Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tevî zehmetî û derengmayîna hin pirtûkan, sala xwendinê baş derbas dibe’

03/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Tevî zehmetî û derengmayîna hin pirtûkan, sala xwendinê baş derbas dibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Rêveberiya Dibistanên bajarê Qamişlo Azad Hisên diyar kir ku hejmara zêde ya xwendekaran, derengmayîna pirtûkan û çeksazkirina dibistanan bû sedema kişandina zehmetiyan di sala xwendinê ya nû de, lê tevî wê jî sala perwerdehiyê ya nû heya astekê baş derbas dibe. 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, dibistan têne birêvebirin. Metaryalên di van dibistanan de xweza û taybetmendiya her herêmekê di ber çavan re derbas dike û pirrengiya ziman û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike.

Girîngiya xwendinê bi zimanê dayikê

Ziman di jiyana mirovan de xwedî roleke bingehîn e ku ew ne tenê amûrek e ji bo ragihandinê, di heman demê de jî nîşaneya nasnameya çandî, bîreweriya civakî û rêya têgihiştina cîhanê ye. Di nav vê çarçoveyê de, zimanê dayikê cihekî taybet digire. Zimanê ku mirov pê dest bi axaftinê dike, di heman demê de pê hest û ramanên xwe tîne zimên û pê xwe nas dike. Zimanê dayikê ji bo her kesî di pêşketina hişmendî û hest de, bi taybetî di salên zaroktiyê de xwedî girîngiyeke mezin e. Li ser vê bingehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî demoratîk û wekhev ji mafê hemû zarokan e ku bi zimanê xwe fêr bibin, ev yek jî bi saya şoreşa Rojava û avabûna Rêveberiya Xweser pêk hatiye.

Di 7’ê Îlonê de deriyê dibistanan hate vekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala xwendinê ya îsal, ji salên din cûdatir bû ku rêjîma Baasê ya ku piraniya zarokan ji zimanê wan dûr xistibû û zimanê wan li ser wan qedexe kiribû, hate hilweşandin. Lewra dibistanên Rêveberiya Xweser deriyê xwe li pêşiya hemû xwendekaran vekir ku bi zimanê xwe fêr bibin, da ku wê biparêzin. Li ser wê bingehê di 7’ê Îlonê de dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyê xwe ji bo sala xwendinê ya 2025 û 2026’an vekir.

25 hezar xwendekar li dibistanên Qamişlo qeydkirî ne

Li bajarê Qamişlo hejmara xwendekarên seretayî, navîn û amadehî gihaştiye 25 hezar xwendekar. Di qonaxa seretayî de 17 hezar xwendekar in, qonaxa navîn 5 hezar û qonaxa amadehî 3 hezar xwendekar in. Heta niha ev hejmar li dibistanên bajarê Qamişlo hatine qeydkirin. Herwiha 167 dibistan girêdayî bajarê Qamişlo ne ku ev xwendekar tê de fêr dibin. Di heman demê de 3 zimanên sereke Kurdî, Erebî û Suryanî di dibistanê herêmê de têne dayîn.

Derbarê rewşa perwerdeyê li bajarê Qamişlo, Rêveberiya Dibistanên bajarê Qamişlo Azad Hisên ji Rojnameya me re axivî.

‘Heta niha sala xwendinê baş tê derbas dibe’

Azad Hisên diyar kir ku sala perwerdeyê ya nû ya 2025 û 2026’an heta astekê baş derbas dibe û wiha got: “Sala perwerdeyê ya 2025 û 2026’an heta niha baş tê derbaskirin. Ji xwe li gorî biryara hate derxistin a sala nû 7’ê Îlonê sala xwendinê ya nû hate destpêkirin. Dema dibistan hate vekirin heftiya pêşî ji dibistanê dewamê îdarî bû ku tenê mamoste dewam dikirin û dibistan ji hemû aliyan ve hatin amadekirin. Lê heftiya piştî wê êdî bi fermî xwendekar derbasî dibistanên xwe bûn.”

‘Di derengmayîna pirtûkan de astengî hatin kişandin’

Hisên anî ziman ku ji 7’ê Îlonê û heta niha asta xwendinê baş tê derbaskirin û wiha bilêv kir: “Di îsal de pirsgirêkên ku bi me re derbas bûn, derengmayîna pirtûkan ku heta hatin çapkirin me hingekî zehmetî kişandin di vî alî de, herwiha hin çeksazkirina dibistanan ku nû dest pê kir, ev jî bû sedem ku astengiyê li pêşiya me derxînin. Ji bo derengmayîna pirtûkan ji ber 2 çapxaneyên mezin her dû dest pê kirin a bajarên Dêrikê û Qamişlo, ji betlana hevînê ya dibistanê de pirtûk têne amadekirin.”

‘Di minhacê hin refan de guhertin pêk hat’

Hisên eşkere kir ku ji ber hejmara xwendekaran a zêde hin pirtûk hatin derengxistin û wiha got: “Di îsal de hejmara xwendekaran zêde bû, ev yek bû sedema ku pirtûk têra hemû xwendekaran neke û derengmayîn di belavkirina wan de çêbibe. Di heman demê de, di hin refan de minhac hate guhertin wek refê 2, 5, 8 û 11’an, ev ref hin jî pirtûkên wan derengbûn tê de çêbûn ji ber vê sedemê ku berê minhacê teqlîdî (kevneşopî) bû, lê niha hemû bûye minhacê piratîkî istintacî (Rêbazên deduktîf).

‘Berî destpêkirina sala xwendinê amadekarî hatin kirin’

Azad Hisên axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ji aliyê Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê û Rêveberiya Dibistanên bajarê Qamişlo gelek plansaziyên amadekirina mamosteyan di havînî de hatin kirin, mamoste di akadimiyan re derbas bûn. Herwiha ji bo sala nû ya xwendinê hin dibistan hatin çeksazkirin, ev hemû pilansaziya Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê bû.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di sala xwendinê ya 2025 û 2026’an a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 713 hezar û 554 xwendekar perwedeya xwe li 3 hezar û 647 dibistanan dibînin. Ev şagirt û xwendekar ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve têne perwerdekirin. Herwiha ev mamoste li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê di betalan hevînê re derbas bibûn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.