Mihemed Seydi
Her çiqasî Kurd di nava çar sînorên dewletan de hatibin dabeşkirin, lê çarenivîsa wan ji hev nayê qutkirin. Li Rojava Şoreşê dest pê kir, ji hemû Kurdistanê ciwanan berê xwe dan vê erdîngariyê û li dijî êrişên qirkirinê xwe kirin bend û mertal. Beriya wê jî li Başûr û him jî li Bakurê Kurdistanê, ciwanên Rojava ji bo bi destxistina statuyekê, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Beriya wê jî ji bo Başûrê Kurdistanê berê xwe dan nava refên Pêşmergeyan û keda wan di bidestxistina Statuya li Başûr de jî heye. Îro roj jî dema pêwîstiya Rojava bi destekê hebe, ne ji ber parçeyên din ên Kurdistanê xwe deyîndarê vî parçeyê bi çûk dibînin, lê belê erk dibînin û ev erk heta îro bi dilxweşî pêk anîne. Lewma, çi li kîjan derê be, çarenivîs bi hev re tê diyarkirin. Ev jî sedem bû ku rêjîmên desthilat ên li Kurdistanê, bi hev re plan li ser Kurdan dimeşandin.
Em bînin bîra xwe ku di sala 2013’an de dema pêvajoya aştiyê ya di navber Îmraîlê û dewleta Tirk de dest pê kir, dihat gotin ew ê pêvajo çi bi xwe re bîne? Lê dema em bala xwe bidin dîroka pêvajoyê, em ê dibînin ku bi guhertinên li Sûriyê re dest pê kir û bi taybet jî bi tevgera Kurdan a Şoreşa 19’ê Tîrmehê re. Yanî, hedefa sereke ya ku Rêber Abdullah Ocalan dixwest bighêjê, ew bû ku Rojava li ser lingên xwe bisekine û êrişîn dewleta Tirk kêm bike. Heman wextê de dewleta Tirk jî wekî niha difikirî ku Kurdan li Rojava ji xwe re bike hêzeke ku pê rêjîma li Şamê bixîne û paşê jî ji xwe re bike xulam. Lê Ya Rêber AbdullahOcalan bi serket û dewleta Tirk negihişt encamê. Lewma destwerdan kir û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî dagirkirin.
Herwiha pêvajoya ku di sala 2025’an de jî hat ragihandin, pêvajoyeke danûstandinê ya nû ye ku aliyekî wê rêber Ocalan û aliyê din dewleta Tirk e û ew jî yekser bi guhertinên li Sûriyê û rewşa Kurdan ve girêdayî ye. Her çiqasî dewleta Tirk ji guhertinên li herêmê û parçebûna Tirkiyê ditirse û lewma ketiye nava van danûstandinan, Îmralî jî hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nava vî agirê li Sûriyê pêketiye dûr bigre û ji bo wê jî gavên gelekî pêşbîn û wêrek davêje.
Herî dawî, biryara vekişîna hêzên Gerîla ji nav sînorên erdnîgarî yên “Tirkiyeyê” bû. Bi vê jî ji Turkiyê re got; ti têkiliya te bi hêzên li derveyî van sînoran re tune ye, û mafê te tune ku ji Kurdan (Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê) daxwaza danîna çekên xwe bikî. Ev jî di daxuyaniya Cemîl Bayik, hevserokê KCK de ku ji ANF’ê re axivî, eşkere bû ku got: “Danîna çekan Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê nagire nav xwe, û ti têkiliya wan bi vê mijarê re tune ye. Ev gav li ser perspektîvên Rêber Apo hat avêtin.
Bi vê jî Ocalan dixebite ku hemî hincet û hewlên dewleta Tirk ji bo êrîşkirina li ser Kurdan li Sûriye û Iraqê û dagirkirina axê ji holê rake. Ger dewleta Tirk jî bixwaze êriş bike, dê her şerekî pêşerojê bi Tirkiyeyê re li hember qada navneteweyî rewatir bike. Ocalan eşkere dibêje: An bi kurdan re li hev bikin an jî hûnê di agirê xwe de bişewitin û wê Kurd bibin xwedî statu.
Wekî ku Ocalan ji hêzên Rojavayî re jî bibêje; hûnê heta kengî bixwazin Kurdan ji xwe re bi kar bînin? ger hûn dixwazin hevalbendiyeke rast jî bikin, vaye Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hûn dikarin peywendiyên durist bi wan re deyînin û wan nekin mijara bazara bi Tirkiyê re.
Li dawiyê dixwazim bibêjim ku mijara sereke ya tevgera Kurdan di sêrî de Rojavayê Kurdistanê ye da bighêje saxlemiyê. Hemû hewlên tên dayîn jî armanc ew e ku Kurd di qada navdewletî de bibin xwedî nasname û cih.






