Birûc Resûl/Qamişlo
Bi pêşengiya Tevgera Çandê ya Mezepotamiya yê, îro li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, 1’emîn Festîvala Danûkê ku yek ji çandên Kurda ya gelêrî ye, hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Çandê ya Mezepotamiya yê, 1’emîn Festîvala Danokê li ber navenda Mihemed Şêxo ya Çand û hunerê hat lidarxistin. Her wiha ev festîval bi armanca ku çand û kevneşopiyên herêmê yên berê neyê winda kirin, şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina kevneşopî û nasnameya xwe çalakiyên çandî û kevneşopî berdewam dikin. Di nav guhertinên bilez ên li cîhanê de, mîrateya gelêrî vedigere û peyamekê dişîne ku çanda gelan ya resen hîn jî geş û zindî dibe.
Ev çalakî ji bo vejandina kevneşopiyên kevin ên ku bi demê re winda dibûn, hate lidarxistin, bi xwarinên kevneşopî yên ku bi navê (Danûk) tê naskirin. Her wiha agir ji bo kelandina danûkê hat dadan û li dora wê jî stran, govend û şêneyên bi cil û bergên kurdî şênî û zarokan meydana kelandina danûkan xemilandin.
Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Mihamed Şêxo û Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Canda Mihemed diyar kir ku çanda wan bi demê re winda dibû û got: “Me xwest ku mîrateya xwe ya resen bi rêya vê festîvalê zindî bikin, çi di xwarin û çi di cilên kevneşopî de. Ev çalakî ne tenê bi Qamişlo re sînordar e, em ê di navçeyên bajarê Qamişlo de jî van çalakiyên çandî li dar bixin, her wiha em ê di salên pêş de jî organîzasyona wê bidomînin.”
Festîvala danokan bi belav kirina danûkê û gerandina govendê bi dawî bû.





