Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo aramiyê; li Kampa Holê xebatên vegera malbatan tê kirin

02/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji bo aramiyê; li Kampa Holê xebatên vegera malbatan tê kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo 

Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan diyar kir ku li Kampa Holê 7 hezar û 134 malbatên biyanî, Sûrî, Iraqî û xwediyên nasnameyên nenas hene, herwiha vegera malbatan ji bo deverên wan yekemîn xebatên wan e ku niha li ser dixebitin, da ku zext û pirsgirêka kampê bê çareserkirin.  

Avabûna Kampa Holê

Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li nêzî sînorê Iraqê ye. Ev kamp ji cihên herî xeternak e. Kamp di sala 1991’an de ji bo bicihkirina penaberên Iraqê yên ji şerê Kendavê yê Duyemîn reviyabûn, hatibû avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan û kamp hat girtin. Lê bi êrişa li dijî Iraqê ya 2003’an re kamp dîsa hate vekirin.

Bi destpêka kirîza Sûriyê re çeteyên DAIŞ’ê kamp dagir kir û bajarê Holê ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûriyê de, bi kar anî. Di 15’ê Mijdara 2015’an de QSD’ê bajarê Holê û kampa wê ji DAIŞ’ê rizgar kirin û tê de koçberên Sûriyê yên ji şerê di navbera hikumeta Şamê ya berê, çeteyên dewleta Tirk, Cebhet El Nesra û DAIŞ’ê de reviya bûn, bi cih kirin.

Kampa Hol piştî têkçûna DAIŞ’ê

Piştî têkbirina DAIŞ’ê di Adara 2019’an de li Baxozê ya Dêrazorê nêzî 12 hezar DAIŞî hatin girtin ku niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. Malbatên DAIŞ’yan di kampa Holê de hatin bicihkirin. Di Buhara 2019’an de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkrin nêzî 74 hezar kes bûn, ji wan 50 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên Sûrî, Iraqî û biyanî bûn. Piştî ku hin malbatên Sûrî û Iraqî yên ku destên wan neketiye xwîna gelê Sûriyê û Iraqê ji kampê hatin derxistin, hem jî hin dewletên biyanî welatiyên xwe vegerandin deverên wan.

Pêkanîna operasyonan li Kampa Holê ji bo ewlehiya herêmêLi dijî vê rewşê û xeteriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya YPJ û QSD’ê rêzeoperasyonên ewlehiyê li kampa Holê, ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê û têkbirina fikir û rêxistinbûyîna tundraw di hundirê kampê de pêk tînin.

Hewldanên vegerandina malbatên DAIŞ’ê ji bo welatên wan

Ji dema avabûna kampê û heya roja îro ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hewldanên vegerandina van malbatan ji bo cih û warên wan tê kirin, da ku metirsî di herêmê de kêm bibe.

25 hezar û 250 kes li Kampa Hol hene

Li Kampa Holê 7 hezar û 134 malbatên biyanî, Sûrî, Iraqî û xwediyên nasnameyên nenas hene ku ew bi giştî 25 hezar û 250 kes in, temenên wan ji 2 salî heya zêdeyî 60 salî ne, ew jî zarok, jin û mêr in. Nasnameyên nenas 9 kes û 9 malbat in. Iraqî jî 4 hezar 7 kes in, hezar û 131 malbat in. Sûrî 14 hezar û 955 kes, 4 hezar û 123 malbat in. Biyanî 6 hezar û 279 kes, hezar 871 malbat in.

Derbarê metirsiya Kampa Hol û şandina malbatên li wir ji bo welatên wan, Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan  ji Rojnameya me re axivî.

‘Sûrî li ser 3 qonaxan hatin derxistin’

Cîhan Henan diyar kir ku di sala 2025’an de 9 hezar Iraqî ji Kampa Hol hatin derxistin û wiha got: “Di sala 2025’an de me 10 kerwanên koçberên Iraqî ji kampê derxistin ku ew zêdeyî 9 hezar Iraqî bûn. Nêzî 75 malbatên Sûrî jî li ser 3 qonaxan hatin derxistin. Lê piraniya xebatên me di îsal de li ser vegera malbatên Iraqî bûn ku gelek ji wan jî hatine derxistin.”

