Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Yûsif Gulo; Stûna welatparêzî û wêrekiyê bû

08/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şehîd Yûsif Gulo; Stûna welatparêzî û wêrekiyê bû
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Şehîd Yûsif Gulo li Rojavayê Kurdistanê stûna welatparizî û wêrekiyê bû, bi armanca ku Kurd bêpêşeng bimînin, ew bû armanca dagirkeriya Tirk. Tevî ku çar sal li ser şehadeta wî derbas dibin, hîna jî di dilê gelê xwe de pêşeng û zindî maye.

Çar sal li ser şehdeta Apê Yûsifê Gulo derbas dibe ku di encama êrişeke hovane ya balafirên bêmirov ji hêla dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Mijdara 2021’an tevî du neviyên xwe li bajarê Qamişlo hatin hedefgirtin û şehîd bûn.

Kesayeta şehîd Yûsif Gulo

Bavê şehîdekî, apê şehîdekî, xalê şehîdekî û bapîrê şehîdekî, Yûsif Gulo wiha dihat wesfkirin. Ew kesayetekî welatparêz bû ku jiyana xwe xist xizmeta doza Kurd û gelên herêmê, di heman demê de pêşengiya hewildanên ji bo bidestxistina aştî û aramiyê kir. Ji şoreşa Tevgera Azadiya Kurdistanê heta Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew di têkoşîn û berxwedana mafên Kurdan de pêşeng bû û heta nefesa dawî qehremaniya xwe dewam kir. Malbata Gulo ji gundê Celî yê girêdayî Nisêbînê ye, lê ji ber komkujiyên Tirkan ên li dijî Kurdan li Bakur Kurdistanê koçberî gundê Topizê yê girêdayî Amûdê bûn. Piştî têkçûna serhildana “Şêx Seîd Pîranî” bi zanebûn dewleta Tirk dest bi pilanên bêserûber kir ji bo qirkirina gelê Kurd bi awayekê zelal bîne û bi derbasbûna salan beşeke mezin ji malbata Gulo li Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi cih bûn. Apê Yûsif Gulo di dawiya salên 1930’î de ji dayik bû, ew yek ji çalakvanên siyasî yê Kurd bû ku di salên 1960’î de tevlî tevgera siyasî ya doza Kurd bû. Piştî damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê û derbasbûna Rêber Apo Rojavayê Kurdistanê Apê Yûsif Gulo tevgera azadiyê nas kir. Ew çend caran bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Mal û malbata wî ji bo her welatparêzekî bibû ciheke bi ewle, tevî zehmetî û pirsgirêkên ku li hember wî derdiketin ji hêla rêjîma Baas ve ji ber welatparêzî û neteweperestiya wî, lê qet gav bi şûn de neavêt û bi îsrar têkoşîna xwe zêder dikir.

Armanc ew e ku gelê kurd bê pêşeng bihlêin

Dagirkerên Kurdistanê her dem zana, pêşeng, zanyar û fermendarên gelê Kurd dikin hedef, di her êriş an hedefgirtinekê de dixwazin ku îradya gelê Kurd ji bo azadiyê têkbibin, lê di her êrişeke li ser gelê Kurd de hêrs û vîna ji bo azadiyê mezintir dibe. Ji xwe armanca dagirkeran ji mêj ve ku gelê Kurd bê pêşeng û bê zana bihêlin, yek ji van pêşengan Yûsfê Gulo ye ku di 82 saliya xwe bû hedefa dagrkeran. Ji bo doza gel Kurd Yûsifê Gulo bi kesayetên weke Osman Sebrî re xebat da meşandin berî ku Rêber Apo nas bike. Apê Yûsifê Gulo gel bi rêxistin û zana kir di heman demê de cesater di nava gel de ava kir û bi vê xebatê di nava gelê Rojayê Kurdistanê de hat naskirin û bi fedekariya xwe bandor li hawêrdora xwe dikir. Têkoşîna Apê Yûsif ku ji desthilatdarî bê tirs bû, rê li ber vê malbatê vekir ku tevlî tevgera azadiyê û ruhê têkoşînê li seranserê Kurdistanê bibe. Kurê wî yê mezin, şehîd Mistefa Gulo di sala 1991’an de tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê bû, piştre şehîd Sebrî û Nûreddîn ev yek hişt ku bibe apê şehîd, bavê şehîd, xalê şehîd û bapîrê şehîd ku di dawî de bû şehîd Yûsif Gulo. Malbata Golu 17 ji keç û xortên xwe fedayî axa Kurdistanê kirin e.

Apê Yûsif gotina xwe pêk anî

Ev dirûşmeya Apê Yûsif Gulo bû ku sozek da û bû dilsozê soza xwe ji bo gel û xaka xwe, dirûşmeya wî jî wiha bû: “Ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd, ez ji bo şehadetê amade me û ez ê pêncî şehîdên din ji nav zarokên xwe wek qurbanî pêşkêş bikim.”

Kesayeta welatparêz Apê Yûsif Gulo ku her dem xeyala şehadetê dikir, têkoşîn û berxwedan kir, zarokên xwefedayî welatê xwe kir. Gotinên wî yên dawî ew bû ku canê xwe ji bo Kurdistan, xak û gelê wê feda bike, navê şehîd layîqê wî bû, soza xwe bi cih anî û bû mînakek ji giyanê neteweyî ji bo her kesê ku dixwaze azadiyê bi dest bixe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.