Dilyar Cizîrî
Di 8’ê kanûna 2024’an de rêjîma Baas hilweşiya û dawî li desthildariya malbata Esed a 53’an hat. Ji roja destpêkê de dewleta Tirk dest bi tevgerê kir û xwest rêjîma nû li gorî berjewendiyên xwe formîle bike. Komên girêdayî xwe yên li Efrîn, Serêkaniyê û deverên din ên di bin dagirkeriya wan de bû, xistin tevgerê û wan di Wezareta Parastinê de bi cih kir. Çeteyên xwe yên biyanî “Huras El-Dîn” di asta herî jor de nava hikumeta veguhêz de, Bi vê yekê qadên sereke yên hikûmeta Colanî bi destê istxbarata Tirkiyê ve tê rêveberin.
Ji ber berjewendiyên dewleta Tirk û Îsraîl, Birîtaniya û Amerîka li hev ketin. Serokê Veguhêz Ehmed El Şeri ku dixwest di qadên navdewletî de xwe wekî dewleta mafê her kesî biparêze diyar bike, lê ji ber bê rêkûpêkiya hikumeta wî, komkujiyên Beravê û Siwêdayê bi destê çekdarên Wezareta Parastinê pêk hat. Her çendî hêzên navdewletî dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin, ji ber wê jî hikumeta veguhêz rewa nîşan didin. Lê ji ber tevgera nerêxistinkiriî ya komên girêdayî dewleta Tirk, hikumeta veguhêz a Sûriyê nikare, peymanê îmze bike.
Wekî nimûne dema çekdarên HTŞ’ê ketin Berava Sûriyê soz da Elewiyan heger çekên xwe radestî wan bikin, ew ê ewlekariya wan parastî be. Bi komkujiyên meha Adarê re ev soz têk çûn. Sozên wan bi civaka Durzî re hebûn û rêzecivîn bi şxên civaka Durzî re li dar dixistin. Ji ber di nava hikumeta veguhêz de komên girêdayî Tirkiyê li derveyî biryarên wezaretan tevdigerin, sozên bi Durziyan re jî têk çû. Komkujiya Tîrmehê isbata wê ye. Sozên başkirina rewşa aborî gelek hatin dayîn, lê ji ber destwerdana dewleta Tirk di aboriya Sûriyê de rewşa aborî her diçe xirabitir dibe. Di bin navê başkirina rewşa elektrîkê, projeya anîna xaza Ezerbêjanê xistin rojevê, ne elektrîk baş bû û ne pirsgirêk çareser bûn. Ji bo têkçûyînên xwe veşêrin niha bi rêjeya ji sedî 60 buhayê elektrîkê zêde kirine. Ev biryara wan rastî nerazîbûn û helwesteke dijber a civakê hatiye.
Di aliyê aborî de jî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe di nava tevgerê de ye, berhemên xwemalî yên Sûriyê tune bike. Da Sûriyê bibe bazarek vekirî ji berhemên Tirkiyê re. Ji xwe mijara herî zêde bi bandora destdirêjiya dewleta Tirk de naghêje encamê têkiliya bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ye. Peymana 10’ê Adarê di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê veguhêz ê Sûriyê Ehmed El Şeri de hate îmzekirin. QSD’ê bi helwesteke rast destê xwe ji bo çareseriyê dirêj dike. Lê hikumeta veguhêz ji ber di bin bandora dewleta Tirk de ye, nikare tu gavan bavêje. Ev çend carin hevdîtin têne kirin, heta niha di piratîkê de gavên şênber li ser erdê pêk nehatine. Di mijara Heleb, Dêrhafir û Bendava Tişrîn de komên girêdayî Tirkiyê û cihê xwe di nava Wezareta Parastinê de girtine, nahêlin xalên peymanan pêk werin. Ev destdirêjî barê hikûmeta veguhêz di hindir û derve de girantir dike.






