Akademiya Jîneolojî
İsyan Karadeniz
Pêvajoyên aştiyê yên di encama têkoşîna çekdarî ya tevgerên rizgariyê dest pê kirine, li her welatî xwedî rastiyên taybet ên dîrokî, çandî û siyasî ne. Cudahî, hem di aliyê şert û mercên civakî û aborî de, hem di siyasetên hêzên herêmî û hegemon de hem jî di aliyê bîrdozî, asta rêxistinbûn û siyasetên tevgerên rizgariyê de derdikevin holê. Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve, jinên ji welat û tevgerên cuda weke çalakvanên aştiyê hewldanên girîng ji bo guhertina pergala serdestiya mêr-dewletê, nijadperestî û kedxwariyê bi pêş xistin.
Rêber Apo di parêznameya Sosyolojiya Azadî de aştî weke ‘lihevkirinek navbera demokrasî û dewletê’ pênase dike. Li ser bingeha ku ‘Di aştiyê de alî hene. Serdestiyeke ji sedî sed a aliyekî nîn e û divê nebe‘, ew 3 şertên ji bo pêkanîna aştiyê rave dike: Şerta yekemîn a aştiyê ev e ku her kes bikaribe bi ewle bijî. Vê yeke tenê bi xweparastina civakan û karektera civakan a exlaqî û polîtîk dikare pêk were. Duyemîn, çênabe ku aliyekê serdest be. ‘Kîjan alî (heq-neheq) dibe bila bibe, heke herdu alî bêyî serdest bibin (bi sîleh) rawestandina şer qebûl bikin, hingê aştî dikare bikeve rojevê.‘ Sêyemîn, ew e ku hemû alî di çareserkirina pirsgirêkê de ji xebat û saziyên demokratîk ên civakê re rêzê bigrin.
Têkoşîna jinan ji bo gihandina aştî, demokrasî û azadiyê têkoşîneke daîmî, civakî û siyasî ye. Ji bo serkeftina vê têkoşînê her dem rêxistinbûna xweser a jinan û helwesteke hevbeş a jinan pêwist e. Bi gelemperî ji bo gihandina çareserî û aştiyê bi hêzên dewletê re di warê têkoşîna jinan de sê qonax derdikevin pêş:
Qonaxa yekemîn, têkoşîna ji bo gihandina pêvajoyên muzakere û misogerkirina nûnertiya vîna kolektîf a jinan di pêvajoyên nîqaşê, tevahiya komîsyon û mekanîzmayên biryardayînê de ye.
Qonaxa duyemîn, têkoşîna ji bo bicihkirina daxwazên tevgerên azadiyê û jinan di peymanên aştiyê, biryar û zagonan de ye.
Qonaxa sêyemîn, têkoşîna ji bo pêkanîna naverok û pîvanên di peymanên aştiyê de hatine îmzêkirin û bicihanîna gav û qanûnên pê ve girêdayî ye.
Rêber Apo carekî din bi pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ve rojev û pêngavên nû ji bo bi hêzkirina têkoşîna li ser bingeha kûrkirina hişmendiya azadiya jinan bipêşxist. Ji hevdîtina 23 Cotmeha 2024‘an ve Rêbertî di nirxandinên xwe, di manîfestoya civaka demokratîk û peyama xwe ji bo Akademiya Jineolojiyê de girîngiyekî mezin daye dahûrandinên derbare dîrok, çand û azadiya jinan. Wî baweriya xwe bi hêza pêşengtiya tevgera jinê ji bo serxistina pêvajoyê aştî û civaka demokratîk dîsa anî ziman.
Di warî erkên entelektuel ên demê de yek ji xebatên serekî xebatên perwerdeyê ji bo bipêşxistina zêhniyeta demokratîk in. Mînak, lêkolîn û nîqaşên ji bo şênberkirina bersivên van pirsan xwedî wateyekî dîrokî û hemdemî ye: Wateya çanda dayika xwedawend di kesayeta jinê û rêûresmên civakî de çi ye? Taybetmendiyên civaka klana derdora jin-dayik çi ne û wateya van taybetmendiyan ji bo pêkanînên civaka demokratik a hemdemî çi ne? Pergala desthilatdariya mêr, şer û dewletê çawa û kengê pêk hat? Di encama çandên baviksalar wekî çanda qesrê, çanda Sati û çanda tecavuz çi zirar gihîştiye jin û civakê? Çanda jina azad çi ye û çawa pêşbikeve? Jin û mêr çawa dikarin bibin aydê xwe? Jiyana sosyalîst a komînal, têkiliyên malbata demokratîk û hevjiyana azad çawa pêk tên?
Lêgerîna hevbeş a hemû jinan ji bo bersivên heqîqî yên van pirsan wê ji bo serkeftina pêvajoyê diyarker bibe. Dîroka Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê jî dibe mînakek ku di kêliyên herî krîtîk de jin dikarin bi hevbeşiya raman, rih û têkoşînê ve hêz û enerjiya guhertina dîrokê raber bikin.






