Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’ê çavkaniya baweriyê ye

02/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
QSD’ê çavkaniya baweriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Li ser bingeha wekhevî, pirrengî, demokrasî, edalet û ji bo parastina gelên Sûriyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê hat damezrandin. QSD’ê bi têkoşîna xwe gelên Sûriyê û tevahî cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê parast û bû cihê bawereiyê. Niha jî ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî û pirreng QSD’ê bi rola xwe dilîz e.

Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa Rojava dest pê kir û li dijî gef û êrişên li ser herêmê Yekîneyên parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ hatin damezrandin û ji bo parastina gel destanên lehengiyê nivîsandin. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê û ji ber firehiya qadên şer di sala 2015’an de Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG û YPJ’ê stûnên wê yên bingehînin, hat damezrandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên ku hatin bidestxistin bi saya helwest û têkoşîna hêzên leşkerî bû,di heman demê de bi saya pergala Rêveberiya Xweser bû ku modeleke demokrasiyê li herêmê afirand. Ev model jî bingeha wê xweparastine, erkên ku girtine ser milê xwe wan xurtir dike û ev yek dihêle ku banodreke li ser civakê Sûriyê bide çêkirin. Di mehên dawî de piştî hilwişîna rêjîma berê bi xurtî ev model û pergala heyî gel bi tevahî pêkhateyên xwe û jinan parast, ev yek weke gav an destkeftiyeke esasî ye hem xwe diparêze hem jî xizmeta gelan dike. Em di wê baweriyê de ne çawa ev pergal di destpêka şoreşê de parastina gel kir, îro jî wê vê erkê dewam bike û bi heman bandoriya xwe xizmeta civakê bike.

Nenavendî bingeha parastina nirxên gelan û pêkhateyan e

Ji dema îmzekirina peymana 10’ê Adarê bi hikumeta veguhêz re gelek êriş li seranserî Sûriyê pêk hatin. Bê aramiya ku tê jiyankirin nahêle ku xalên di peymanê de pêk were. Îro pêwistiya Sûiryê bi pergalek demokratîk heye weke sîstema nenavendî, nenavendî nayê wateya parçekirina Sûriyê, lê berovajî vê yekê nenavendî yekîtiya xaka Sûriyê xurt dike herwiha bingeha parastina nirxên gelan û pêkhateyan e. Ev yek wê bihêle modeleke nû ji bo Sûriyê bê çêkirin.

Divê lihevkirineke ku xizmeta demokrasî û gelan bike bê kirin herwiha peymana 10’ê Adarê pêk bê. Lê ji ber êrişan pêkanîna bendên peymanê dereng dimîne. Êrişa ku li ser taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hat berdewama êrişên li ser bajarê Sûriyê ye weke Beravê û Siwêdayê bû. herwiha gef, girtin û îşkenceya ku li ser gelê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û tevahî bajarê Kurdan di Sûriyê de metirsiyeke mezin dide nîşandan.

Peyama 10’ê Adarê pêşîgirtina êrişan bû, lê gelek astengî û êrişên cûr bi cûr derketin pêş ji bo pêk neyê. Komên di nava hikumetê de li ser tevahî pêkhate, jin û herêmê cihê metirsiyê ne.

Di vê dema hestiyar de ku herêm tê de derbas dibe pêwîstî bi lihevkirinek ku li ser bingeha naskirina mafên pêkhateyan heye, ev lihevkirin û maf dîtin divê di çarçoveya rêgezên demokrasî û wehkeviyê de be.

Civînên ku hatin li dar xistin ji bo pêkanîna peymana 10’ê Adarê

Ji bo pêkanîna peyaman 10’ê Adarê gelek civîn hatin rêxistin kirin lê ne biserkeftî bûn.

Di civînên destpêkê de şertên weke nêzîkatiyên feraseta ku her tişt di destê dewletê de bê meşandin, ku di nava xwe de dihat wateya xweradestkirinê ev yek nehat qebûlkirin ji hêla komîteya danûstendinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokrat. Di hin civînan de gihaşt asta terkirinê mîna civîna qaşû berî civîna Parîsê bihata lidarxistin di navbera komîteya danûstendinan û hikumeta veguhêz ku ji hêla Emerîkayê hatibû rêxistinkirin.

Civîna herî dawî weke şandeya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê bi hikumeta veguhzê re hewayekî erênî da nîşandan.

Di civîna herî dawî de piştê êrişa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê her du aliyan bi taybet û giranî li ser mijara hêzên leşkerî nîqaş kirin.

Peyamana 10’ê Adarê ji gelek waran ji hêla hikumetê hate tolaqkirin û hişt bi derengî lidarxistina civînan çêbibe. Nîqaşên di warê gefan de hat kirin bi taybet di warê destpêkirina êrişan û gefên bi êrişên dewleta Tirkiyê. Di çarçoveya çawaniya tevlîkirina QSD’ê di nava artêşê de bi rengên Firqe, Blok an bi rengê pergalekê ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin nîqaş hatin kirin.

Ji bo ku Sûriyê di parçebûnê de derbas nebe pêwîstiya yekîtiyekê heye ev yekîtî jî wê bi pergalekî nenevendî ku mafên hemî pêkhateyan garantî bike; pêk were. Pergalek bê avakirin ku di nava xwe de azadiya jin û civakê bigre. Pergal û zihniyeta navendî ku deng û rengê civakan nas nake gerek ev bê bidawî kirin.

