Solîn Mihemed/ Qamişlo
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo oxirkirina şervanê QSD’ê Ehmed Şêxmûs ‘Goran Qamişlo’ û herwiha merasîma xiyabî ya şervana YPJ’ê şehîd Zeyneb Têkoşîn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo merasîmek lidar xist.
Îro, li bajarê Qamişlo ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve ji bo oxirkirina şervanê QSD’ê Ehmed Şêxmûs ‘Goran Qamişlo’ ku di encama qezayeke tirafîkê de li Qamişlo şehîd bû û herwiha merasîma xiyabî ya şervana YPJ’ê şehîd Zeyneb Têkoşîn, mersaîm hat lidarxistin.
Di merasîmê de sazî, tevger, destgehên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin û bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo beşdar bûn.

Di destpêka merasîmê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.
Piştire li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo axivî û wiha got: “Di şexisê tevahî şehîdên tevgera azadiyê de em tevahî şehîdan bibîr tînin û bejina xwe li ber wan ditewînin.

Li ser navê hêzên leşkerî Nezîr Sofî axivî û wiha anî ziman: “Em ê şopedarê xeta şehîdan bin ji ber ku tiştên herî giranbuha û girîng dan, lê niha em ê şopedarê xeta wan jî bin, soza me bi gelê me re wê ev be. Dîsa ji gelê xwe re Kobana dayikên şehîd û qehremanan pîroz dikin ku ev 12’ de salin Kobanê ji duniyayê tevahî re da xuyikirin ku bi destê wan dayikan hate rizgarkirin û heya niha bû kelha berxwedanê di cîhanê tevahî de.”

Li ser navê Kongreya Islama Demokratîk Mele Mihemed Xerzanî axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji her dû malbatên şehîdan re û hemû şehîdên azadiyê re dixwazin. Dayikên şehîdên me çawa li cem xwedê pîroz in, li cem me jî pîroz in.”
Piştre malbatên herdu şehîdan hest û helwestên xwe anîn ziman.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetên herdû şehîdan hatin xwendin û piştire bi girseya gel û bi siloganên ‘Şehîd Namirin’ cenazeyê şehîd spartin axê.





