Nehîr Pale
Malbata te; Di nava civaka pêkhateya ereb de jin wexta ku bizewicê jêre tê gotin Malbata te (عيلتك), êdî mêr nasnameya wê ye. Jin piştî ku zewicî bi navê xwe yan jî li ser navê kurê xwe nayê nas kirin. Ne tenê dibe hevjîna mêr êdî ew jî mîna her tiştî dibe mulkê mêr. Cûdayî di navbera jinê û hemû xiradên mulkê mêr in, nîne. Pênaseya (Malbata te) heyanî hestûyên jinê bi wê didin hîs kirin ku tu mulkê hevjînê xwe ye. Bi vê gotinê maf didin mêr ku ew dikare her tiştî bi serê hevjîna xwe bike û ji civakê ti kes nikare destwerdana wî bike. Di zimanê erebî yê akademîk de dibe ku pênase û gotineke wisa nebe lê belê di zimanê şawî yê Kantona Tebqa, Reqa û Dêra Zorê ev yek ji bo jinê tê bikar anîn. Pênaseya Malbata te di navbera mêran de tê bikar anîn. Mêrek nikare navê hevjîna mêrekî dîtir bîne ziman, eger bikar bîne eyb tê dîtin an jî bi namûsê ve didin girêdan. Êdî jina zewicî bûye namûsa hevjînê xwe û dibe bi wî were naskirin.
Wexta mirov bi baldarî çand, ziman, adet û kevneşopiyên civakê lêkolîn bike em ê bibînin ku çawa desthilatdariya mêr tê parastin û berdewam kirin. Jin jî ne di ferqê de ye ku çawa koletî li ser wê tê ferz kirin. Berevajî, gelekî li kêfa jinê tê dema ku ew mulkê mêr were pênase kirin. Ji ber li beramberî gotin û pênaseyan bê bertek dimîne, yan jî wateya wê nizane û napirse ev gotin çima ji bo wê tê bikar anîn. Koletiya bi riya ziman, çand û kevneşopiyan li ser jinê tê ferz kirin li gel wê asayî ye. Jin keça bavê xwe û malbata hevjînê xwe tê nas kirin. Bi van rêbazan koletiya li ser jinê tê, rewa kirin û di hemû rewşan de mêr li ser jinê desthilatdar e.
Bi gotina Malbata te re mirov dikare kûrahiya mulkiyetê bibîne. Mulkiyeta jin ji mêr e û mulkiyeta mêr ji jinê re ne tenê asayî ye bi exlaq, şeref û namûsê ve hatiye girêdan. Ew mulkiyet di zîhniyet, çand û ziman de tê berdewam kirin. Eger koka mulkiyetê were lêkolînkirin wê were dîtin ew sedema hemû pirsgirêkên di navbera jin û mêr de.
Her wiha bikaranîna pênaseya (Malbata te) dibe sedema wicûdê jinê were înkar kirin û dawî li hebûna wê bîn in. Civakên van peyv û pênaseyan bikar tînin zehmete dev jê berdin. Ji ber destpêke, bikaranîna van gotinan şaş nabîn in, hebûna jinê ji hemû aliyên jiyanê ve li gel wan ne girînge ku hebe yan na, jin bi xwe jî li hemberî van bêjeyan ne bi nakok e, ew jî mîna mêr difikire û şûna li hemberî rêbazên kolekirina jinê derbikeve, destek dide û diparêz e. Ji mêr zêdetir xwedî li zîhniyeta mêr û kevneşopiyên civaka zayendperest derdikev e. Dayîk di têkiliya xwe bi kurên xwe re, keç di têkiliya xwe ya bi bavê xwe re û jin di têkiliyên xwe bi hevjînên xwe re zîhniyeta mêr diparê zin.