QSD’ê ji destpêka şoreşê parastina herêmê daye ser milê xwe

Pêdiviya Sûriyê bi çêkirina artêşekê heye ku bi rastî karibe xaka Sûriyê biparêze, QSD’ê ev 13 salin ji destpêka şoreşê heya îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkek girtiye ser milê xwe. Bi derketina gengeşî, tevlihevî û aloziyan herwiha êrişên rojan e li hember wê QSD’ê xwerêxistin û perwerde kir, bi van ezmûnên pratîkî xwe gihand asta parastina civak, ax û destekeftiyên ku hatine bidestxistin. QSD’ê bi saya ezmûnên ku jiyan kiriye wê bikaribe tevahî civaka Sûriyê bi vê modelê bide pêşxistin.

YPJ’ê pêşengtiya civakê kir

Wekî YPJ’ ji destpêka şoreşê heya niha roleke berpirsyartî girtiye ser milê xwe, YPJ’ê ne tenê di aliyê leşkerî de, lê di aliyê rêxistinkirin, bîrdozî, çandî û civakî pêşengtiya civakê kir. YPJ’ê modelekî birêxistina jiyanê û zimanê xweparastinê ava kir. Di rastiya şeran de di serenaserî dîrokê de jin ya herî dibe qurbaî û li hember wê destdirêjî, revandin, tecawezkirin û kuştin heye heriwha herêmên me ku di bin dagirkeriyê de ne Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî heta pêvajoya dawî li Til Eran û Til Hasil gelek binpêkirinên destdirêjiyê hatin kirin li beramberî vê pêdiviya parasitnê heye YPJ’ê jî senteza van hemûyan e. Cihê ku pêwîst de xwe bi çek, şer û têkoşîn dike, tekoşîna herî dijwar li hember çeteyên DAIŞ’ê kir. YPJ’ê wê di parastina civaka Sûriyê û Bakur û Rojhialatê Sûriyê berdewam be.

Gel di aliyê çanda Şerê Gelê Şoreşgerî xwe rêxistinkiriye

Yek ji nîqaşên ku di civîna Şamê de hatin kirin, rewşa û êrişa li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bû di heman demê de girêdana wê bi êrişên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke Bendava Tişrîn, Dêr Hafir herwiha li Dêrazorê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê, di vê çarçoveyê de agirbest hat raghandin. Li hember êrişa ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk hate gel û hêzên li wir besiveke xurt dan, helwesta ku gelê wir raber kirin cihê pîrozkirinê ye, ji ber ku gel di aliyê çanda Şerê Gelê Şoreşgerî xwe rêxistinkiriye û tecrûbeyek mezin qezenckiriye ji salên 2012’an ve.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk nearamiyê di nava civakê de çêdikin

Yek ji mijarên hevdîtina dawî vegera koçberên Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî, Şehbayê û hwd bû. Di van bajaran de çete û fesîlên girêdayî dewleta Tirk hene ku binpêkirinan li dijî gel pêk tînin û nearamiyê di nava civakê de çêdikin, daxwazeke taybet hat kirin ku di Sûriyê de gelê ku ji bajarê xwe derketin e vegerin cihê xwe.

Gelê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nikare vegere cihê xwe çima? Ji ber bandoriya hêza dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku nahêle gel di nava aramiyê de bijî. Divê gel bi rengekî ewle vegere malên xwe bêyî ku zirarê ji çeteyên li wir dijîn bibîne.

Tişta ku bihêle gelê Sûriyê bighîne hev sîstema nenavendî ye

Di Sûriyê de ya ku bihêle hemû pêkhateyên Sûriyê werin cem hev ancex pêwîstî bi pergaleke nenavendî heye, di civîna herî dawî de nîqaş li ser vê yekê hat kirin. Nenavendîbûn esasê temsîla îrade, hemû rengan û parastina çandên pêkhateyan di nav xwe de digre, ev yek nabe dijbertiya dewletê. Pergala nenavendî wê bibe garantiya mafê hemû gelên di herêmê de jiyan dikin.   

Ji bo avakirina Sûriyeke nû bi ewle pêwîstiya rizgarkirina Sûriyê ji hemû zihniyetên tundraw yên ku kuştin û tunekirinê dike; heye. Hêza biyanî an fesîlên ku li Sûriyê jiyan dikin tehdîdek pir mezin e ku nehêle aramî çêbibe û garantiya mafên pêkhateyan derkev pêş di heman demê dê zemîneke aştî û demokratîk a xurt dernexîne pêş. Ji bo vê yekê di Sûriyê de pêdivî bi modelekî li ser bingeha yekîtiya Sûriya nû ku hemû pêkhate bi rengekî azad bi mafê xwe re jiyan bike heye. Mafê jinan di nav pergala Sûriyê de divê wekhev bê destgirtin. Civakek ku karibe xwe biparêze ancex wê demê avakirina Sûriyeke nû wê bibe modelek ji bo cîhanê, ji bilî wê wê tehîdî, şer û kuştin bi xwe re bîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.