Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zêdebûneke bifikar a kuştina jinan li Îranê

05/11/2025
in JIN
A A
Zêdebûneke bifikar a kuştina jinan li Îranê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kuştina jinan di bin hincetên cuda de hatiye rewakirin êdî nefreta li dijî jinê normalîze bûye, lewma di salên dawî de zêdebûneke bi fikar di sûcên kuştina jinan de çêbûye.

Komara Îslamê ya Îranê di sala 2025’an de jî binpêkirinên mafên mirovan ên bi rêk û pêk li hemberî jinan dewam dike. Bi taybetî jinên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hem ji ber nasnameya xwe ya etnîkî hem jî ji ber rola xwe ya zayendî ya civakî.

Polîtîkayên rejîma Îranê yên ji bo kontrolkirina jinan bi qanûnên nixumandina ji neçarî, girtina jinan bi  êşkence, lêdana qemçiyan û cezayên darvekirinê xwe nîşan didin. Di sala 2025’an de li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê binpêkirinên li hemberî jinan û zilma bi rêk û pêk bi berfireh tê nîşandan.

Li gorî delîlan; tê nîşandan ku sûc û şîdeta ji hêla dewletê ve li dijî jinên Îranî têne kirin ji sûcên malbatî zêdetir e. Îran rêza yekem digre di darvekirina jinan li ser asta cîhanê. Piraniya jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn qurbaniyên zewaca bi temenê biçûk e û şîdeta malbatî ne, ku bi darizandineke ne adil hatin e sûcdarkirin.

Rêjeya herî dawî ya kuştina jinan li Îranê 

Li gorî rapora ku ajansa NÛJINHA’yê amadekiribû di meha Tebax û Îlonê de hemjara jinên hatin kuştin gihaşt 17 jin û 8 zarok, 16 jinan hewildanên xwekuştinê kirirbûn û 7 jin hatin darvekirin girêdayî sûcên kuştin û madeyên hişbirê.

Kuştina Jinan wekî Amûrek ji bo Kontrolkirina Civakî

Yek ji faktorên sereke yên domandina kuştinên namûsê piştgiriya yasayî ya hikûmetê ji bo van sûcan û nebûna qanûnan e. Kujer dizanin ku qanûn ew ê piştgiriya wan bike û bi cezayên sivik re rû bi rû bimînin.

Kuştinên bi hincetên namûsê ne tenê amûrek malbatî ye ji bo “parastina navûdengê”, lê belê beşek ji polîtîkayeke berfirehtir a hikûmetê ye ji bo rêgirtina ber guhertinên civakî.

Di dehsalên dawî de, hebûna jinan di civakê de zêde bûye û daxwazên wan ji bo wekhevî û azadiyê berfirehtir bûne. Rejîma Îranê van guhertinan wekî gefek li ser desthilatdariya xwe dibîne lewma hem di asta giştî û hem jî di asta taybet de jinan hedef digire.

Li ser asta giştî, rejîm bi sepandina hicaba mecbûrî, qedexekirina wan ji hin cihên giştî, ferzkirina sînorkirinên li ser karê wan û hewldana paşguhkirina wan; di bi zetx û zordariyê rû bi rû dihêle.

Li ser asta taybet, şîdet li dijî jinan tê hêsankirin. Piştgiriya qanûnî ji bo kuştinên namûsê, nebûna qanûnên parastinê û domandina çanda “parastina namûsê”; hiştiye ku jin di malên xwe de jî bêewle bimînin.

Bi van polîtîkayan, Îran hewl dide ku jinan di hundurê malê de bihêle, zilaman bike wekî amûr tenê ji bo şîdetê,  bi vî rengî beşek ji bernameya bindestkirina jinan ji wan re veguhezîne. Vê stratejiyê ne tenê şîdeta li dijî jinan normalîze kiriye, lê di heman demê de qadên giştî ji bo wan ne ewle jî kiriye.

 Îran dewleta herê zêde jinan darve dike

Li gorî malpera Konseya jinan a Encûmena Niştimanî ya Berxwedana Îranê hejmara jinên ku hatine bi darvekirin ji destpêka sala 2025‘an gihaştiye 45 jin.

Îran xwedî hejmareke mezin û xeternak e di darvekirina jinan li ser asta cîhanî de. Li gorî daneyên Konseya Jinan di Encûmena Niştimanî ya Berxwedana Îranê, ji sala 2007‘an biryara bidarvekirinê derheqê 308 jinan hatiye pêkanîn.

Jinên ku ji hêla rejîma Melalî ve têne darvekirin pir caran qurbaniyên şîdeta navmalî û qanûnên cudakar ên malbatê ne û gelek ji wan ji bo parastina xwe tevdigerin.

Di sala 2024’an de, 38 jin li Îranê hatine darvekirin.

Tenê di meha Mehr a Îranê de (23’ê Îlonê heta 22’ê Cotmehê), 280 girtî li girtîgehên cûda yên Îranê hatine darvekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.