Ayşa Silêman/ Dêrik
Koçberê ji bajarê Efrînê diyar kir ku hêviya vegera Efrînê di dilê wan de her zindî ye û ew ê hertim ji bo vê hêviyê heta ku koçberî bi dawî bibe li ber xwe bidin.
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de Efrîn dagir kir û dest danî ser mal û milkên welatiyan, lewma welatî neçar man koçber bibin û berê xwe bidin Şehba û 7 salan di kamban de li ber xwe dan da ku vegerin cih û warên xwe. Lê di sala 2024’an de çeteyan êrişî Şehba kirin û şêniyên Efrînê careke din koçber bûn û berê xwe dan herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser.
Di derbarê Rewşa koçberiyê de û zehmetiyên ku tên dîtin koçberên ji bajarê Efrînê Mistefa Hisên û Ebdurehman Hisên ji Rojnameya me re axivîn.

‘Jiyana di dibistanan de nayê tehemulkirin’
Koçberê ji bajarê Efrînê Mistefa Hisên anî ziman ku ev nêzî salekê ye ew hatine bajarê Dêrikê û di dibistanan de bicih dibin û wiha got: “Dema Efrîn hat dagirkirin em neçar man koçber bibin û berê xwe bidin Şehba, me 7 salan li Şehba li ber xwe da. Her roj me xeyal dikir ku em ê nêzîktirîn dem de vegerin warên xwe. Lê mixabin çeteyan bi ser Şehba de jî girtin em neçar man ji wir jî bar bikin, heya roja îro reva me ji nav destên çeteyan wek xewnekê li ber çavên me ye, di reva me de ji ber serma zêde zarokan jiyana xwe ji dest dan û gelek kesan bi destê xwe jiyana xwe bidawî kirin, da ku nekevin di nav destê çeteyan de. Dema me ji Şehba bar kir em hatin Tebqa û ji Tebqa me berê xwe da bajarê Dêrikê. Raste him Rêveberiya Xweser him jî welatiyan destek dan me û pêdiviyên me pêk anîn, lê jiyana di dibistanan de ne çareseriyê, li tu welatî nehatiye dîtin ku malbat di dibistanan de bijîn, di havînan de ji ber germa zêde zarokên me bi nexweşiyan diketin, niha jî em ber bi zivistanê ve diçin rewş xirabtir dibe, heya niha pêdiviyên zivistanê ji me re nehatine. Tevî hemû astengiyên ku em têre derbas bûyîn jî me xwe li ser piyan girtiye, lê zarokên me wê rewşa wan çi be kes nizane.”
‘Dagirkeriyê zarokatiya zarokan ji wan dizî’

Koçberê ji bajarê Efrînê Ebdurehman Hisên jî wiha got: “Ji ber êrişên çeteyan li ser Şehba em neçar man piştî 7 salan ji koçberiyê careke din koçber bibin. Zarokên temen piçûk bi me re gelek in her cara ku koçberî çêdibe wekî ew zarok tên cezakirin. Sberoja wan winda bûye, vê koçberiyê zarokatiya wan ji wan dizî. Gelek pêdiviyên zarokan hene em nikarin pêk bînin ew ji hemû xwestekên xwe tên mehrûmkirin. Ev nêzî salekê ye ku em di didibstanekê de dijîn û rojane zarokên me bi nexweşiyan dikevin, niha jî em ber bi zivistanê ve diçin û dibistan gelekî sar in. Hêvîdarim nêzîktirîn dem em herin bajarê xwe û li ser axa xwe.”






