Esma Mistefa/Qamişlo
Di serdema heyî de yek ji trajediyên ku mirov pê bandor dibe, ew e ku di nava ewqas pêşketinên serdemê de hîna jî jin di bin şiddet, bêedaletî û kiryarên di bin sedemên cur be cur de ne. Ev hişmendî hêştiye ku jin ji mafên xwe yên herî rewa mehrûm bibin. yek ji van diyardeyan jî qedexekirin û astengkirina xwendin û zanista jinê ye.
Yek ji van welatên ku herî zêde li hember xwendina jinan dibe asteng û qedexe dike, Afganditan e; Afganistan heya niha jî rê nade ku jin di navîn, zanîngeh û xwendinên bilin de bixwînin. Di Afganistan de 1.4 milyon keç hîn jî ji aliyê rayedar û desthilatdariyê ve ji dibistanê tên dûrxistin. Ev yek ne ku ji dema nêz ve wisa ye, bi deh sala ye ev hişmendî di nava Afganistanê de tê birêvebirin. Helbet ev zihniyet xwe dispêre sîstema olî a tund ku tê meşandine. Di heman demê de li welatên Efrîqiyayê herî zêde ji ber rewşa civakî a belav, xizaniya zêde, hişmendiya civakê, zewicandina temenê biçûk û cudahiya di navbera her du zayenan de, xwendina keçan asteng dikin.
Di vê çarçoveyê de ne tenê Afganistan lihember xwendina jinan dibe asteng, hin welatên din yên cîhanê vê yekê di bin sedemên cur be cur de pêk tînin û a herî zêde jî di parêzgeha Afrîqiyayê. Ji wan welatan jî Afganistan, Başûrê Afrîqiyayê, Komara Efrîqeya Navîn, Nîjir, Tşad, Malî, Gîniya, Burkîna Faso, Esyobiya û Yemen.
Di vê raporê de em ê li ser qedexekirin û astengkirina xwendin jin, her wiha li hember zanebûn û zanista jinê sekinin, di bin çi zihniyet, şert û mercan de pêk tê bisekinin.
Afganistan: Afgansitan welatê yekemîn di cîhanê de ku li hember xwendina jin dibe asteng û qedexe dike ye. Ev yek jî ji aliyê desthilata Talîban ve tê pêk anîn. Bi vê yekê re Afganistan welatê ku heya niha xwendina jin û keçan a navîn û xwendina bilind bi tundî qedexe dike ye.
Qedexeya perwerdehiya keçan li Afganistanê bi giranî ji ber polîtîkayên Talîbanê ye ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî di sala 2021’an de vegeriyan ser desthilatê.
Sedemên sereke yên ku ji hêla Talîban ve hatine destnîşankirin an jî ji hêla çavdêran ve ji bo vê qedexeyê hatine dîtin ev in:
1- Şîrovekirina olî ya tund: Talîban berî ku destûrê bide keçan ku vegerin dibistanên navîn û zanîngehan, û li gorî şîroveya wan dibêje ku ew dixwaze “hawîrdorek perwerdehiya îslamî ya guncaw peyda bike”, îdia dike ku avahiya heyî “li gorî qanûna îslamî nîne”.
2-Sînorkirinên Civakî û Çandî: Hin civakên Afganistanê pir muhafezekar e, û nêrînek kevneşopî heye ku rolên jinan divê bi mal û malbatê ve sînordar bin, ev yek Talîbanê teşwîq dike ku van helwestan qebûl bikin da ku normên xwe yên civakî bicîh bînin.
3-Kontrola Siyasî: Mehrûmkirina keçan ji perwerdeyê rêbazek kontrola civakî û siyasî ye, ji ber ku ew rola jinan di civakê de qels dike û rê li ber beşdarbûna wan di jiyana giştî de an jî derfeta wan a têkoşîna li hember desthilatdariyê digre.
4-Nebûna zexteke navneteweyî ya bi bandor: Tevî şermezarkirina Neteweyên Yekbûyî û gelek welatan, Talîban rastî cezayên têrker nehat ku wan neçar bikin ku biryara xwe paşve bikişînin. Ev bû sedem ku siyaseta xwe heya niha bide bimeşîne.
Xulase; Ji sala 2021’an vir ve, dibistanên navîn û zanîngeh ji keçan re hatine girtin, ev yek bi mîlyonan xwendekarên jin ji mafê perwerdehiyê bêpar kiriye û bandorek giran li ser pêşeroja jinan û civaka Afganî bi tevahî kiriye. Her wiha di fakulteyên Tib û peymangehên tenduristiyê de û hin cihên kar û xebatan de destûr nade ku jin tê de bixwînin û bixebitin.
Di heman demê de li gorî Raporeke UNESCO’yê destnîşan dike ku li hin deveran nêzîkî ji sedî 75’ê keçan perwerdehiya dibistanê nabînin.
