Solîn Mihemed/ Hesekê
Rêvebera Rêxistina Nûdem Ya Amadekirin û Geşedanên Mirovî Ya Astengdaran Daviyan Mehmûd diyar kir ku Rêxistina Nûdem ji bo destekdayîna astengdaran kar û xebatan dide meşandin û wiha got: “Ji bo destekdayîna kesên astengdar heederm deriyê me vekirî ye û em amade ne.”
Rêxistina Nûdem di sala 2021’ê ve li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin û navendên xwe li gelek bajaran vekir. Rêxistina Nûdem li gor derfetên heyî xwe digihêne astengdarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û dibe dengê wan.
Di derbarê kar û xebatên Rêxistina Nûdem Ya Amadekirin û Geşedanên Mirovî Ya Astengdaran rêvebera wê Daviyan Mehmûd ji rojnameya me re axivî.
‘Kar û xebatên me baş têne meşandin’
Daviyan Mehmûd bal kişand ser xebatên Rêxistina Nûdem û wiha got: “Kar û xebatên me yên ku têne meşandin, destpêkê hişyarkirina civakê ji bo kesên astengdar û piştre perwerdekirina kesên astengdar e. Ji xwe di perwerdekirina malbatên astengdaran de zehmetî hene, ji ber gelek malbat hene xwe didin alî, me jî xwest ku em vê şerimkirinê ji serên wan rakin da zarokên wan werin perwerdekirin û me gelekî jî xwe gihand kesên astengdar da ku em alîkariya wan bikin. Ji 2021’ê heya roja îro me navendên xwe li hin bajarên weke Hesekê, Kampa Waşokanê, Kampa Serêkaniyê, Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Tebqa ji bo kesên astengdar vekirin, da ku di riya van navendan em xwe bighînên hemû kesên astengdar. Ev navend jî kar û xebatan didin meşandin. Di her mehekê de nêzî 50’î zarok tên perwerdekirin û her kesekî astengdar li gorî wê perwerdeyê didin. Gelek pirojeyan em didin meşandin wek pirojeyên li hin bajarên ku li ser sê mihan perwerdeyên astengdaran dihatin vekirin, dihat meşandin. Ji xwe piştî perwerdeyê kesên astengdar yê ku dikarîbûn tevlî dibistanan bibin me wan tevlî dibistanan dikirin.”
‘Gelek pirojeyên me ji bo demên pêş hene’
Daviyan Mehmûd anî ziman ku wan komxebatek lidarxist û wiha berdewam kir: “Konxebata ku me lidarxist bi tevlîbûna kesên astengdar, malbatên kesên astengdar, civak, ragihandin û rêxistinên civaka sivîl bû. Ji xwe armaca me zêdekirina jêhatîbûna kesên astengdar di komxebatan de û rakirina hişmendiya biçûxistina astengdaran di nava civê de bû. Gelek pirojeyên me ji bo dema pêş hene, bi taybet ji aliyê tendurstî de û vekirina hin cihên tedawiya fîzîkî ku ji bo kesên astengdar li wir bên dermankirin. Em zêde guh didin pirojeyên perwerdeyê, ji ber ku heta niha dibistan û cihê perwerdê yên ji bo astengdaran nehatine çêkirin.”
‘Ji bo jêhatiyên astengdaran me kom çêkirin’
Rêvebera Rêxistina Nûdem Daviyan Mehmûd axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber jêhatiyên astengdaran me kom dane çêkirin, kesên ku dixwazin fêrî sitranan an tekînêkê bibin em wan perwerde dikin, da ku di demên pêş de ew jî di karên saziyan yan jî karên tayîbet de cihên xwe bigirin, herwiha komên karên destan jî hatine çêkirin. Perwerde li gor kesên astengdar ku di kîjan aliyî de karibin û bixwazibin em dest bi din wan û wan perwerde bikin. Ji xwe perwerdeyên zarokan bi tayîbet nivîsandin e, xwendin e, fêrbûna tîpan, rengan, hejmaran ji ber ku dibistan tune ne ku tevlî bibin ji ber vê yekê jî em li cem xwe wan fêr dikin. Ji xwe rêxistina me her tim ji astengdaran re vekirî ye û heya ku em karibin jî em ê alîkariya her kesekî astengdar bikin.”





