Esma Mistefa/Qamişlo
Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê 4’emîn Konferansa xwe di bin dirûşmeya “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” bi beşdarbûna 150’î delegeyan li hola Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo lidar xist.
Ragihandina jin û mîrasê ku li ser hatiye avakirin
Di Konferansa 2ˊyemîn a Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2013ˊan de ji bo dilsoziya bi salvegera rojnamevan û têkoşer Gurbetellî Ersoz re hatibû lidarxistin, Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd hat îlankirin. Bi vê yekê re li ser şopa rêheval Gurbetelî Ersus xebatê ragihandina jin li çar aliyên Kurdistanê pêş ket. Pê ve girêdayî li bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku di wê demê de bingehên ragihandina azad a li ser mîrasê Rêber Apo bi şoreşê re hatibû avakirin, li kêlek xebatê çapemeniyê ya giştî xebatê ragihandina jin jî xwe rêxistin kir û li ser wê esasê xebatê xwe heyanî konferansa xwe ya 3’mîn ku tê de bi navê YRJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îlan kir.
Konferansên ragihandina Jin
Ragihandina Jin li Rojavayê Kurdistanê di sala 2013’an de Konferansa xwe ya yekemîn li dar xist, di sala 2016’an de ya 2’yemîn û di sala 2020’an de ya 3’yemîn li dar xist. YRJ’ê di 8’ê Mijdara 2025’an de 4’emîn konferansa xwe li dar xist.
Di 3’emîn konferans de navê Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê hate ragihandin û li ser wê bingehê xebatê xwe yên di oxira xurtkirina xebatê ragihandina jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyî de dan meşandin. Ji ber şert û mercên herêmê konferans li gorî ku dihat xwestin her sal nehat lidarxistin li ser wê bingehê niha YRJ’ê ji bo nîqaşkirina kar û xebatê xwe yên bi sala, pêvajoyên ku tê re derbas bûye, zehmetî û nebesiyên ku pê re rû bi rû mane, her wiha pilannameyên xwe yên dema pêş li gor pêvajoyê nîqaş û diyar dikin.
Naveroka 4’emîn Konferansa YRJ’ê
Îro bi beşdarbûna 150’î dekegeyên ku ji rêxistinên jin, jinên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, nûnerên partî û tevgerên jin, her her wiha bi sedan û rojnamevanên jin yên di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kar dikin, Yekîtiya Ragihandina Jin konferansa xwe ya 4’emîn di bin dirûşmeya “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” lidar dixin.
Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanên Şehîdên nemir hat rawestandin û piştre dîwana konferansê hat hilbijartin, dîwan jî ji pênc kesan pêk dihat (Mîdiye Ferho, Birîvan Girbawî, Stêrk Gulo, Exîn Qamişlo, Neda Mihemed). Her wiha axaftina destpêkê ji aliyê berdefka Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ’ê Arîn Siwêd, bi ser navê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed û bi ser navê Koordînasyona Kongra Star ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîf Hemo ve hatin kirin.
‘Qada ragihandinê nasnameya xwe a jin ji bo têkoşîna jin, bi serbilindî pêk anî’

Arîn Siwêd di axaftina xwe de ev bilêv kir: “Her du salan carekê konferans tê lidarxistin, lê ji ber şert û mercên herêmê û bûyerên ku Rojhilata Navîn de hatine rûdan, em jî jê perçeyek bûn ku heya niha jî êrişên li ser herêmê hê jî tên domandin. Ji lewra derfeta ku em her sal lidar bixin nebû. Di van salên dawiyê de gelek bûyer, geşedan û kiryarên dijmirovî li ser jin bi taybet hatin meşandin. Bi wesîleya vê konferansê em bikaribin yekîtiyekê ava bikin, bi hev re bibin hêz û em ne tenê bibin nivîskar em bibin çavdêriyên çîrokên jinan. Ragihandina azad di Sûriyê de hemû kiryar û komkujiyên ku hatine kirin, derxistin pêş û nasnameya xwe a jin ji bo têkoşîna jin, bi serbilindî pêk anî. Her wiha xeterî û alozî hê didomin, divê em jî xwe li gor wê rêxistin bikin. Bi taybet piştî banga Rêber Apo ya Aştî û civaka Demokratî.
