Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rihê biratiya Kurd û Tirkan nayê parastin

05/11/2025
in ROJEV
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Ne diyar e ku danûstandinên di navbera HTŞ, QSD û Rêveberiya Xweser de ber bi kuve biçin. Ev ji nêrînên cuda yên girêdayi hişmendîya ku di navbera aliyan de derdixîne li holê. Wekî din, pirsgirêkên di navbera hêzên siyasî û civakî yên cûda de bi rêya lihevkirinê nayên çareserkirin. HTŞ’ê, QSD û hêzên cudahîxwaz wekî dijberî qaşo hêzên dabeşkerina Sûriyê dibîne. Hişmendiyekê wan a hişk, navendî û tûnd ya ji bona rêveberî û desthilatdariyê li ser bingeha ol û nijadperestiyê heye. Lê, Rêveberiya Xweser jixwe pergalek demokratîk ava kiriye. Di vê wateyê de, hişmendiya HTŞ û ramanên bingeha Rêveberiya Xweser ji hev pir dûr in. Bi rêya lihevkirina avakirina baweriya hevbeş, gengaz e ku ev cûdahîyên wisa werin çareserkirin û lihevkirinek çêbibe. Lê, pirsgirikên li Sûriyê, ne tenê li ser rêgezên navxweyî ne. Her wiha hêzên derveyî jî hene ku bandorek pir neyînî û tevlîhev dikin. Tirkiye di pêşengiya van hêzên derve de ye. Bi dijminatiya xwe ya bêaqil a li hember Kurdan, Tirkiye hemû destpêşxeriyan û pêvajoyan asteng dike. Ew polîtîkayan çêdike, zextê dike û gefan dixwe da ku Sûriyê kontrol bike û hebûn û destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Li şûna ku dagirkeriya li Sûriyê bi dawî bike, li çareseriyek mayîndetir digere. Ew qelsî û pozîsyona HTŞ’ê bikar tîne da ku destpêşxeriyên çareseriyê têk bibe.

Wekî ku tê zanîn, QSD û koalisyona navnetewî  li dijî DAIŞ’ê şerekî bi bandor û xurt dan meşandin. Di herî dawî de, serdestiya çeteyên DAIŞê ya li Bahozê li herêma Dêra Zorê hate bidawîkirin û DAIŞ hat têk birin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vî şerî de zêdetirî 20 hezar şehîd û brîndar dan. Ev bûyer li ber çavên cîhanê hemûyan hatin jiyan kirin. Lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, mîna sixurekî şerê derûnî û taybet, bi berovajîkirina rastiyan amadekariya şer dike û wê rewa dide nîşan dan. “Divê QSD berya hertiştê hêzên xwe ji Dêra Zorê vekişîne, û divê herêm radestî HTŞ’ê were kirin.” Ew dibêje, “PKK hat û ew herêm dagir kir û bindest kir.” PKK kengî û bi kîjan hêzan hat û ew herêm dagir kir? Gelo ev hemû bi dizî, di şevekê de qewimîn? Ev nayê fêmkirin, lê gava niyet û hişmendî xera bibin, rastî tên bêwate kir in! Ew ji bîr nake ku bêje ger HSD ji wan herêman venekişe, dê şer û pevçûnên pir giran hebin. Kî û kîjan hêz dê vî şerê giran bike, kî dê sazûman bike? Gelên Sûriyê ji şer û êrîşan westiyaye. Pêwistîya wan şerekê nû nîn e. Ew li hevgirtin û yekîtiya Sûriyê digerin. Yên ku dibêjin ew hevalbend in, pewîste ew piştgiriyê bidin avakirina aştî û pergalek demokratîk. Lê Tirkiye amadekariya dûrûtina tewnekê  nû dik e. PKK nemaye û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye, lê hikûmeta Tirkiyê, ku xwe li pişt hincetên weke PKK’ê vedişêre, hîn jî li dijî Kurdên Sûriyê jenosîd û qirkirinê plan dike.

