Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Diyalogên di navbera Îmralî û Tirkiyê de…(1) 

04/11/2025
in NÛÇE
A A
Diyalogên di navbera Îmralî û Tirkiyê de…(1) 
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Bi banga dîrokî ya Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kiribû, dengvedanek li Rojhilata Navîn û Cîhanê kir. Dewleta Tirk ya ku hebûna Tevgera Azadiyê û gelê Kurd tune dihesiband û êrîşên qirkirinê pêk dianî, di 1’ê Cotmeha 2024’an de bi silavdayîna serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî bi koma Partiya DEM’ê re pêvajo derbasî qonaxeke dîrokî bû.

Dewleta Tirk bi sala ye ji bo ku tevgera azadiyê ji holê rake her cûre êrîşan pêk anî. Lê dît ku tekoşîn û berxwedaniya PKK’ê di cîhanê de mînaka wî nîne neçarma ku rastiya kurd û Kurdistanê qebûl bike. Serokê MHP’ê dewlet Bahçelî ku di Sala 1999’an de di meclîsê de beneke avêt û got ku” vî bene bigre û wî bi darve bike”. piştê ewqas salên dirêj ku bi dagirkirin û qetlîaman dagirtî bû. Di 1’ê Cotmeha 2024’an de Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî carekedin di vekirina Meclîsa mezin ya Tirkiyê de destê xwe dirêjê Koma Partiya DEM’ê kir û got” ji bo rakirina tecrîdê, divê Abdullah Ocalan were parlementoy “hilweşandina tevgerê di nav koma Partiya DEM de ragihîne” ku bikaribe mafê xwe yê hêviyê bikar bîne. Ev nirxandinê Bahçelî di serê gelê Kurd û Tirk de nakokî dan avakirin. Bi banga Dewlet Bahçelî re û bersivdayîna Rêber Apo re pêvajoyeke dîrokî destpêkir.

Agirbestên yekalî yên ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin

Tevgera Azadiya Kurdistanê ku dem bi dem agirbest îlan kiriye, di pêvajoya agirbestê de ew bi isar li aliyê aştiyê ne, wê pêvajoyên pevçûnê bi dawî bibin. Tevgera Azadiya Kurdistanê heta niha di salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2006, 2009 û 2013’an de agirbest û serdemên rawestandina têkoşîna çekdarî pêk aniye. AKP’ê pêvajoya aştiyê ya sala 2013’an sabote kir û bi destpêkirina êrîşan re bi dawî bû. Tevgera Azadiya Kurd heta banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an têkoşîna çekdarî ji nû ve dabû destpêkirin. Ev nêzê şalakiye ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk dest pêkiriye jî lê heta niha ji aliyê Dewleta Tirk ve gavên pêwîst nehatine avêtin. Rûxmê ku tevgera azadiyê bi îradeya xwe ya azad çêkên xwe îmhakirin lê heta niha jî axaftina zimanê kurdî û girtin û talana xwezaya kurdistanê didome. Heman demê de tecrîda li ser Rêber Apo û rewşa girtiyên ku di girtîgehên Tirkiyê de ne nehatiye guhertin

Ji 1’ê Cotmehê 2024’an heta Niha çi çêbû

Di 1ê Cotmeha 2024an de, bi destdirêjkirina Serokê MHP Dewlet Bahçeli bi koma Partiya DEM re bingehek ji bo diyalogê ava kir. Û mijara tecrîda li Îmraliyê bi berdewamî hate rojevê. Bahçeli di axaftina xwe ya, parlementoyê ya di 22 ê Cotmeha 2024’an de, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê, divê Abdullah Ocelan were parlementoy “hilweşandina tevgerê di nav koma Partiya DEM’ê de  ragihîne” ku bikaribe mafê xwe yê hêviyê bikar bîne. Ev nirxandinên Bahçelî hem ji bo qebûlkirina hebûna tecrîdê û hem jî ji bo têgihîştina rola Rêber Apo girîng bûn.

Di 8ê Cotmeha 2024an de Dewlet Bahçelî di koma xwe ya Meclisê de anî ziman ku destdayîna DEM Partiyê peyama xwişk û biratiyê ya yekîtiya mîllî ye.”
Seroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bersîv da Dewlet Bahçelî û got: “DEM Partî ji xwe partiya Tirkiyeyê ye. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Em ji muzakere û diyalogê re amade ne.”

