayî û destûrî de guhertin çênebin? Ji ber yên îro li derve bi biryareke serokkomar dikarin werin girtin û yên ku niha girtî ne, cezayê bi salan li wan were birîn.
Herwiha bi pêvajoya di navber Îmralî û dewleta Tirk de, pençên tojkirî yên li ser Rojava jî tên rakirin. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk di siyaseta xwe de têk çûye û lewma serî li rêbazên cuda dide. Dewleta Tirk wiha difikire ku ew ê bibe şirîkê destkeftiyên Kurdan ku bi saya fedekariya bi hezaran keç û xortên Kurd hatine bi dest xistin, ne ku wekî dibêje ew û Kurd bibin şirîkê di welat de. Ew siyaseta ku dibêje yê te yê min û te ye û yê min yê min e dixwaze bimeşîne. Wekî ku niha li başûrê Kurdistanê pêk tîne ku ew dever ji xwe re kiriye bazara firotina berhemên xwe lê dema Kurdek ji Başûr here li bajarên Tirkiyê bibe geştiyar jî, ew ê rastî lêdan û kuştinê were. Karsazê ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman jî mînake ku sala 2024’an li bajarê Stenbolê ji ber ku bi Kurdî diaxîvî, 12 kesan êrişî wî kir û bi kêran ew kuştin. Lê dîsa jî Kurd bi niyeta aştiyê gavan davêjin, destpêşxeriyê dikin û birînên xwe vedişêrin da aramî were ser vê erdîngariya bixêr û bêr ku ji ber şer û kuştinê westiyaye.
Da hinekî ev milet nefesekê bikşîne û ji jiyanê re destê xwe hilmale, Rêber Ocalan kar dike û di mesajên di hevdîtina dawî bi malbatê re parvekiribû, qale vê mijarê kiribû. Omer Ocalan, biraziyê wî ew gotin parvekirin ku divê girîngî ji bo jiyan û civakê were dayîn û qîmet ji bo mirovan were dayîn.
Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku dewleta Tirk her çiqasî hewl dide xwe bike şirîkê destkeftiyên Kurdan û lewma qale biratiyê dike, Ocalan dixwaze nefesekê bide Civaka Kurd da piştî ewqas salên şer, li jiyanê vegere.