‘Rêjeya Iraqiyan li kampê kêm bûye’

Cîhan Henan eşkere kir ku niha 25 hezar û 250 kes di kampê de ne û wiha bilêv kir: “Niha hejmarê ku di kampê de mane bi gitşî kamp 7 hezar malbat ku ew zêdeyî 25 hezar kes in. Iraqî rêjeya herî kêm mane ku ew nêzî 4 hezar Iraqî ma ye. Sûrî zêdeyî 14 hezar, 6 hezar û 279 jî Biyanî ne.”

‘Pirsgirêkên Kampa Holê biyanî ne’

Cîhan Henan anî ziman ku pirsgirêkên Kampê li beşê biyaniyan ne û wiha pê de çû: “Di dema dawî de pirsgirêk di beşê biyanî de hebûn, pirsgirêkên ku di nav xwe de xwe bi xwe bi hev bikevin. Herwiha li wî beşî jî berî demekê keçeke 14 salî ya Tirkistanî hat kuştin, kamp bi giştî rewşa wê ev e. Lê pirsgirêkên mezin li aliyê biyanîyan pêk tên.”

‘Li ser vegera malbatên kampê xebat tê kirin’

Cîhan Henan destnîşan kir ku ew li ser dosayên vegera malbatên li kampê dikin û wiha anî ziman: “Biştî vê demê hewildanên gelek dewletan hene ji bo kesên xwe vegerînin, gelek ji wan serdana Rêveberiya Xweser dikin çi biyanî û çi dewletên Erebî bin. Em ê jî dîsa li ser lîsteyeke Iraqî kar bikin ji bo ew derkevin. Ji bo Sûriyê jî hîn nîqaş berdewame bi hikumeta Sûriyê re ku ka em ê bikaribin tu kesên din an komeke din derxînin an dernexînin. Lê em li ser vê yekê kar dikin û ji yekemîn karê me ye ku ev kes derkevin û herin cihê xwe çi Sûrî, Iraqî û biyanî bin.”

‘Ji bo ewlehiya domdar operasyon pêk tên’

Cîhan Henan di dewamiya axaftina xwe de tekez kir ku dem bi demê pêwîstî bi operasyonan ji bo kampê tê kirin û wiha got: “Ji dema avabûna Kampê û heta niha gelek operasyon li kampê pêk tên, ew jî ji ber pêwîstî pê tê dîtin. Ji ber demê di kampê de rewşa ewlekariyê xirab dibe, tevlihevî pêk tê, reva ji kampê çêdibe û hwd… li gorî agahiyên di destê aliyên ewlekarî de ku rewşa xirab dibe, bê çar dibin operasyonê bidin destpêkirin.

Niha heger rewşa kampê hinekî baş be jî, kuştin zêde tuneye, ev ye ji encamê van operasyonan e. Operasyon dikeve xizmetê ku hinekî kamp di aliyê ewlehî de baş bibe, kesên ku li ser erdê kar dikin bê tirs bikarbin kar bikin. Ji bo wê demê pêwîstî bi operasyonan hebe, ew operasyon tên destpêkirin, hem jî girîng e ku dem bi demê operasyon li kampê pêk bên.”

‘Hikumeta Sûriyê tenê carekê serdana Kampa Holê kir’

Cîhan Henan axaftina xwe wiha qedand: “Di vê demê de tu nîqaşên me bi hikumeta Sûriyê re çênebûne, tenê yek car bû ew jî hatin kampê û tu nîqaşên me çênebûn. Dibe ku di dema pêş de em û hikumeta Sûriyê nîqaş bikin û mekanîzmeyekê ava bikin ku ev kes çawa herin û rewşa wê were nîqaşkirin û divê ev hemû bi wan re were nîqaşkirin. Lê hîn tiştên wan tiştek bi van rengan nehatine nîqaşkirin, tenê gotin e em dikarin kesên xwe bibin. Ji ber tenê ji bo Sûriyên nexweş, insyatîfa Rêveberiya Xweser bû ku wan di rêya Neteweyên Yekbûyî ew ji kampê derdixitin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.