Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gava pêşîn kirin çi ne û dewleta Tirk wê çawa bike

03/11/2025
in ROJEV
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Egîd Jiyan

Piştî ku tevgera azadiyê ewqas gavên dîrokî avêt wê dewlet çi bike? Dewlet pêwîst e gavên çawa bavêje? Tişta derdikeve pêşîya me heya naha tiştek ku li hole xuya dike nîne û dewlet hîn zîhnîyet û ferasata xwe ya berê didomîn e. Tevgera azadiyê piştî kongra 12mîn biryara xwe fesihkirinê da heya niha dewletê gavek qanûnî pêş nexistîye, herî dawî ji bo pêvajoya heyî nekeve xeteriyê û ji bo ti henceta dewleta Tirk nemîne 27 cotmehê 2025an de tevgera azadîyê bi pêşengtîya endamê konseya rêveber a KCKê Sabrî Ok biryara hêzên xwe yên leşkerî ji Bakûr Kurdistanê û Tirkiyê kişandinê da, dîsa dewletê girîngîya vê pêngavê nedît û bi hemû dezgehên xwe yên çapemenîyê dev avêt tevgera azadiyê û Rêber Apo . Tiştê pêwîst dike ser milê dewlet gavên hûqûqî bavêje û yasayên xwe bide gûhertin, mixabin em dibînin nirxandinên hevserokê KCKê Cemîl Bayik ser pêvajoyê çêdibe çapemenîya Tirk ev daxûyanî piçûk dixe û gotinên wek terorîst  didomîn e.

Daxuyanî û pêngava dîrokî a tevgera azadîyê

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe a bi ANFê dîyar kir ku, ‘’qanûnên azadî û entegrasyonê tanilê were derxistin’’. Di sala 1998an di sala 2007an di sala 2013an de jî rewşek agirbestê hatibu ragihandin mixabin ji ber nezîkatîya dewletê û ji ber berjewendîyên xwe ev agirbestan red kiribû û şer hate destpê kirin. Rewşên agirbestê vê şeklê têk çû bu. Agirbesta bi pêşengtîya Rêber Apo û tevgera azadîyê yek alî heya naha rixmê ewqas sabote kirinan didome ev pêwajo çiqas bi dome ev cîhê fikarê ye.

Banga dîrokî a Rêber Apo

Milekî tevgera azadiyê gavên dîrokî davêje û mile din jî heya naha tu gotin û gav navêtîye, ev jî di mirovanda fikaran çêdike, gelo dewlet dîsa dikeve nav holdanên şerekî mezin, tişta xuya dike dewleta veşartî a kûr naxwaze aşîtî û aramî were Tirkîyeyê ji ber nay karê wan û ti henceta ku hemberê tevgera azadiyê kar bîne namîn e. milekî din dewlet xeterîya ser tevahî Tirkîyeyê nabîne û înkarkirina gelê kurd hîn didomîne.ev jî xeterîyan mazin di de avakirin. Rêber Apo ev pêvajo da dest pêkirin ji ber dewlet tangasîyek mazin jîyan kir, dewlet mejbur ma biçe gel Rêber Apo û ji ber wî Baxçelî li meclîsê Bang li Rêber Apo kir, pêvajo ûsa destpê kir.

Tişta tê xwastin qanûn û yasa bên gûhertin

Tişta ku ji dewletê tê xwastin di yasayên xweda biçe gûhartinan, qanun derxe û mafê hêviyê ji bo Rêber Apo derxe, pir caran ji bo mafê heviyê bang hati be kirin hemû holdan ji hêla dewleta Tirk vê vala hatîye derxistin û ji ne bîhîstî ve hatîye dîtin. Gelê kurd bi salan daxwaz xwe anî ye ziman û edî pêwîstî heye aşîtî û aramî were Tirkîyeyê û Bakûrê kurdistanê. Ev bangan hemû bê bersiv hatîye hîştin û dewlet  wek bersiv her pêla faşîzmê xortkirinê dayê û hîştîye ku qeyrana di nava gelde hîn mazintir bibe.

Manîfestoya civaka demokratîk ji bo Tirkîyeyê derketinek nû ye

Manîfestoya civaka demokratîk ji bo Tirkîyeyê û herema Rojhilata navîn modelek nû ye, ji ber wî girîngî û watedayina manîfestoya civaka demokratîk bê dîtin. Binêrin li Tirkîyeyê her roj jin tên qetilkirin û ev bû ye tiştek ji rêzê di nav civaka Tirkîyeyê da, dewlet ûsa kirîye ku di nava civaka de ev bûyerên kûştina jinan normalîze hatîye kirin bûyerên ji rêzê. Mînak di manîfestoya civaka demokratîk te Rêber Apo behsa jîyana komînan rola jinê di nava civakê de kirîye ev tena serê xwe ji bo Tirkîyeyê çareserîyeke. Mixabin zîhînyeta serdest û a zilam naxwaze jin rolekî wî di nava civakê de hebe û tenê wek amûrekî bê karanîn. Ji ber wî dewlet û sazîyên wî heya di zîhnîyet û feresetên  xwe derbas neke  ne ev pêwajo rêve biçe ne jî aşîtî û aramî were Tirkîyeyê. Kirîza Tirkîyeyê tê jîyîn ancax dikare vê şeklê derbas bibe yan jî wê tiştekî bi nave dewletê nemîn e.

Tevgera azadiyê tişta ku dikeve ser milê wê hemû pêk anî û mijara çekdanînê jî gor gav avêtina dewletê rê ve biçe, tişta xuyaye dewlet eynî zîhnîyeta kevin didomîne, ev jî xisareke mezin dide dewletê û gelê tirkiyê. Em ê di demên pêşîn de hîn zelaltir bibînin wê dewlet çawa tevbigere, gelo wê gavan bavêje an na.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.