Dibe ku were bîra we ku civîna yekem li Şamê, ku Thomas Barrack beşdar bû, ji ber Dêra Zorê hat xitimandin. Di civînên pey wan jî, mijara Dêra Zorê sereke ya rojevê de cîh girt. Dihat zanîn ku ev mijar ferzkirinek Tirkiyê bû. Bi awayekî dîtbarî,yên ku li ser maseya danûstandinan li dijî Rêveberiya Xweser hikûmeta demkî ya Sûriyê bû. Lê di rastiyê de, li ser maseya danûstandinan hişmendiya rayedarên Tirkiye bûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser ji vê rastiyê ne bêxeber bûn. Niha, Wezîrê Derve yê Tirkiyê xwe eşkere dike. Ew ji çapemeniya şerê taybet re dibêje, “Gava yekem, ya sereke ew e ku QSD ji Dêra Zorê vekişe.” Çima Tirkiye ewqas tevlî danûstandinan û karûbarên navxweyî yên Sûriyê dib e? Hemû hewildanên wan armanc dikin ku gef li Kurdan bixwe û wan qir bikin. Ew teqez dikin ku ew ê di her şert û mercê de piştgiriyê bidin HTŞ’ê. Ew piştgiriyê didin HTŞ; hişmendiyekê wan a hevpar heye! Ev karê wan e. Lê divê em ji gelê Tirkiyê bipirsin; Çima HTŞ ji Kurdan zêdetir nêzîktirê we ye?  Kîjan nirxên ku HTŞ diparêze û nûnertiya wê dike, li gorî rêgez û berjewendiyên we ne? Deskeftiyên ku ji hêla Kurdan ve têne parastin û li Sûriyê tê rêvebirin, wek demokrasî û hevgirtina bi gelên din re, ji bona we dûrtir in? Hûn dixwazin li Sûriyê çi rêveberî û cîran bibînin? Divê ev pirs her tim di rojeva gelê Tirkiyê de be û civaka Tirk ya demokrasîxwaz bê pirsîn.

Niha, di hevdîtinên li Şamê de, entegrasyona QSD’ê derdikeve pêş. Ev jî ji ber zextên Tirkiyê ne. HTŞ balê dikişîne ser ewlehiyê. Ev rast e. Lê ew serweriyê tevahiya Sûriyê nakin. Li dijî Elewî û Durzîyan komkujî kirin. Ev hişmendiya wan e; ew pir paşverû ne. Ew çandeke xûlamtîyê ferz dikin. Ew ji demokrasiyê dûr in û li dijî wê ne. Lê ewlehî her tim bi komkujî û qedexeyan nayê bidestxistin. Herêmên Rêveberiya Xweser jî ne pariyeke nan e yê ku bi hêsanî tû daqurtîn e. Ew neçar in ku bi QSD’ê re danûstandinan bikin, her çend nexwazin jî. Wekî me got, entegrasyona hêzên çekdar ne rojevekî sereke bû. Lê wan israr kir. Rêveberiya Xweser ji bo ku pêvajo nexitime, hevdîtinan domand. Lê, mijarên cûda yên sereke hene. Pergala siyasî li Sûriyê dê çawa bimeşe? Bêyî lihevkirin û mejîyekê hevpar li ser vê yekê neyê nîqaşkirin, mijarên din bêwate dibin. Destûra demkî ya ku ji hêla HTŞ’ê ve hatiye amadekirin nayê pejirandin. Divê ev mijar weke rojevekî lezgîn bihatana nîqaşkirin û çareserkirin. Mîna ku hewlên wan yên li alozîya Sûriyê têrê nek e, wan pêvajoya li Tirkiyê jî asteng kirine. Ew zextê li Îmraliyê dikin, daxwaz dikin ku QSD tavilê çekên xwe deyne û tevlî çekdarên HTŞ’ê bib in. Ew dibêjin ku divê Îmraliyê jî bangek ji QSD’ê re jî bike. Ew difikirin ku Îmraliyê cihekê hêsan e ku ew dikarin Îmraliyê dîl bigirin û hişmendiya xwe ferz bikin. Ger Îmraliyê bangek wisa der barê QSD’ê de bike, ma ne divê ew bi rayedarên QSD’ê û Rêveberiya Xweser re bicive û li ser vê yekê nîqaş bike? Nêzîkatiyek ewqas paşverû û ji rêzê ji bo pirsgirêkek ku çarenûsa herêmê û gelê Kurd diyar dike dê çi derde re bibe derman?

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.