Viyan Egîd/Qamişlo
Jinên Ciwan yên PYD`ê diyar kirin ku baweriya wan bi pêvajoya aştiyê heye û bi beşdariya ciwan û tevahiya civakê wê aştî û jiyana hevgirtî pêk were û gotin, ‘Divê ciwan bi çalakiyên cuda beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin, ji ber ku çarenûsa Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne şer e, Rêber Apo rê li ber azadiya gelan vedike.”
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi daxuyaniyek çapemeniyê de li Binarê Qendîlê gava dîrokî ya ku ji bo rê li ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk avêtiye ragihand. Di daxuyaniyê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, Endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dersîm û Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Garzanê Devrîm Palu ku ji Bakurê Kurdistanê hatîn Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di nav de 25 gerîlayên azadiyê amade bûn. Ev gavên dîrokî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, da ku şer, alozî û pirsgirêkên di rojhilata Navîn de çareser bibe. Lê heya niha ev gavên çareseriyê tenê ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tên avêtin. Dewleta Tirk heya roja îro tu gavên erênî ji bo pêkanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne avêtiye.
Di vê çarçoveyî de endamên Jinên Ciwan yên PYD`ê Dilîvan Reşîd û Sîlva Haco ji Rojnameya me re axivîn.

‘Ev gav ji bo giştî gelên aştîxwaz guhertineke dîrokî ye, ne teslîmiyete’
Dilîvan Reşîd da zanîn ku gava dîrokî ya 26`ê Cotmehî ji bo pêkanîna aştyê ye û wiha nerxand: “Gava dîrokî ya ku di 26`ê Cotmehê de ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat avêtin, ev gav bi daxuyaneyeke fermî hat eşkere kirin ku hin gelîlayên aliyên sînorên Tirkiyê dimînin, vekeşiyan. Bêguman ev negava yekema ku Tevgera Azadiyê ji bo pêkanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, diavêje, wek tê zanîn ku di 11’ê Tîrmehê de 30 gerîlayên PKK’ê bi merasîmekê çekên xwe şewitandinê de, bi awayekî fermi hat ragihandin, li gor ev gavên dîrokî ku Tevgera Azadiyê diavêje, dewleta Tirk heya niha tu gavên erênî ji bo pêkanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne avêtiye. Niha hincetên dagirkeriya Tirk nema ye, ji ber vê yek gavên ku vê care were avêtin, wê ji aliyê wî be. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo jiyaneke saxlem û aram gav evêtin, lê bila dewleta Tirk ne fikira ku hêz û îradeya me têk çû, tenê ji bo gel jiyaneke bi aştî û aram bijîn, Tevgera Azadiyê çekên xwe şewitandin. Dema ku Tevgera Azadiyê çekên xwe şewitandin, pêwîst bû ku dewleta Tirk fam bike, ji ber ku me çekên xwe radestî wî nekir û bi rengekî pîroz bi destê me hatin şewtandin. Ev yek dide diyar kirin ku ne gelê kurd û ne jî çekên xwe radestî dewletên hegemon dikin. Ev gavên ku hatin avêtin ji bo me û giştî gelê aştîxwaz guhertineke dîrokî ye, ne teslîmiyete.”
‘Baweriya me heya dawiyê bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê heye’
Endama jinên Ciwan Dilîvan Reşîd di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Pêwîst e êdî dewleta Tirk gavên erênî ji bo pêvajioya Aştî û Civaka Demkratîk bavêje, beriya her tiştî pêwîst e Azadiya Rêber apo ya fîzîkî pêk were, di heman demê de hemû heval, dost û ciwanên me ji girtîgehan derbixe. Êdî ev nema tê qebûlkirin. Mafên wan kesan jî heya ku jiyan bikin. her wiha em jî wekî ciwan baweriya me bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê heya ku wê jiyaneke aram ji bo tevahî Rojhilata Navîn mesoger bikin. bêguman çalakiyên me jî wê dewam bin heya em Azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ji ber ku hevalê ciwanan yê herî nêz Rêber Apo ye, ev hevaltiya wî jî, ji bo me hêzekî mezine.”
‘Em ketine qonaxeke duyemîn û pir girîng’

Di heman çarçoveyê de Sîlva Haco diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hêza kurdan bide pişaftin û wiha doman: “Di van gavên dîrokî yê ku ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tên avêtin, guhertinên pir mezin bi xwe anî. Ji ber vê yekê, lê mirov dema ji xwe di pirse ka hikûmet û dewleta Tirk çi gav avêt, tenê yê ku xwedî li pêvajoya heyî derdikeve û diwaze jiyaneke aram di Rojhilata Navîn de pêk were, gelê kurd in, heya niha me nedîtiya ku dewletên din jî gav avêtine. Bêguman gavên berbiçav hene ku divê werin avêtin. Heya niha tu gav û pêşketin ji aliyê dagikeriya Tirk çênebûye. Tevgera Azadiya bi ragihandina vekişîna Gerîlla ji aliyên sînorên Tirkiyê, em ji wan bawer dikin ku em niha ketine qonaxeke duyemîn û pir girîng de. Lewma bila dewleta Tirk hincetên çewt ji xwe re denexe ku niha serê xwe bi Rojavayê Kurdistanê jî diêşîne, ji bo tenê QSD`ê çekê xwe deynin.”
‘Rêber Apo rê li ber aştiyeke mayinde û azadiya gelan vedike’
Sîlva di dawiya axaftina xwe bal kişand ser erka ciwanan di vê pêvajoya nû de û wiha pê de çû: “Divê em baweriya xwe bi pêvajoya aştiyê bînin û bi beşdariya ciwan û tevahiya civakê aştî û jiyana hevgirtî pêk were. Pêwîst e ciwan bi çalakiyên cuda beşdarî pêvajoyên aştiyê bibin û pêk bîne. Weke Ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkoşîn, berxwedanî û sîstema me jî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêwîste gavên mezin û giran werin avêtin, ev ne hewildan e, lê têkoşîneke ku em bi îsrar in di Sûrî û bi giştî cihanê de reng û hebûna xwe mayinda bikin. Em dibînin ku Rêber Apo ji bo jiyaneke demokratîk, bi gavên hevbeş, ew dikarin bibînin ku çarenûsa Kurdistan û Rojhilata Navîn ne şer e. Rêber Apo rê li ber azadiya gelan vedike.”






