Asya Waşûkanî
Komun çi ye û çima pêdivî bi avakirina komînan hatiye dîtin û wê, çawa komun were birêxistinkirin ev pirsana hemû îro; xwe weke lezgîniyekê li ser me ferz dikin. Tekez gerek her kes ciyê xwe di nava van komunên, civakî û demokratîk de bigirin. Bi taybet jî di van deman de û weke ku têye zanîn, endamên ku ciyê xwe di nava komunê de digirin jî heman pirsêdikin û dibêjin: Komun çiye û ev jî têye wateya ku komun nayê naskirin, ez jî pirs dikim ferdê ku wateya komunê nasneke wê çawa; rola xwe ya komunê nasbike? Naxwe weke lezgîn pêdiviya civakê bi perwerda, li ser komunê heye û ji xwe gerek ev beriya nan û avê were naskirin. Lazime destpêkê perwerde li ser komunê were dîtin ku her kes peywira xwe ya ji bo komunê pêk bîne.
Di nav perwerdê de tekez gerek beriya her tiştî raveyeke xurt li ser wateya komunê were kirin û gerek her kes ciyê komunê weke, mala xwe bibîne û xizmetê bike. Di serî de komun weke nav ji kom têye kom jî yanî fikir, ruh, vîn û destên yekpare û hevgirtiye û li hemberî pergala, êrişkar xweparastina cewheriye û bi hevdû fikirîn û alîkariye. Pirsgirêkn xwe ji biçûk heyanî mezin bi xwe, çareserkirine û li hevdû xwedî derketine. Weke civaka xwezayî. Têye zanîn çîna serdest û destpot desthilatdarî û tundiya xwe berdewam dike û pêdiviya civakê jî bi hevgirtin û parastinê heye. Parastin ji her demê zêdetir niha heye ji ber ku di serdema niha de, mirov dibîne ku êriş zêdetir bûne û dinava wan şer û cengan de, tekez pêdivî bi parastinê lezgîn heye.
Dema ku em niha li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê temaşe dikin em dibînin ku şer û ceng ji serdemên berê hîn zêdetir bûne û rojane mirov bi sedan û heyanî bi hezaran têne, kuştin û ti kes pirs jî nake. Naxwe jiyana mirovan ewqasî erzan bûye û tevî ku her kes xwe biçek dike jî weke dewlet û artêş lê weke şoreşên gelan, her kes ferz dike ku çekan deynin û tişta herê sosret jî ev e ku dewletên sermayedar hewildidin ku şoreşên gelan bêçek bikin. Bi sedsalan siyaset li ser şoreşên gelan meşandin û gelek jî, ji cewhera wan vala kirin û hîna jî heman siyasetê û şerê xwe yê taybet di meşinin, weke ku em niha dibînin hemû li pey, bêçekkirina gerîlayên Kurdistanê ne. Li Sûriyeyê jî li pey bêçekkirina hêzên QSD ê ne.
Em hemû jî dizanin ku Rêber Apo dibêje: Bêçekkirina hêzên parastina gel wê gel li ber lingan biçe û wê hêzên tundrew û cîhadîst serwerê Rojhilata Navîn bibin, ev yek jî wê bi desteka hêzên yekgirtî ên Ewropa pêk were. Dema ku mirov li van rewşan dahurandin dike wê demê, mirov di nava xwe de dibêje: Pir bi lezgîn pêdivî bi parastina cewherî heye û wê parastina cewherî çawa çêbibe ger di civaka me de yekîtî nîne, naxwe lezgînî bi yekitî û xwe parastinê heye. Em ji Rêber Apo fêrbûne ku parastina herî bingehîn jî yekitî û hevgirtine. Lê bele ev yekitî û hevgirtin çawa çêbibe; tekez wê bi rêbazê komunê û bi şarezayî rêxistinkirina wê were çêkirin .
Naxwe gerek em hemû jî rola komunê pir baş fam bikin valakirina xwe mirdinerin em dibînin ku ji bingeh de ciyê parastina civakê ji civakê re were kirin û nexasim jî weke jin; ji xwe Rêber Apo dibêje: Gerek ti jin ji derveyî komunê nemîne. Komun, yekîneya jiyana hevpar ya siyasî û exlaqîye û aborî jî digire nava xwe de û hemû jî dikevin xizmeta bi rêxistinkirina civakê. Di vê mijarê de ji xwe mijulbûna Rêveberiya Xwesr jî pêwîste û pêdivî heye ku her ferdekî dinava civakê de; xwe berpirsiyar bibîne û tekez gerek komunekê weke mala xwe, bibîne û biparêze. Lê mixabin hîna jî komun pir baş nehatiye, famkirin û gerek bi lezgînî were famkirin da ku; jiyanî bibe û bibe malê hemû mirovahiyê.
Weke ku têye zanîn pergala sermayedar bi rêbazê xwe, yê şerê taybet û hişmendiya xwe ya desthilatdar civak ji hevdû belav kiriye û wan aniye pileya ku dijminatiya hevdû jî bikin. Weke ku em hemû jî dizanin ku Rêber Apo di vê derbarê de jî dibêje: Ez rewşa civakê weke çîna serdest û çîna bindest li mijarê, temaşe nakim û ez wiha li mijarê temaşe dikim: Nakokiyên dinavbera Komunê û dewletê de dibînim.
Ew terîfa ku herî dawiyê Rêber Apo di Manîfesto de, binav kiriye nakokiyên momûne û dewletê îfadeya herî raste û vêya jî dide îsbatkirin ku Rêber Apo civakê ji xeleka yekem û sereke ji momunê destpê dike û dinirxîne.
Naxwe gerek em jî pir baş qîmetê rêxistinkirina komunê zanibin û rola xwe di nava komunê de bilîzin. Weke ku em hemû jî dizanin ku Rêber Apo civakbûnê, di komunê de dibîne û jinê jî weke pêşeng û parêzvana; komunê dibîne û wiha perspektîfê xwe dide: “Tekez gerek were zanîn ku jin pêşenga civakê ye û di dîrokê de hatiye, îsbatkirin ku civak li derdora jinê teşe girtiye. Tişta ku ez ji Rêber Apo famdikim jî ew e ku Rêber Apo pir zêde, baweriyê dide jinê û giringiyeke pir mezin dide jinê; lê tekez gerek neyê ji bîrkirin ku gerek jin xwedî li vê baweriya, Rêber Apo derkeve û layiq bibe. Gerek her ferde di nava civakê de û nexasim jî jin gerek pir baş, li ser erk û peywira ku Rêber Apo jê re daye û layiq bibe. Ez di wê qinyatê deme ku hêdî jin û civak ji Rêber Apo, famdikin û wê li wê têkoşînê xwedî derkevin û bi encam bikin.






