Lîloz Hisên/Qamişlo
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Alda Xelîl tekez kir ku rêya gihaştina Sûriyeke demokratîk pêkanîna sîstema nenavendî ye û got, “Sîstema navendî dibe sedema jihevxistina hêzên civakî û afirandina pevçûnên hundirîn. Ji ber wê jî pêwîstî bi hevgirtina gelên Sûriyê heye”
Di giştî Sûriyê de niha rewşeke nezelal û tevlîhev heye ji ber negihaştina şêwazê hevpar ê ji bo birêvebirina Sûriya nû. Hikumeta veguhêz hîn jî li ser sîstema navendî ya bermahiya rêjîma kevin îsrar dike ku ev sîstem bûbû sedema sereke ya aloziya Sûriyê, li aliyekî din dengên piraniya Sûriyan banga sîstema nenavendî dike ku tê de mafên hemû pêkhateyan misoger dike û nimûneya wê jî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Danûstendin di navebera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de ji bo lihevkirina li ser şêwazekî hevbeş berdewam in û her diçe jî guhertinên cuda derdikevin holê.
Derbarê geşedanên dawî û rewşa ku li Sûriyê tê jiyîn, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD’ê Alda Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Sîstema navendî nabe hevkar di pêşketina demokrasiyê de’
Alda Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser sîstema navendî û encamên wê yên xerab li ser civakan û wiha anî ziman: “Sîstema navendî zordariyê xurt dike, lewma nabe hevkar ji bo pêşketina demokrasiyê. Sîstema navendî dibe sedema jihevxistina hêzên civakî ku pevçûnên hundirîn diafirîne, ji ber vê yekê rêya gihaştina Sûriyeke demokratîk pêkanîna sîstema nenavendî ye. Sîstema navendî şêwazeke ji sîstemên desthilatdar û zordar e, me şoreşek li dar xistin û qurbanî danî, divê encama vê şoreşê Sûriyeke demokratîk be, ne Sûriyeke zordar weke berê be.”
‘Hikumeta veguhêz pabendiyê bi diyalogê nake’
Xelîl destnîşan kir ku diyalog di navbera hikumeta Şamê ya veguhêz û Rêveberiya Xweser de berdewam in û wiha bedewam kir: “Pirsgirêk ew e ku hikumeta veguhêz pabendiyê bi van diyalogan nake û li ser tu lihevkirinan îmze nake, tenê bi gotinan dibjêje em qebûl dikin. Tu belgeyên fermî heta niha tune ye ku li ser îmez bê kirin, di vê çarçoveyê de em her dem daxwaz dikin ku her xalek lihevkirin li ser bê kirin divê îmze jî bê kirin û pebendî hebe ji bo dest bi pêkanînê bikin.”
‘Îradeya Hikumeta veguhêz ne bi destê wê ye’
Aldar Xelîl diyar kir ku îradeya hikumeta veguhêz ya Sûriyê ne bi destê wê ye û wiha got: “Dewleta Tirk gelek zextan li hikumeta veguhêz dike. Destwerdanên herêmî û navdewletî jî hene, bi taybet rola Tikriyê ku tê naskirin. Ji bilî hişmendiya nedemokratîk ya ku hikumeta veguhêz a Sûriyê pê tevdigere. Du şert hene divê bên pêkanîn ya yekemîn ew e pabendîbûna bi pernesîpên demokratîk, ya duyem divê dewletên ku destwerdanê di dosya Sûriyê de dikin bihêlin ku gelê wê karûbarên xwe bi rê ve bibin û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.”
‘Rêya çareserkirinê di destê gelê Sûriyê de ye’
Aldar di gotinên xwe de behsa biryara 2254 kir û wiha domand: “Dema ku ev biryar hat girtin şert û merc cuda bû û rêjîma Baas hîn serdest bû, hêzên ku bang bi şoreşê dikirin hêzên cuda bûn û rastiya ku li herêmê jiyan dikir jî cuda bû. Pabendîbûna bi biryara 2254 dibe ku bibe hevkar ji bo pêşxistina çareseriyê. Di nerîna min de rêya herî baş a çareseriyê ew e ku gelê Sûriyê di navbera hev de bighêjin şêwazekî hevbeş li gorî şert û mercên ku tê re derbas dibin.”
‘Ji bo avakirina Sûriyeke nû pêwistî bi hevgirtinê heye’
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Aldar Xelîl gotinên xwe wiha qedand: “Ji bedêla ku em bêjin em ji sîstemên diktator xilas bibin ji bo birêvebirina Sûriyeke nû an jî avakirina komareke din, gerek di serî de li ser şêwazekî hevpar lihevkirin bê pêkanîn. Weke gelê Beravê, Siwêda, Humis, Hema, Cizîrê, Îdlib û hwd… hemû pêkhate nêrînên xwe îfade bikin di nava projeyeke demokrtîk û hevbeş de ku xwe bispêre li ser pernesîbên Neteweya Demokratîk an Rêveberiyên Xweser û nenavendiyê bi awayekî giştî, di wê demê de em dikarin bêjin em ji sîstemên zordar xelas bûn. Xelasbûna ji sîstemên zordar û diktator di serî de xilasbûna ji hişmendiyê ye, ne kesek an jî semboleke bi xwe. Herwiha çawaniya rêxistinbûna civakan û avabûna qenaeteke hevbeş li cem tevahiya gelên Sûriyê û di dawî de jî pêwistiyeke mezin bi hevgirtinê ji bo avakirina Sûriyeke nû heye.”






