Hafiz Ahmet Turhalli
Li jiyanê her gav tişt diqewimin. Ji ber jiyan bi xwe re pirsgirêkan diafirîne. Weke, ajal dar û gîya jî di jiyanê dene û ew jî ji bo karibin bijîn li çareseriyan digerin. Ji bo berdewamiya jiyanê divê tekoşînê bidin û jiyanê heq bikin. Di sîstema gerdunê de herikandinek heye û ev herikandin li ser lihevkirinê dimeşe.
Bi gotinekî din henek tişt bi hev re hevdu temam dikin û henekî jî dijberiya hevdu dikin.
Gelekî cîhên Qur’ana pîroz de ev afirandin weha tê vegotin:
„Û me her tişt cot afirand. Hêvî heye ku hûn şîretan bigrin û bi hizirin.“ (Zariyat 49)
Weke Mînak: Nêr û Mê, Şev û Roj, Sipî
û Reş, Baş û Xirab. Hêlekî din jiyan û Mirin, Av û Agir.
Weke Nêr û mê hevdu temam dikin lê mirin jiyanê bi dawî dike.
Jiyana mirovahî li gor baweriyan pîroz e, lê ji bo beşer bibe mirov divê xwe biguherîne û bigîhîje asta mirovahiyê. Ger weke hebûn mirov hebejî û xwe negîhîjîne asta mirovahiyê, divê weke beşer were binavkirin.
Lewre mirovbûn astekî ye!
Ola Îslamê ji bo çareserî pêşkeve, pêşniyaran dike û bang li mirovan dike, da ku li ser çareseriyan bi hizirin.
Mixabin di cîhana Îslamî de çareseriya pirsgirêkan naye giftûgokirin û li ser tunnekirinan kar tê meşandin. Ev nêzikbûn pirsgirêkan kurtir dike.
Pirsgirêkên desthelatdariyê bi têkçûnan dawî dibin. Flistînî ev çend deh salin dibêjin em ê Îsraîlê tunne bikin û em ê tu caran Îsraîlîyan qebûl nekin. Aliyekî ji cuhiyan jî heye dibêjin, em Fîlîstîniyan tunne bikin.
Pirsgirêka me bi dewlet û milletên herêmê re jî ser heman şêwazî dimeşe. Ne Tirk, ne Îran, Ne Esedê berê û Şara, ne jî Iraqa ku hêza wê nîne, ser tunnekirina millet bîr û baweriyên dihizirin û kar dikin.
Ma gelo weke mirovan çareserî ne mumkin e?
Ger mirov berê xwe bide polîtikayên şaş ên dewletên herêmê, mirov yekser tevlîhevîyan dibîne, ne çareseriyan. Polîtikayên tevlîhevîyê bûne exlaq!
Birêvebirên Rojhelata Navîn nizanin pirsgirêkên xwe bi şêwazekî aştiyane an bi hevdîtinan çareser bikin. Tundî-tujî û tunne kirin buye weke Amentuya wanan û xwe tekrar dikin.
Ger mirov bi baldarî li tekoşîna gelê Kurd mêze bike, mirov yekser di nêzîkbûna wan de cudabûnekî dibîne. Bi taybet serokê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan weke Rêber xwedan rêbazên cuda ye. Ev zîdetirî 33 salan e li çareseriyêk aştiyane digere. Lê sîstemên dagirker ên welatê me, weke rêya yekan e îmha û înkarê de israr dikin. Ev sed sal zêdetire, pirsgirêka me xwe nû dike û tekarar dike.
Divê pirsgirêk bi danûsandinan werin çareserkirin, ne bi kuştin û malwêraniyan hertim xwe tekarar bikin.
Ji 27 Sibatê vir de, eniya Kurd ji bo ev pirsgirêk were çareser kirin gavên dîrokî pêşdixe. Lê mixabin bi taybet dewleta Tirk û desthelata AKP ê dixwaze tevlîheviyê berdewam bin.
Heman tiştê liser Ahmet Al Şara jî ferz dikin û evjî bi xwe re çareseriyê çênake.
Divê Kurd ji bo çareseriyan serê xwe zêdetir bi êşînin û tevlîhevîyan kêm bikin.
Balkêşe kesên di eniya Kurdan de xwe didin nîşandan jî daxwaza tevlîheviyê dikin. Divê were pirskirin: hûn ji bo kîjan çareseriyê xwedan gotin û kar û barin?
Ji bo mirov li nirxên mirovahî vegere, divê herdem ji bo çareseriyan serê xwe bi êşîne.
Tevlîhevî ne taybetmendiyekî miroviye, lêger û dîtina çareseriyan erk û taybetmendiyên mirovî ne.
Divê em derveyî şer jî rêbazan ava bikin, kesên şer weke rêbaz bikar anîn, neha jî Aşitî weke rêbaza sereke pêş dixin. Yên dîtir tenê aliyê tevlîhevîyê ne.