Arîn bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di encama ewqas ked û westandin de, em bi hêviya xebat û afrîneriyên hîn mezintir in. Bi hebûna ewqas heval û rojnamevanên jin, em ê bikaribin li ser hîmên ragihandina azad a jin bimeşin. Ez dixwazim hemû hevalên jin yên ku di vê rêyê de şehîd ketine bibîr bînin, ji Gurbetelî Ersus û heyanî şehîdên dawiyê… Em di wê baweriyê de ne ku çawa YRJ’ê ji 50’î hevalê jin dest pê kir û gihîşt vê astê em soza dilsozî û berdewamiya vê têkoşînê nû dikin”.

Her wiha Îlham Ehmed di axaftina xwe de ev anî ser ziman: “Ragihandin di vê serdema nû de û bi taybet rola jin di ragihandinê de wateyeke wê pir girîng û jiyanî heye. Ji bo jinên di Rojhilata Navîn de ragihanida jin gelek girînge. Ji ber hger ragihandina heyî ne alîgirê doza jinan be, wê demê bê edaletiya di jiyanê de wê her bê kirin û berdewamkirin. Ger em li dîrokê binêrin, bi qasî ku jinan di nava şoreşan de cih girtine û têkoşîn kirine, lê belê ew dengê heqiyê bi qasî ku tê xwestin derneket. Çima; ji ber cihê ku wê dengî derbixe, lawaz bû. Ger niha doza jin ewqas mezin nebûye ew ji ber sedema tunebûna amorên belakirina wê doze ye.
Îro jinên rojnamevan li vir kom bûne û doza jinan, ji dengê jinên bindest û tevahî jinên cîhanê re, ji wan re dibin deng û ziman. Ev gelek girînge û em ê bi çi şêwazî vê yekê bikin helbet girînge. Jinên ku di vê xevbatê de cih digrin bi qasî girîngiya xebat û hezkirina xwe ji vê karî re, şehadet jî danîne ber çavên xwe. Ji bo wê em di serdema dîrokî de jiyan dikin û ev xebat li ser wî bingehê tê meşandin”.
‘Tiştê ku pêwîste bê kirin, yek diyaloga hundirîn û du nîqaşkirina destûra Sûriyê ye’
Îlham di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ku di Sûriyê de tê jiyankirin û got: “Îro roj em dibînin ku rola ku ragihandin dilîze, bi tayebt di vê qeyrana Rojhilata Navîn û Sûriyê de em dibînin ku dengê jin derdikeve. Dunya bi giştî di salên dirêj de mudexeleye Sûriyê kirin û dikin. Ger ewqas destwerdan hatin kirin, ev ne tenê bi siyasetên derve ve giryêdayî ye, ev girydayî sîstem û zihniyeta Srûriyê ye jî. Ewqas civakek pirreng di Sûriyê de heye, lê Sûriyê her yek reng derket. Ji ber wê jî kirîz dirêj kir. Bi hatina desthilata demkî a nû re, hêviya her kesî ku guhartinek di rewşa Sûriyê de hatibe dîtin, ku hin îrade, pirrengî û aştiye mayînde bihata dîtin. lê heyan miha jî ev yek nebû û Sûriyê hê jî di rewşa demkîbûnê de ye. pirsgirêkên ku ji dema rêjîmê de dihatin jiyankirin, heya niha jî tên berdewam kirin, ji bilî komkujiyên ku li ser Elewî û durziyan hatine kirin.
Di demên pêş de wê cezayên li ser Sûriyê bên rakirin. Wê di 10’ê mehê de bên rakirin, em ne dijî vê yekê ne, ji ber em dixwazin rewşa Sûriyê baştir û aramtir bibe, lê ev yek divê bi rewşa Sûriyê ya hundirîn ve girêdayî be. Diyaloga hundirîn a ku rastî çareseriyê bîne, nebû. Yên ku hatine kirin jî pir kêm e. Gelek bajarên Sûriyê hîn tevlî civîn û destûra Sûriyê nebûne. Tiştê ku pêwîste bê kirin, yek diyaloga hundirîn û du nîqaşkirina destûra Sûriyê ye. Ji bo vê girînge ku muzekereyên siyasî derbarê giştî Sûriyê de bên kirin. Rewşa jin hê weke berê tê meşandin, kiryar û siyaseta hişmendiya paşverû hê li ser jin tên meşandin, divê rewşa jin di Sûriyê de bê guhartin û nêrîna jin di pêşeroja Sûriyê de hebe. Hin gav hatin avêtin û em hêviya lihevkirinên hevbeş werin pêkanîn in”.