Di 9ê cotmeha 2024an de Tayyip Erdogan di koma Partiya xwe ya li Meclisê de piştgirî da Dewlet Bahçelî û got: “Li welatê me pêtir bêdivî bi axaftin, lihevkirin û avakirina zemîna diyalogê heye. Bendewariya me ewe ku bêyî cudakarî bê kirin, hemû partiyên siyasî yên li meclisê divê li gorî vê ferasetê tev bigerin.”

Di 17ê Cotmeha 2024an de Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullar û Tuncer Bakirhan, Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizrakli li girtîgehê ziyaret kirin. Selahattîn Demirtaş û Selçuk Mızrakli diyar kirin ku ji bo aştiyek bi rûmet amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin. Xwestin ji bo çareseriyê tecrîd bi dawî bibe.
Deriyê Îmraliyê piştî 43 mehan vebû

Piştê banga Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî û piştê demeke dirêj cara yekem di 23 cotmehê de hevdîtinê malbatê bi Rêber Apo re çêbû. Di hevdîtinê de Rêber Apo peyamek pir zelal da:” Ger şert û merc guncaw bin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji bingeha şer, pevçûn û tundûtûjiyê veguhezim bingehek qanûnî û siyasî.” ev nirxandinên Rêber Apo rêveçûna pêvajoyê da destnîşankir.

Di 23ê Cotmeha 2024an de Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, piştî 43 mehan çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Rêber Apo di peyama xwe de got ‘Tecrîd berdewam dike. Heke şert û merc ava bibin, hêza min heye ku ez pêvajoyê ji zemîna şer û pevçûnê veguherînim ser bingeha hiqûq û siyasetê. Ez xwedî vê hêza teorî û pratîk im.’

Di 24ê Cotmeha 2024an de KCKê daxuyanî da û got: “Tecrîd didome. Heta tecrîd ranebe, divê kes ne li bendê be ku Rêber Apo rista xwe bilîze.”
Di heman rojê de Endamê Konseya PKKê Murad Karayılan, roportaj da Yenî Yaşamê û got: “Lêgerînên çareseriyê ku azadiya Rêber Apo esas negire, bêhukm in.
Li aliyekî hevdîtin li aliyê din qeyûm

Di 28’ê Kanûnê de şandeya partiya DEM’ê ku ji Siri Sûreyya Onder û Pervîn Buldan pêk dihat bi Rêber Apo re hevdîtin kirin û diwî hevdîtinê de Rêber Apo diyarkiribû ku “Nûkirina tifaqa Tirk-Kurd berpirsyariyeke dîrokî ye û divê hemû derdorên siyasî ji bo aştiyê hesabên teng deynin aliyekî.

Di 2’yê çileya 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dest bi ziyaretên partiyan kirin. Di 2yê Çile de MHPê di 6ê çile de AKP, Partiya Siberojê û Saadet, di 7ê çile de CHP, Partiya Ji Nûve Refah, DEVA ziyaret kir.

Di 11ê Çileya 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Selahattin Demirtaş re hevdîtin kir. Demîrtaş diyar kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê dide Rêber Apo.

Di 14ê Çileya 2025an de Dewlet Bahçelî anî ziman ku ziyareta şandeya DEM Partiyê ya îmraliyê erênî ye. Divê di hevdîtinek din de bibêje PKK xwe bi dawî kiriye.

Di 18ê Çileya 2025an de Erdogan daxuyanî da û diyar kir ku gav nêzî encamê dibin û serokê rêxistinê tişta pêwist pêk bîne û qada siyasî jî erka xwe pêk bîne, dê 81 bajar û 85 milyon însan qezenc bike..

Di 22ê Çileya 2025an de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê cara duyemîn çû Îmraliyê û bi Rêberê Apo re hevdîtin kir. Rêberê Apo anî ziman ku xebatên wî yên ji bo çareseriyê didomin.

Di 28ê Çileya 2025’an de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî di koma partiya xwe de hevdîtinên di navbera Şandeyê û Îmraliyê de çêbû.
Di heman rojê de Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, peyama Rêberê Apo aşkere kir. Anî ziman ku hewldana Bahçelî dê bibe sedema gaveke dîrokî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.