Esma Mistefa
Li Îtalyayê nasnameya hemwelatîbûna rûmetê ji girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî re ku li ser her sê jinên Kurd cezayên darvekirinê ji aliyê Îranê ve hatine birîn, hatin dayîn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê di 23’yê Cotmehê de li bajarê Fabrîano yê Îtalyayê bi merasîmek taybet meclisa bajar, nasnameya hemwelatîbûna rûmetê da sê girtiyên siyasî yên ji rojhilatê Kurdistanê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
Di destpêka merasîmê de Seroka Meclisa Bajar Giovanni Balducci di axaftina kirî de pesnê hewldanên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ji bo parastina mafê mirovan da. Her wiha bal kişand ser piştevaniya berdewam ya Şaredariya Fabriano ya Îtalyayê ji bo têkoşîna jinên Kurd û Îranê ji bo azadî û dadperweriyê.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di 8’ê Çileya 2025’an de ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja di 10’ê Mijdara 2024’an de ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Di 13’ê Sibatê de dubare cezayê darvekirinê Şerîfe Mihemedî hate erêkirin.
Ev her sê çalakvanên Kurd Kurd kî ne?
Şerîfe Mihemedî
Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Herî dawî di 13’ê Sibatê de carek din cezayê darvekirinê li ser girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî de, bi daxuyaniyekê bang li Îranê kiribû ku cezayê darvekirinê yê ji bo Şerîfe Mihemedî xirab bike û bê azad kirin
Werîşe Muradî
Werîşe Muradî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, di 17’ê Hezîrana 2024’an, ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi sûcdarkirina ‘endama rêxistinê’ hat tometbarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Werîşe Muradî ji ber nexweşiyên feqerata mil û nexweşiya mejî nerehete ku ji aliyê girtîgehê ve zehmetiya tedawiyê û birina dikşîne, rê nadin ku dixtor tedavî bikin.
Pexşan Ezîzî
Çalakvaneke mafên mirovan a Kurd a Îranî ye ku niha li Îranê wekî girtiyeke siyasî tê nasîn. Di Tîrmeha 2024’an de bi sûcdarkirina ‘serhildana çekdarî li dijî dewletê’ cezayê darvekirinê lê hat birîn. Her wiha ji ber endametiya îdiakirî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de çar sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha parêzerên wê van tohmetan red kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala borî de Komîteya Dîtina Rastiyan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê cezayên darvekirinê yên li Îranê de daxuyaniyek da bûn. Di wir de li ser rewşa Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî jî hat îşaretkirin ku tê de wiha gotibûn: “Werîşe Muradî piştî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî sêyem jine ku ji ber çalakiyên xwe cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.”






