Hêvî Keleş/ Qamişlo
Jinek bi navê Şehnaz Elî ku bi temenê xwe yê 50 salî ye li hember şert û mercên dijwar ên jiyanê serî hildaye, dirûna hirî û çêkirina morîkan veguherandiye hunerek ku îrade û rûmetê îfade dike. Ew çîroka jinekê vedibêje ku qet teslîmî xizanî û bêhêvîtiyê nebûye.
Tevî van şert û mercên jiyanê yên dijwar, gelek jin derdikevin pêş û jiyana xwe ya rûbirûbûna bi dijwarîyan re bi xebata dijwar û afirîneriyê nîşan didin. Di nav wan de jinek heye ku dirûnê û çêkirina morîk kiriye pîşeyek ku dihêle ew malbata xwe xwedî bike. ew jî Şehnaz Elî ye, bi destên xwe yên ji ber xebata zêde hişk û dilê xwe yê tijî hêviyê, morîkên biçûk vediguherîne tabloyên hunerî.

Li yek ji taxên bajarê Qamişlo, jinek di warê karên destan de bê westan dixebite, jêhatiyên dirûnê yên hirî û morîkkirinê bi hev re dike yek, modelek rastîn a dayîn û afirîneriyê li hember pirsgirêkên aborî û civakî pêşkêş dike. Bi amûrên xwe yên hêsan, ev jin bi biryardarî projeyek biçûk ava dike ku îradeyek xurt û xwestekek dilsoz ji bo bidestxistina xweseriyê û parastina mîrateyek kevneşopî ya ku bi tunebûnê re rû bi rû ye, nîşan dide.
Şehnaz Îbrahîm Elî li ser karê xwe yê destan wiha dibêje: “Ez di karên destan de dixebitim wek çêkirina hirî û perçeyên morîk. Min ev pîşe di temenê biçûk de ji dayika xwe hîn bûm û bi pratîka berdewam, min di vî warî de jêhatîbûnek berfireh bi dest xist. Bi demê re, min xwest ku karê xwe pêş bixim, ji ber vê yekê ez tevlî koma “Xewnên Biçûk” bûm, komeke jinan ku jinên afirîner ên ku cûrbecûr yên cûreyên karên destan de dixebitin dihewîne.”
Di destpêka karê wê de, ew rastî gelek zehmetiyan hat, wek mînak lêçûna zêde ya materyalan û zehmetiya bazarkirina berhemên wê. Lêbelê, bi hevkariyê û xebata tîmî di nav komê de, wan dest bi beşdarbûna pêşangehan kir. Eleqeya mirovan ji bo karê wan zêde bû û ew bêtir bi berhemên wan yên destçêkirî yên ku mîrat û çanda me ya herêmî nîşan didin, hatin naskirin.
Beşdarbûna Şehnaz Elî di van pêşangehan de ne tenê bi pêşandana berheman ve sînordar e, lê belê ew rêbazek e ji bo parastina nasnameya çandî û folklorê û veguhestina wan ji nifşekî bo nifşekî din. Her perçeyek ku ew diafirînin mohra mîrata me û bedewiya herêma me hildigire, afirînerî û jiyana jinan a dayînê nîşan dide.
Tevî zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimîne, wek bihayên bilind ên madeyan û zehmetiya bazarkirinê, ew bê rawestan xebata xwe didomîne. Ji bo wê, çêkirina hirî ne tenê pîşeyek e, lê hunerek û peyamek e ku bi riya wê nasnameya jineke bihêz a ku dikare tevî hemû şert û mercan bide, diyar dike. Ew dibêje, “Dema ku ez hirî di navbera tiliyên xwe de digirim, ez hîs dikim ku ez jiyanê digirim. Ev pîşe ne tenê rêbazek ji bo debara jiyanê ye, lê di heman demê de ji bo giyanê min rehetiyek e jî.”
Karê wê destan jê re bûye alîkarî ku ew karibe debara jiyana xwe bike û malbata xwe xwedî bike, herwiha pêşxistina karsaziyên biçûk teşwîq dike û ji bo jinên din jî derfetên kar peyda dike.
Şehnaz Elî li ser karê xwe wiha dibêje: “Ji bo min karê destan, ne tenê karek e, lê peyamek e ji bo parastina mîrata me û hêzdarkirina jinan da ku îspat bikin ku ew bi destên xwe dikarin afirîneriyê bikin û serfiraz bibin.” Şehnaz Elî her wiha xeyal dike ku atolyeyek biçûk ava bike ku tê de jinên din ên ku derfetên kar tune ne bîne cem hev, hunera dirûnê û çêkirina bi morîk fêrî wan bike û ji hêla aborî ve wan bihêz bike. Ew bawer dike ku dema jin bi destên xwe dixebite, ew di jiyanê de ji bo xwe cihekî diafirîne û ji bo yên din jî hêviyê vedike.
Di serdemeke ku zehmetiyên jiyanê zêde dibin de, çîroka Şehnaz Elî mînakek geş a jineke kedkar temsîl dike ku ispat dike ku afirînerî ji bilî îradeyê tiştekî din hewce nake.






