Farûk Sakik
ETA di sala 1958’an de ji bo serxwebûna herêma Baskê hate damezrandin. Piştî têkoşîneke demdirêj, di Cotmeha 2011’an de ragihand ku dev ji hemî çalakiyên çekdarî berdaye. Piştî pêvajoya muzekereyan a bi hikumeta Spanya re, di 3’yê Gulana 2018’an de fesixkirina xwe ragihand.
Josu Ternera, serokê rêxistina ETA bû. ETA ji bo serxwebûna herêma Baskê têdikoşiya. Serokê rêxistinê Ternera di axaftinek xwe de digot: “Ez naxwazim vî şerî ji zarokên xwe re mîras bihêlim.”
Baş e heger şer wek mîrasek nedixwest ji zarokên xwe re bihêle, çimsa destpêkiribû?
Bi şerê Kurdan em bersiv bidin. Bawerim ew jî wek Kurdan heman qederê dijiyan.
Rêber Apo û hevalên xwe, di 15ê Tebaxa sala 1984an de dema ku şerê çekdarî da destpêkirin, dixwestin pêşî ji şerê ku wê zarokên wan di pêşerojê de bidin destpêkirin, bigirin. Şer kirin. Biserketin. Lê di sala 1993’an de bersiv nedan daxwaza dawî anîna li vî şerî. Di kuştin û xunê de israrkirin. Rêber Apo ji wê deme ve gelek cararan dîsa banga dawîanîna şer kir. Lê dîsa bêbersiv ma.
Di 27’ê Sibata 2025’an de carek din wek Ternera got em vî şerî ji zarokên xwe re mîras nehêlin. Û pêvajoya ‘aştî û civaka demokratik’ da destpêkirin. Rêxistinê wî, bi kongreyek dawî li şer anî û xwe fesîx kir.
ETA jî di sala 2000’î de bi daxwiyaniyek got min dawî li têkoşîna şerê çekdarî anî. Di sala 2011’an de agirbestek mayinde da destpêkirin. Di sala 2018’an deklere kir ku hemû çeken xwe radest kirî û rêxistina xwe jî fesîx kiriye.
Hevdîtin di masayek çarkoşe de derbasdibûn. Li aliyek dewleta Spanya, li aliyek ETA, li aliyek hêzên navneteweyî yên navbekar û li aliyek jî zanaatkarên aştiyê hebûn. Li wê masê dîrokek hat nivîsandin.
Çêroka ETA, çêroka “rêxistinek teror” nebû; Çêroka bi trajedî ya têkoşîna wan, ji bo gelê ku nasnameya wî hatî înkarkirin, zimanê wî hatî qedexekirin, bû. Dema ku gele Bask bi travmaya kolektif a qedexekirin, asîmlasyonê dijiya, neçar mabû ev travma veguhêre şîddetê. Şer wisa destpêkiribû.
Li Tirkiyê jî Kurd heman tiravmayê dijiyan. Qedexekirina ziman, înkara nasnameyê û tundiya dewletê ne tene di hafızaya takekesî de, di heman demê di bîra-hafiza kolektîf de jî birin vekiribû. Û ji bo vê yeke ewroj (15’ê Tebaxê) şer dabûn destpêkirin.
Îroj ji bo ev birin werin dermankirin, bi tene çek danîn têrê nake. Dive, naskirina nasnameya Kurdî, bi terapîkirina bîr-hafizayê û di qanûnan de mîsogerkirina mefê çandî pêkwere.
Lê dive maseyek çar koşe û li her aliye hêzek hebe. Di masa aştiyê de her çiqas dewlet û Ocalan hebin jî, Erdogan bi israr divê ev pêvajo ez bi sere xwe birêvebibim. Bahçelî jî li derveyî masê dihêle.
Berê Bahçelî bi hêz bû. Ji wî re hin “wahî” di hatin û wî jî tiştên jê dihatin xwestin, yek bi yek pêkdanî. Îroj bi tene diaxive, lê di pratîkê de hêzek ku midaxalê wî bike nemaye. Edî ji deverek din ji Erdogan re ‘wahî’ têne. Ji vê yekê cesaret digire û li gor berjewendî-berdewamiya desthilatdariya xwe tevdigere. Ji çanda aştiyê pirr dûr e.
Ev yekan bûn sedem ku wek masaya çar koşeya muzekeriyên ETA û dewletê de, di muzakereyên bi PKK’ê di masa 2 alî de vala man.
Bi israr naxwazin hêzên navnetewî çavderiya pêvajoyê bikin. Di dewsa zanaatkarên aştiyê de meclise de komisyonek hatî avakirin. Lê mixabin destur nadin ev komisyon di masê de cîh bigire.






