Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Diyalogên di navbera Îmraliyê û Tirkiyê de…(2)  

08/11/2025
in NÛÇE
A A
Diyalogên di navbera Îmraliyê û Tirkiyê de…(2)  
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Bi banga dîrokî ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kiribû, dengvedanek li Rojhilata Navîn û Cîhanê kir. Dewleta Tirk ya ku hebûna Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tune dihesiband û êrîşên qirkirinê pêk dianî, di 1’ê Cotmeha 2024’an de bi silavdayîna serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî bi koma Partiya DEM’ê re pêvajoya derbasî qonaxeke dîrokî bû.

Di 27ê Sibata 2025an de şandeya ku ji Ahmet Turk, Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatimogulları, Tuncer Bakirhan, Cengiz Çiçek û Faik Ozgur Erol pêk dihat çûn Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Şandeya DEM Partiyê, Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Apo û girtiyên li Îmraliyê bi hevre aşkere kirin, li Stenbolê li pêş sedan rojnameger, qanalên TV û rojnameyên navdewletî bi raya giştî ya cîhanê re parve kirin. Rêber Apo di bangê de aşkere kir ku bang li PKKê dike ku xwe fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne.

Di 28ê Sibata 2025an de Seroke MHPê Dewlet Bahçelî têkildarî bangê daxuyanî da û destnîşan kir ku daxuyanî muhîm û bi qîmet e. Heman rojê de Serokê CHPê Ozgur Ozel, anî ziman ku muzakereya di navbera hikûmet û Îmraliyê de zêdeyî salekê ye didome.

Di 1ê Adarê de 2025an PKKê li ser banga Rêber Apo agirbesta yek alî îlan kir.

“Jin ne ji zayinê ye ji hebûnê ye”

Rêber Apo nameyek ji bo jinan di 8 Adarê de şand û di nameyê de wiha got: “Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberê evin û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirin. Her wiha, çanda azad a jinê heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûyînê. Lê, hêj jî hûn encax ji sedî 10’ê çanda azad a jinê îdare dikin. A esas ew e ku, divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya mêrên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îxtîmala kuştina zarokên keç heye. Di pêşerojê de zarok bên kuştin hûn ê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez balê dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.”

Hevdîtinin hatine çêkirin

Di 10-17ê Adara 2025 an de, :DEM Partiyê li ser banga Rêber Apo bi partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Di 12ê Adara 2025an de Erdogan diyar kir ku eger ji Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê daxwaz biçe dikare bi şandeyê re hevdîtin bike. Li ser vê yekê Şandeya DEM Partiyê randevû ji Tayyip Erdogan xwest.

Di 14ê Adara 2025an de Hevserokê KCKê Cemil Bayik, anî ziman piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga wî esas digirin. Lê ku operasyon bidome ev yek dê ne pêkan e.

Di 20ê Adara 2025an Serokê MHPê Devlet Bahçeli xwest PKK di 4ê Gulanê de kongreya xwe li navçeya Malazgîrtê ya Mûşê pêk bîne.

Di 10ê Nîsana 2025an Serokkomar Tayyip Erdogan şandeya DEM Partiyê ya îmraliyê qebûl kir. Û hevdîtin pêkanîn.

Di 21ê Nîsana 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê cara çaremîn çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Parêzer Faîk Ozgur Erol jî vê carê çû îmraliyê.

Di 3e Gulana 2025an de endamê Şandeya DEM Partiyê yê Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di 9’ê Gulanê de PKKê aşkere kir ku di 5-7ê Gulanê de kongre pêk anîye.

Di 12ê Gulana 2025’an de PKK’ê encama 12’emîn kongreya xwe aşkere kir. Diyar kir ku li ser banga Rêber Apo di 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda kongre pêk anîye û biryara fesixkirina PKKê û berdana çekan dan.

Di 27ê Gulana 2025an de Şandeya DEM Partiyê li meclisê Dewlet Bahçelî ziyaret kir.

Di 24ê Hezîranê de Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, têkildarî komîsyona ku hat plankirin bê avakirin, li meclisê axivî. Bi wekîlên komên partiyên siyasî re hevdîtin kir.

Di navbera 1 û 30ê Tîrmehê de li ser banga Rêber Apo pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê de li sedan navendan herî kêm 2 hezar civînên gel hatin plankirin û lidarxistin.

Di 6’ê Tîrmeha 2025an de şandeya DEM Partiyê dîsa çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir.

Di 7ê Tîrmeha 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Serokkomar Erdogan ziyaret kir.

Di 9ê Tîrmeha 2025an de Rêber Apo daxuyaniyek bi dîmen da û di nava civakê de bandorek da çêkirin. Rêber Apo di dîmên de jî bal dikêşe ser fesix kirina PKK’ê rawestandina şerê çekdarî.

Di 11ê Tîrmeha 2025an de Koma gerîla ya ku ji 30 şervanê pêk dihat, bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, bi merasîmekê ku gelek sazî û dezgehên sivîl jî beşdar bûbûn de, li Şikefta Casenê ya gundê Surdaş a Dukanê ya bi ser Silêmaniyeyê dikeve çekên xwe şewitandin.

