Dîlan Mulhim\Qamişlo
Ji destpêka avabûna Kampa Waşokanî ve, Heyva Sor a Kurd alîkariya koçberên kampê di warê tenduristî de dike. Herwiha rêveberê Heyva Sor a Kurd a li kampa Waşokanî Macid Ebdulqadir diyar kir ku ew li gorî derfetên xwe pêdiviyên tenduristî ji koçberên kampê re pêktînin.
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2019’an de bi aweyekî hovane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di encama êrişan de bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hate dagirkirin. Ji ber êrîşên çeteyan piraniya gelên wan bajaran bi dare zorê hatin koçber kirin. Herwiha van koçberan berê xwe dane herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser, ji bo bicihkirina van koçberan Rêveberiya Xweser kampa Waşûkanî û Serêkaniyê ava kirin. Di heman demê de, Kampa Waşokanî di sala 2019’an de hate avakirin û ev kamp 12 km dikeve rojavayê navenda bajarê Hesekê û li bajarokê Tiwênayê ye, di nava kampa Waşokanî de 1 hezar û 400 malbat û 17 hezar û 70 kes hene.
Ji destpêka avabûna Kampa Waşokanî ve, Heyva Sor a Kurd destek û alîkariya koçberan di warê tenduristiyê de dike. Herwiha sê beşên kilînîkên navenda Heyva Sor a Kurd li kampa Waşokanî hene, ew jî kilînîka hundirîn, kilînîka jinan û kilînîka zarokan e. Di heman demê de, navenda Heyva Sor a Kurd 24 seatan dibin xizmeta koçberan de ye.
Di derbarê kar û xebatên Hevya Sor a Kurd li kampa Waşokanî de, rêveberê Heyva Sor a Kurd a li kampa Waşokanî Macid Ebdulqadir ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca me destekdayîna koçberan di warê tenduristiyê de ye’
Macid Ebdulqadir da zanîn ku armanca wan destekdayîna koçberan di warê tenduristiyê de ye û wiha got: “Ji destpêka avabûna kampa Waşokanî ve, Heyva Sor a Kurd hate avakirin. Ji wê demê ve heta niha alîkariya koçberan di aliyê tenduristiyê de dike. Di heman demê de, di navenda me de Kilînîk hene, ew jî kilînîka zarokan, kilînîka hundirîn û kilinîka jinan e. Herwiha di navenda me de, piştgiriya piskolojîk, teqîgeh, dermanxane û embulansek ji bo rewşên lezgîn ji bona 24 seatan jî amede ye. Dema ku rewşeke ewarte derbasî navenda me dibe, em têkilyê bi beşê niştîgariyê ya li nexweşxaneya gel re dikin. Ji ber ku kel û pelên tenduristî li cem wan peyîda dibin.”
‘Karê me erkekî mirovî ye’
Ebdulqadir anî ziman ku rêxistinên di warê tenduristî de, di nava kampa Waşokanî de dixebite tenê Heyva Sor a Kurd e û wiha pê de çû: “Di nava kampa Waşokanî de, tenê Hevya Sor a Kurd di warê tenduristiyê de destek û alîkariya koçberên kampê dike. Herwiha barê herî giran li ser milê Heyva Sor a Kurd e. Di navenda me de sê bijîşk hene, ew jî bijîşkên zarokan, jinan û hundirîn in. Astengiyên ku em dibînin ew jî, ji ber ku di kampa Waşokanî de, bi giştî embulanseke tenê ji bo rewşa lezgîn heye.
Em her tim hewl didin ku pêdiviyên koçberên Kampa Waşokanî yên di warê teduristî de peyda bikin. Herwiha ji aliyê dermanan ve tu kêmasî tune ne û em li gorî derfetên xwe pêdiviyên tenduristî ji koçberên kampê re bi cih dikin. Di heman demê de, ji ber ku kampa Waşokanî kampek vekiriye, lewra çi rewşên ku derbasî kampê bibe em wek Heyva Sor ku bi erkekî mirovî radibin bi wan re dibin alîkar.”
Rêveberê Heyva Sor a Kurd a li kampa Waşokanî Macid Ebdulqadir eşker kir ku di rojê de nêzî 45 nexweş serdana navenda wan dikin û wiha bi dawî kir: “Di rojê de nêzî 33 ê zarok û jinên nexweş serdana navendê dikin. Herwiha pêwîst e rêxistinên navdewletî destekê bidin Heyva Sor a Kurd a li kampa Waşokanî, ji ber ku barê herî giran li ser milê Heyva Sor a Kurd e.”






