Idrîs Henan
Piştî ku rejîma Baas hilweşiya û itîfaqa 10 Adarê hate îmzekirin, şer li Sûriyê hate rawestandin û rê li ber komkujiyên hê mezintir li Beravê hate girtin. Lê rejîma HTŞ carek din ew peyman bipê kir û meha Tîrmehê li Siwêdayê li dijî Durziyan qirkirin pêk anî. Di encamê de hevsengiya hêzê û destwerdanê li Sûriyê guherî, tesîrek neyînê li şiklê itîfaqan kir, metirsiyên heyî zêdetir û bilinditir bûn ku rejîmeke tundrew e hewl dide li gorî fikrên Baas ên navendiyeke hişk, her tiştî daqurtîne û yekdestariyên hê xirabtir ên xwe dispêrên zihniyeta kevneperest û paşverû, ava bike.
Li gorî piratîka li ser erdê ku rola dagikeriya Tirk a beloq bi awayekî pir dirû radixe ber destan, diyar dibe ku berfirehkirina mêtingeriya Tirk ji axa Sûriyê re, êdî asta metirsiyên ewlehî, wek ku idîa dike, derbas kiriye û veguheriye projeyeke siyasî, aborî û demografî yê pir xirab. Hebûna bi vî rengî ku bi qebedaytî tê ferzkirin, hêz daye ototrîteya defakto ya li Şamê ku bêrewatiya xwe jî weke meşrû xuya bike. Lew re, potansyela wê ya milîsîtiya komkujiyan dike û li pey rêbazên rêbendan e, zêde dike û bi dagirkeriyên cuda yên li ser axa Sûriyê re dikeve hemahengiyê ku nirxên gelan dadixe peyasê.
Li gorî azweriyên Tirkiyê yên bê Sûriyeyiyan avakirina (Sûriyaya nû) ku di bin serweriya wê de be, li gorî berjewendiya wê jî saziyên dewletê û desthilatdarokên xwecihî ava dike. Ji bona vê jî em dibînin ku nasnameya hemwelatiya Sûriyê didin terorîstên biyanî yên ku di bin navê (Cîhadê) de rûmeta gelên Sûriyê hetikandine û li ser ked û xwîna wan jî rewa dikin. Rejîma HTŞ bi van nêzîkatiyên xwe hewl dide dagirkeriyên heyî bi maske bike û axa Sûriyê jî, di bazarên hêzê de, bixe metodekî tekûzkirina serdestiya Enqerê û guherîna nasnameya demografîk û çandî ya herêm û bajarên Sûriyê.
Nêzîkatiyên desthilata HTŞ di korala konsertên dagirkeriya Tirk de, enstroment û awazên bêdeng in. Ango; li kuderê Tirkiyê êriş kiriye wê serî tepisandiye, qebûl kiriye û ji bo rewatiya wê jî xebitiye! Yanê halekî otopişaftinê ye ku bi projeyên stratejîk yên neo-osmanî re bûye hevdeng û rimek li ser milê wê ye. Bandora van nêzîkatiyan şiklên dagirkeriya Tirk ên siyasî, aborî û demografî li Sûriyê kûrtir kiriye û hema bêje ewqas ji rêze kiriye ku beşek gelên Sûriyê tûşî razana bin siya dara bêhelwestiyê kiriye. Lewe re jî em dibînin hemû çînên civakî, çi karker û cotkar bin, çi jî akademisyen û zanyar bin, xistine yek sewiya fikrandinê ku asta xîtaba nefret, kîn, tund û tûjiyê bilindtir kiriye û mirovên bê wîjdan afirandiye.
Îroj tekane projeya gelan a ku dikare rê li ber vê filitîna exlaqî bigire ew e, projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatî Sûriyê ye. Heyama heyî maskên rizyayî weşandine û êdî gelên Sûriyê yên heyranê azadî û demokrasiyê ne, berê wan li Rêveberiya Xweser û QSD ne ku tekane xilasteka wan a rasteqîn e. Asta dispilîn, rêxistinbûn, pabendî, dilsozî, wêrekî û vîna guherîn û entegrasyona demokratîk a ku QSD raber kiriye, baweriya gelên Sûriyê bi armancên wê jî mezintir kiriye. Bi vê hîncetê jî, desthilata HTŞ, bi talîmatên Tirk, bi xiror û xwenên xwe yên mayîndekirina desthilatdariyê re ji xwe bawer kiriye ku bi xirakirina itîfaqa bi QSD re wê hêza gelan a demokratîk derb bike û dê tevayî îradeya gelan di coka xwe de biherikîne! Êdî ev jî mijareke ku meydanê îsbat kiriye ye. Yanê çendîn wê hişmendiyê sûd li Esad kiribe, wê li HTŞ jî bike. Bi gotinek din, eger HTŞ di dijatiya gelan de, weke rejîma Esad, bi israr be, wê aqûbeta wê jî ya Esad bi xwe be.