5ê Tebaxa 2025an de partiyên ku komên wan di Meclisê de hene Komîsyona Meclisê ava kirin. Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Netewî, heta niha 15 civîn pêk anîn. Di civînan de li nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk guhdar kir.

Di 20ê Tebaxê de Komîsyona Meclisê destûr neda ku Dayikên Aştiyê li salona civinê bi Kurdî biaxivin. Ev bû sedema bertekên gel.

Di 22ê Tebaxê de Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî civîna bi komîsyonê re daxuyanî dan. Dayîka Aştiyê Nezahat Teke diyar kir ku ew tenê mafê zimanê xwe dixwazin û got: “Divê Rêber Apo were meclisê.”

Di 8ê Îlone de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî peyamek şand û got: “Ez ê dest ji hesabpirsîna kesên komkujiya dawî pêk anîne bernedim.”

Stûna bingehîn a tekoşînê Mexmûr

Rêber Apo ji bo gelê Mexmûrê peyam şand û di pêyamê de wiha got”Di nameyê de wiha hat gotin: “Ez di wê baweriyê de me, gelê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn a têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk a vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan a têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa gelê me yê Mexmûrê ye. Bêguman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin. Der barê yên Mexmûr, yên Ewropa û tevahî yên penabertiyê de wiha difikirim: Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê em ê hilbijêrin. Dixwazin vegerin? Em wisa hesab bikin ku nîv bi nîv dixwazin vegerin. Divê em vegerê kolektîf bifikirin. Di vê çarçoveyê de silavên min li Mexmûrê bikin. Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan silavên xwe û hezkirinên xwe yên kûr û bêdawî ji tevahî gelê Mexmûrê re dişînim

Rêber Apo peyamek ji Heyeta Ewropî re şand ku dixwaze pê re hevdîtinê bike û got: “Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdu bibînin.”

Rêber Apo di 30 îlonê de peyameke nû ji civaka êzidî re şand. `Ez ne Êzîdî me lê ez xem xwar û dilsozê vê civakê me’

Meşa ku ji hêla TJA yê ve bi dirûşmeya “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1’ê Cotmehê de li Amed dest pê kir û dê di 7’ê Cotmehê de li Parlamentoya Enqerê bi dawî bû. Gotin ku” Armanca me ya sereke ew e ku mafê hêviyê yê Rêber were naskirin û azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin.”

17 Cotmeha 2025’Serokê Meclîsê û Serokê Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Bratî û Hevgirgtina Netewî Numan Kurtulmuş ji bo hin rêze hevdîtinan derbasê Amedê bû. Numan Kurtulmuş ewilî li Zanîngeha Dîcleyê tev li merasîma sala akademîk bû û li vir axivî. Kurtulmuş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanan û di dawiya axaftina xwe de risteyek helbestek Kurdî xwend,

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana 13’ê Cotmeha 2025’an a li Îmraliyê, ku bi Rêber Apo û girtiyên din re hevdîtin kir, daxuyaniyek weşand. Rêber Apo got “Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin.”

Nameya Rêber Apo ji bo Daykên Aştiyê

Meclisa Dayikên Aştiyê, piştî 12 salan bi dirûşmeya “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aşîtîyek mayînde ne” ku 18-19 Cotmehê li Amedê li darxistin Rêber Apo nameyek ji bo dayikan şand û di nameya xwede wiha dibêje “Ez herî zêde ji dayika xwe rastiya jiyanê, sebrê hîn bûm, lê herî zêde jî sekna rast ya serbilind.   Ez, dayikên aşitiyê ku xwediyê vê sekna serbilind û rûmet in silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim.

Jin çawa bixwaze divê wiha bijî, lê divê cesareta wan ya ji bo jiyaneke azad jî hebe. Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser rêgeza ‘divê azadî bi ramanê dest pê bike’ ava kiriye.

Hûn wek dayikên aştiyê yên ku parastina jiyanê û berxwedana aştiyê di qadên herî pêş de dikin, her wext di tekoşîna azadî û aştiya me de di qadên herî pêş de cih girtiye. Helbet wek dayîk cihên we di têkoşîna me de bênîqaş e. Lê belê, ez di vê baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayikbûnê ku civaka kevneşopî ferz dike bên bin şikandin. Hûn divê li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad bi hişmendiya xwe re têbikoşin. Ev erdnîgariya ku yekem car civaka dayiksalar lê derketiye di heman demê de cihê nakokî û pirsgirêkên civakî yê yekem e. Kolekirina jinê û kolekirina civakê bi hev re dimeşe. Berevajiyê fikra ku tê zanîn kolebûn ne bi derketina dewletbûnê, lê bi kolekirina jinan dest pê kiriye.

Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî

Di 26 Cotmehê de, Rêveberiya Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyekê ragihand ew hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê, li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin. Hate gotin ku beşek ji koman gihîştine Qadên Parastina Medyayê û niha divê daxuyaniyê de beşdarin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.