Birûc Resûl/Mexmûr
Endama Kordinasyona Meclîsa Îştar Qîmet Neraxî diyar kir ku û ew wek gelê Mexmûrê ji 20`ê Tîrmeha 2023`an de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe didomînin û wiha gor, “Heta Rêber Apo azad nebe, wê çalakiyên me bidomin, Em ji aliyê rih û mejî ve girêdayî Rêber Apo ne.”
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20 Tîrmeha 2023’an de çalakiya Nobetê dabûn destpêkirin. Ev çalakî bi biryardariyek xurt, bi awayê dorveger ango her pênc rojan carekê bi komek nû re didome. Di vê çarçoveyê de Endama Kordinasyona Meclîsa Îştar ya Wargeha Mexmûrê Qîmet Neraxî ji Rojnameya me re axivî.

‘Nobetên gireva birçîbûnê yên dem kurt û dem dirêj hatine destpêkirin’
Qîmet Neraxî da diyar kirk u ev nêzî 27 sal in ku dewletên navnetewî komplo li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn û radestî dagirkeriya tirkiyê kirin û dîl hat girtin wiha doman: “Wek tê zanîn ku komploye 1999`an li ser Rêber Apo hat pêkanîn, bi destê hemî dewletên hegmon û navnetewî bû, her wiha ev dewlet jî Rêber Apo radestî dewleta Tirk a dagirker kir. Ev nêzî 27 sal in ku Rêber Apo di nava tecrîdeke giran re derbas dibe. Ji roja dîlgirtina Rêber Apo ve û heya roja îro, gelên kurd, dostên kurdan bi çalakiyên cur bi cur ve destpêkirin, bêguman mirov dema ji xwe re bi awayekî berferh li cîhanê binêre, wê bibîne ku ne tenê gelê Kurd Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dixwazin, her kes niha li ser piyane û daxwaze azadiya Rêber Apo ya fîzîkî dikin. Ev sekina gelan dide xuyakirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo tevahî pirsgirêkan çareseriye. Her wiha Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya Rêber Apo ya mesoger bikin, di 20`ê Tîrmeha 2023`an de dest bi çalakiyên cur bi cur kirin,. Mîna daxuyaniyan, meşan û kombûnên cuda tên li darxistin, di heman demê de nobetên gireva birçîbûnê yên dem kurt û dem dirêj hatine destpêkirin.”
‘Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest wekî ronahiyekê ye’
Qîmet di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Çalakiyên Nobetê yê Wargeha Mexmûrê ji aliyê gel ve bi awayekî aktîv tevlî dibin, çalakiyên me hem wekî giştî wargeh tên pêk anîn hem jî wekî xweser tên li darxistin, bi giştî nêzîkatiyeke erênî heya. Gelê me heya astekî bilind bi rêber Apo ve hatiye girêdan, em bawerin ku tu kes nikare me ji Rêber Apo qut bike, ji ber roj bi roj em xwe bi fikir û felsefeya wî kur û perwerde dikin, Em wek gelê Kurd êdî tu tehmûla me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo nema ye. Em ji aliyê rih û mejî ve girêdayî Rêber Apo ne. pêwîst e azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û mafê hêviyê jêre were dayin. Bêguman çalakiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ye. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê her Kurdek li ku derê dibe bila bibe, pewîst e her tim di nava tevgerê de bin û tişta ji destê wan bê pêk bînin. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo tevahî gelên bindest wekî ronahiyekê ye. Li ser vî bingehî divê gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê yên demokrat destê xwe bidin hev ku em bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”
‘Heta Rêber Apo azad nebe, wê çalakiyên me bidomin’
Endama Kordinasyona Meclîsa Îştarya Wargeha Memûrê Qîmet Neraxî di dawiya axaftina xwe de tekez kirk y heta azadiya Rêber Apo nebe ew ê Çalakiyên xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Dayik û ciwanên me bi dengê xwe çalakiyê dewlementir kirin. Jin bi tevlîbûn û nîqaşên xwe reng didin çalakiyê. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bi tevahê gelan xwedî cihek girîng e. Bi saya Rêber Apo gelê Kurd maf, nasname û xwe naskirin. Divê hemû sazî û dezgehên navneteweyî, ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan, zextê li ser dewleta Tirk bikin. Dibêjin em welatên demokrastî, wekhevî û edaletê ne û wiha ye her tiştî ji xwe didin destpêkirin, lewma divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derbikevin. Me di 20`ê Tîrmeha 2023`an de ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe didomînin. Ji ber vê yekê Heta ku Rêber Apo azad nebe, wê çalakiyên me bidomin û ser ne tewînin.”






