Birûc Resûl/Qamişlo
Rêvebera Peymangeha Amedekarina Mamosteyan a Bajarê Qamişlo Heyat Ebas diyar kir ku ji bo amadekirina xwendekarên sala 2025-2026 pilansaziyê wan yên pêşeketî, guhertin û veguhertin hene û got, “Armanca me amadekirina mamosteyên pespor in.”
Ji bo pêşxistin û amedekirina mamosteyan di sala 2020`an de Peymangeheke Amedekirina Mamostyan li Qamişlo û Hesekê hat vekirin. Herwiha heya niha 3 girûp derçûne, di heman demê de di nava her girûpekê de jî hijmareke baş ji xwendekaran hebû. Di Peymangiha Amedekirina Mamosteya de 14 beş hene, ew jî ev in; Zimanê Kurdî, Zimanê Ingilîzî, Zimanê Erebî, Zanyarî, Civak, Felsefe, Bîrkarî, Bexçê Zarokan, werzîş, Şêwekarî, Mûzîk, Fîzîk û Kîmiya. Bêguman Peymangiha Amedekirina Mamosteyan gelek mamosteyên pispor derxistin, da ku nifşên nû bi awayekî pespor û zane werin perwerdekirin.
Di derbarê bername û armanca Peymangeha Amedekarina Mamosteyana bajarê Qamişlo, rêvebera Peymangehê Heyat Ebas ji Rojnameya me re axivî
‘Armanca me avakirina kadiroyên pispor û jêhatî ye’

Heyat Ebas di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Peymangeha Amadekirina Mamosteyan di sala 2020‘an de hatiye vekirin. Ev jî di encama derçûna 70 xwendekarî ji pêvajoya amadeyî û pişytî pêşkêkirina ezmûna hevyazbariya zanîngeha me wek Peymangiha amadekirina Mamosteyan xwest ku van xwendekaran bi cih û xwendin bikin. Ji xwe di destêpêkê de du peymangehê me hebûn yek ji wan li bajarê Qamişlo bû û ya din jî li bajarê Hesekê bû, nêzî 400 xwendekar li Qamişlo xwe bi cih kir û 300 xwendekar jî li bajarê Hesekê xwe bi cih kirin. Piştî perwerdekirina van xwendekaran jî êdî serdanên kesê ku dixwazin xwe di peymangihê de tomar bikin zêde bûn. Lewma pêwîstî hat dîtin ku 2 peymangihên din werin amedekirin. Ji ber vê yekê me 2 pemangihên din vekirin, niha 2 pemangihên amedekirina mamosteyan li Qamişlo hene û 2 jî li Hesekê hatiye vekirin. Di heman demê de biranşên ku di peymangehê de dihat dayîn Zimanê Kurdî, Zimanê Ingilîzî, Zimanê Erebî, Zanyarî, Civak, Felsefe, Bîrkarî, Bexçê Zarokan, werzîş, Şêwekarî, Mûzîk. Ev jî bi armanca ku kadiroyên pispor û jêhatî ji peymangihê derkevin.”
‘Heya niha hijmarekî mezin ji xwendekaran derçûne’
Heyat di perdewamiya axaftina xwe de balkişand ser hijmara xwendekarên ku ji peymangihê derçûne û wiha adewam kir: “Heya dema me ya niha 3 komên xwendekarên peymangiha amadekirina mamosteyan derçûne. Koma yekem 224 xwendekar bûn, girûpa dûyem jî 200 xwendekar bûn û ya sêyem a sala 2025’an li Hesekê 80 xwendekar û li Qamoşlo 126 xwendekar derçûn. Me berî neha jî gotiye armanca me avakirina kadroyek pispor ji bo dakevin dibistanan, da ku nifşên nû baş fêr û perwerde bikin. Ji bilî vê jî di hundirê peymangihê de komisyon tên amadekirin, her wiha ku em karî bin van xwendekaran bi awayekî serkeftî perwerde bikin, ez dikarim bibêjim ku heya astekê peymangihên me baş tên qedandin lê heya niha sîstema me ya perwerdeya peymangiha mamosteyan ne gihiştiye wê asta ku em dixwazin, wê hewildanên me her dem hebin da ku pêşketinên mezin di hundirê perwerdeyê de ava bikin.”
‘Wê di sala nû de gelek guhertin werin çêkirin’
Heyat Ebas da zanîn ku ew ê di sala nû de gelek guhertin û veguhertinê di pemangehê de bidin çêkirin û wiha pê de çû: “Ji bo amadekirina xwendekarên sala 2025-2026 pilansaziya me yê pêşeketin, guhertin û veguhertinê heye. Bêguman gelek rêzecivîn di derbarê vê mijarê de tên lidarxistin. Hemû guhertinên ku werin çêkirin jî, wê ji bo pêşxistina xwendekaran be. Em hewil didin ku metiryalên xwe bikin cîhanî, bi taybet ji bo sala nû hijmarek pir mezin ji xwendekaran sardana peymangihê dikin û daxwaza wan ya xwendinê heye. Em hewil didin ku xwendekar li gor xwesetk û beşên ku bioxwaze xwe bihlbijêrin û li peymangihê xwe tomar bike, ji ber ku dema xwestek hebe wê hezkirina wan ji beşê wan re hebe, ev yek jî sedema serkeftina wan in. Di pilanên me yê sal nû de û piştî gelek civînan hat diyar kirin ku pêwîstiya dibistnan herî zêde bi mamosteyên Fîzîk û Kîmya hene. Ji ber vê yekê me vê salê biranşê Fîzîk û Kîmya tevlî beşên xwe yê peymangihê kirin û di demên pêş de em dikarin hîn beşan zêde bikin. ”
‘Em bi hêvî ne ku dibistanên me têr û tijî bibin’
Rêvebera Peymangeha Amedekarina Mamosteyan a bajirê Qamişlo Heyat Ebas di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di destpêkê de hijmara mamaosteyan di peymangihê de tenê 50 bûn, lê niha her ku xwendekar zêde dibin ewqasî mamoste jî zêde dibin, em dikarin bêjin ku niha di peymangiha me ya Qamişlo de heya 60 mamoste hene. Ev mamosteyên me jî xwedî astekî pespor in û hêza wan a perwerdedayînê jî heye, di hemn wextî de metiryalê me yê sereke di Paymangihê de rêbaz e. Pêwîste her mamosteyek berî ku di aliyê îdelojî xwe fêr bike, destpêkê xwe di milê rêbaz de pêş bixe. Xwendekarên me yên ku ji peymangihê derdiçin cihek xwe yê girîng di dibstanan de digrin. Ji ber vê yekê em bi hêvî ne ku her xwendekarek xwedî li beşa xwe derkeva, di heman demê de xwe bi şavê mamosteyê perwerdekirina nifşê nû binêre. Ez ji hemû dil û cane xwe serkeftinê ji bo tevahî mamoste û xwendekaran dixwazim, di heman demê de ku em dibistanên xwe têr û tijî bikin, mamosteyên xwe jî bi pisporî bixin dibistanan.”