‘Pêwîst e ragihandin ji serdema meşandina siyasetê re xwe amade bike’
Îlham di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Rêber Apo di gavên ku avêtine de gav û helwesteke pir bi cesaret diyarkirin ku di vir de bi rastî niyeta me ya çareserkirinê derket pêş. lê belê komisyon giran û dudilî jiyan dike, sedema vê çi ye divê bê zanîn. Em wek Kurd em amadene ku pirsgirêkên xwe li gel Şamê çareser bikin. Divê Tirkiyê jî di aliyê xwe de gavên bi biryar û erênî biavêje û li çareseriyeke hevbeş bigere. Ji şeran derket holê ku çareserî bi şer peyda nabe. Ji bo wê pêwîstî bi siyaset û diyalogê heye. Gel ne berxê qurbanê ye. Sîstemên hakim û dewlet divê ji vê yekê re vekirî be, derveyî wê hemû wê şer e. Em her dayîm dibêjin têkoşîna siyasî û qanûnî divê bê meşandin. Heya niha kiryarên xwe li ser herêmên me û di helebê de li ser gel tên meşandin. Dixwazin gelekî bigirin hedef û wan biêşînin.
Bi boneya vê konferansê me xwest em van xalan bînin ziman. Ragihandina me ya azad heye ku dikare xwe bighîne hemû deveran û bi cidî em li ser van mijaran di Sûriyê û herêmê de bisekirin. Ragihandina me di salên şoreşê de rol û kedeke pir giîng dan, Şehîd dan. Ev ne tiştekî normal e. Erkên mezin girtine ser xwe, lê ji vir û şûn de ev tenê têrê nake, hîn bi hêz, rêxistinkirî û bi îrade tevlî bibe û xwe ji serdema meşandina siyasetê re xwe amade bike. Li ser vê esasê serkeftin dixwazin”.
‘Ev konferans wê bibe wesîleya mezinkirina xeta xebat û têkoşîna di xeta doza jin de’

Elîf Hemo di axaftina xwe de ev da îfadekirin: “Di nava vê konferansê de heyacanekî mezin heye, ji ber hebûna jin li vir vê yekê diafrîne. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de em çiqas kar bikin, ger ragihandin vê yekê neşopîne û gerdûnî neke wê demê em nikarin bighînin encamên bi hêz. Bi rastî jî ragihadnina jin bi van erkên xwe rabû û encamên ku niha gihîştiyê de vê yekê îsbat dike. Bi sedan ji çar aliytên cîhanê jin tevlî me bûn û şehîd ketin. Şoreşa jin li çar aliyên cîhanê gerdûnî bû û her kes dibêje Şoreşa jin, Şoreşa Rojava. Di teysandina êşên jinên Sûriyê de rola ragihandina jin pir girîng bû. her wiha bû dengê jinên Siwêda, Berava Sûriyê û hemû pêkhateyan, bi kêm derfetan ev yek kirin û ragihandina jin gihandin wateya wê ya rast. Ev xebat di pêvajoyekî dîrokî re dimeşe. Ji bo ku em bibin dengê hemû jinan, ev konferans wê bibe wesîleya mezinkirina xeta xebat û têkoşîna di xeta doza jin de. Ji vê konferansê em ê xwdîderketina li felsefe û pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkevin.
Piştre sînevizyonek li ser rêveçûna salên tijî ked û xebat a ragihandian jin Di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat pêşkêşkirin, her wiha rapora kar û xebatê 4 salan wê were xwendin, nîqaşkirin rewşa rêxistinî, xwendina sîstema hundirîn a YRJ’ê û herî dawî wê meclisa YRJ’ê bê hilbijartin û bi encamnameyekê 4’emîn konferans bi dawî bibe.






