Remezan Olçen
Heftiya bihurî nivîsa me li ser giringiya manîfestoyeke nû ya çand û hunerê bû. Ez dixwazim vê care jî li ser vê meselê binivîsim. Lê ji hêleke din ve. Çima pêdivî bi manîfestoyeke nê heye? Îro roj herkes mutabiq e ku tehma demên berê nemaye. Ev ne ji ber nostaljiyê wisa ye. Erê ew jî heye lê mesele jê kûrtir e. Em di demekî nû de ne. Serdema dijîtal. Têkilî naylon û dîjîtal bûne. Ziman guherî ye û dem li gorî dewrên berê zûtir diherike, Bala me jî wisa ye. Hiş û mêjî, hest û dil êdî weke berê nikakarin dema tê de ne îdraq bikin.
Kambaxiya serdema dîtal jî ev e û qurbanî jî dema bêdengiya ji me tê dizîn e. Dîjîtalîzm bir bi hostatî û bêdeng weke marekî hat li nîveka jiyana me konê xwe vegirt; vegotin û vegêranê ji me dizî. Çîrok û hîkayet, êdî ne ew çîrok û hîkayetin ku bîranîn, kombûn, an wate tê de vedihewin û krîstalîze dibin. Naxûr û mixabin êdî çîrok bermahiyek e ku di herikîna daneyên dîjîtal a bênavber de dihele, ji çavkaniya xwe veqetandî ye. Vegotin û vegêran, odeyek dengvedanê bû, ku têkiliya hundurîn a mirov bi cîhanê re çêdikir Me bi rêya vegêrana bi hostatî bi jiyanî re têdikî datanî. Lê îro ev têkilî bûye têkiliyeke dîjîtal.
Dîjîtalîzm zimanê xwe jî çêkiriye. Peyvên me ji me didize, zimanê xwe dixe devê me, şêweyekî nû ya jiyanê (!) li me ferz dike. Di vî serdemê de mirov êdî jiyanê venagêrin, jiyanê dimezêxin, dixwin, diqedînin. Hezkirin êdî ne hest e ew di serî tilîka de tikandina ecibandin yan jî necibandin e. Gotin ji tedawulê radibe li şûna wê mirov vedigerin serdema axaftina bi îşaretan. Lê ev îşaret jî guherîne. Mirob li nav çavê hev nanêrin li ekraran dinêrin û îşaretan ji hev re dikin. Ev îşaret hukmê li ser derûniya mirovî dike.
Mirov îro neaxive, venagêre, dixwe. Erê jiyanê dixwe. Tiştê ku ew dixwe êdî ne wate ye, lê tenê teşwîq e. Rêzeya teşwîqên ku bi berdewamî têne nûkirin, xwezaya vegotinê ne mumkin dike. Ji ber ku vegotin baldariyê, li bendêbûnê û hêdîbûna bîranînê dixwaze. Lêbelê, dîjîtalîzm hebûnek lezê dixweze, ew çav û dîtinî teşwîqî lezê dike. Wisa lez dibînî ku di mêjî û dil de berî reaksiyonekê dîmeneke nû tê. Sebra di kêraniya demê de vî demî nemaye. Mirov heta her tiştî bi lez dixwazin. Dixwaze bibîne û derbas bibe. Îcar di vî demî de ji ber wê giringî bi manîfestoyeke nû ya çand û hunerê heye ku hem vegêranê li jiyana me vegerînin hem jî bi hêza gotina xwe îdraqa me ya li jiyanê kêr û bi mane bikin.