Başûrê Afrîqiyayê: Li gorî raporek ONE.org (Rêxistineke cîhanî û bê alî ye ku ji bo bidawîkirina xizaniya zêde û baştirkirina rewşa tenduristiyê li Afrîkayê dixebite). Ev hate tesbîtkirin, ew yek ji deh welatên herî zehmete ku zarokên keç perwerde bibînin, ku bi qasî ji sedî 73’ê keçan naçin dibistana seretayî.
Li Afrîkaya Başûr, wekî li hin welatên din ên wekî Afganistanê, ti qedexeyek fermî an jî hikumî li ser perwerdehiya keçan tune ye. Lêbelê, faktorên, şert û mercên civakî û aborî hene ku dibin sedema ku hejmareke mezin ji keçan dev ji dibistanê berdin û perwerdehiya xwe temam nekin.
Sedemên ku rê nade zarokên keç û jin bikaribin bixwînin
Ji wan jî em dikarin van bînin ziman: (Xizanî û zehmetiya gihîştina perwerdeyê, Zewaca zarokan û ducanîya zû, destdirêjî û tundûtûjiya li dibistanan li ser keçan, Qelsbûna binesaziya perwerdehiyê ya li deverên gundewarî, tunebûna serwextbûna li ser girîngiya perwerdehiya keçan).
Ev diyardeyên ku hatine tesbîtkirin, ji tunebûna rola dewletê di nava civakê her wiha ji rewşa civakî a xizan û belave tê. Helbet ev yek dewlet û hikumeta wê sûcdar e ku nikare derfetên jiyanê a gel baştir bike. Her wiha tunekirina maf û rola jin di civakê de ku bi vê yekê re jin ji mafê xwe ya herî rewa bêpar e. Li şûna peydakirina derfetan ji xwendina keçan re, rê li ber zewicandina wan a bi temenê biçûk vedikin û li pêşiya wê yekê nabin asteng. Di vir de mirov ji wan pirs bike; Gelo hûn çima li pêşiya zewaca wan nabin asteng, lê li pêşiya zanebûn û xwendina jin hûn dibin asteng û tu derfetan peyda nakin?
Nîjer: Bi fermî Komara Nîjerê, welatekî li rojavayê Afrîqayê ye. Li Nîjerê, rêjeyên zewaca zarokan di nav yên herî bilind ên cîhanê de ye. Gelek keç neçar dimînin ku di temenê biçûk de dev ji dibistanê berdin da ku bizewicin an jî wekî karkerên malê bixebitin. Her wiha deverên gundewarî ji kêmbûna dibistan û mamosteyên jin azarê dikişînin û nikarin bixwînin. Ev yek gihîştina perwerdehiyê hema hema ne mumkin dike. Rêxistinên mafên mirovan piştrast dikin ku normên civakî ango kevneşopya civakî perwerdehiya keçan hewce nabînin ku ev jî cudahiya di navbera mêr û jinan de di derfetên perwerdehiyê de diyar dike.
Gîniye: Bi fermî Komara Gînê, welatek li rojavayê Afrîqayê ye. Li Gîneyê jî rewş ne pir cuda ye. Xizanî, binesaziya xirab û cudakariya zayendî gelek malbatan neçar dike ku perwerdehiya kurên xwe li şûna keçên xwe bidin pêşiyê. Her wiha hin keç jî rastî şîdet û tacîza dibistanê tên, ev yek jî dibe sedem ku malbat ji ber tirsa li ser ewlehiya wan rê li ber wan bigirin ku neçin dibistanê.
Her wiha welatên weke Esyobiya: Bi fermi Komara Federal a Demokratîk a Esyopyayê, Ew welatekî bêderya ye ku li Qiloçê Afrqayê ye. Yemen: Welatekî erebî ye ku li başûrê rojavayê Nîvgirava Erebî li Rojavayê Asyayê ye. Burkîna Faso: Ew li welatên Çola Sahrayê ya Afrîqayê ye. Tşad: Welatekî bêderya ye ku li ser xaçerêya Bakur û Navîn a Afrîqayê ye. Malî: Bi fermî Komara Maliyê, welatekî li Rojavayê Afrîqayê ye ku ew jî bê derya ye.
Bi gelemperî jin ji ber gelek sedemên civakî û siyasî di gihîştina perwerdehiyê de rastî zehmetiyên girîng tên. Ji wan sedeman jî herî zêde ku di van welatên me dane pênasekirin de ev in; Xizanî û şert û mercên jiyanê yên xirab, Pevçûn û şer, Zewaca zû, Rêûresm û kevneşopiyên civakî, Dûrbûna dibistanan û nebûna ewlehiyê,Nebûna mamoste û binesaziyê.






