Birûc Resûl/Qamişlo
Asiya El-xidir ya 48 salî diyar kir ku ew ji ber jiyanekî bêbext di nava xizantiyê de mezin bû, xizantî bû sedem ku li erdê bimîne û tedawiya xwe neke.
Jinek astengdare ku bi navê Asya El-xidir a bi temenê 48 saliye ku ji bajarê Serêkaniyê ye, ev nêzî 6 sal in Asiya li kampa Waşokanî niştecih bûye. Ew bi sedema nexweşiya germahiya laşî ku di 10 saliya xwe de hîskirina lingan winda kir, Esiya ji Rojnameya me re da zanîn ku wê zaroktiya xwe jiyan nekir û zehmetiyên giran di jiyan xwe de dît û heya roja îro jî berdewame. Lê dîsa jî Asya astengdariyê ji xwe re nekir dawiya jiyanê. Jineke bi hêvî û xeyalên vegera warê xwe jiyan dike. Di çarçoveya jiyan û zehmetiyan de Esiya El-xidir ji Rojnameya me re axivî.

Asya El-Xidir jineke ji bajarê Serêkaniyê ye ku di sala 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, neçar man ku koçberî bajarê di bin sîwana Rêveberiya Xweser û QSD`ê de xwe bi cih bikin, da ku bi ewle jiyan bikin. Ev 6 Sal e ku Asya li kampa Waşokanî dijî, di nava ewqas zehmetî û astengiyên jiyanê de li ber xwe dide. Her wiha Asya bi sedemên hin nexweşiyan di 10 saliya xwe de hîskirina lingê xwe wida kir û li erdê ma, ji ber rewşa malbatê a madî lawaz bû, ew nikarî bû tedawiyê xwe bibîne, ji ber vê yekê niha temenê wê 48 saliye ku rewşa wê roj bi roj girantir dibe, ji lingan gihîşte destan, êdî nema dest û lingên xwe hîs dike.
Xizantiya bê baxt; bû sedem ku ji 10 saliya xwe ve nexweşiyê bibîne
Asya diyar kir ku can û bedenê wê hatine rawistandin û got: “Ez niha ji dest û lingên xwe hîs nakin, tenê parçeya ku di canê min de di xebite, mijiyê mine. Ji ber vê yekê ez di tirim rojek ji rojan mejiyê xwe jî wida bikin. Dema ku nexweşî bikeve cihekî ji bedena mirov û neyê derman kirin, helbet wê belav bibe.
Ez ji 10 saliya xwe ve vê êşê dikşînim. Ez ne di nava malbatekî dewlemend de mezin bûm, her tim me bi xizantiyê re şer dikir, dema ez neweş ketime jî, ji ber sedema tunebûn û xizantiyê, malbata min nikarî min tedawî bikirana. Va ye ji 38 sal in ez di vê rewşê de jiyan dikim. Lê ev yek min ji xwe re nekir asteng, li ber hemû zehmetiyên jiyanê min hêz girt û diviyabû ez bi hêz bim. Ji lewra ez heya niha bi tena xwe li ber xwe didim. Ji ber ku niha ez şerê gelek nexweşiyan dikin, ji bilî rawistandina dest û lingên min, di heman demê de nexweşiya şekir û tanisiyonê bi min re heye ku li ser dermanan jiyan dikim, dema ku ez dermanan qut dikin şekirê min dighîje 300-400, car caran derfetên min yên kirîna derman tune ye, ez bi tenê xwe jiyan dikin û nikarim karekî bikim ku debara jiyana xwe bikin û dermanên xwe peyda bikim.”
Astengdar hatine jibîr kirin
Asiya El-xidir hin astengiyên xwe yên di kampa Waşokanî de bi dilekî xemgîn anî ziman ku gelek rêxistinên alîkariyê ji bo rewşa min nabin alîkar û got: “Ez jinekî tenê me, ji bilî tinê bûnê, ez li erdê me pêwîst e girîngî bidin kesên astengdar û pêdiviyên wan pêk bînin. Heya roja îro kursiyeke min tune ku ez karîbin biçim û werim. Lê mixabin kesên astengdar hatine ji bîr kirin ango jiyanê ji bo wan zêde dibînin. Ez niha tenê hêvî dikim ku vegera me ya Serêkaniyê çêbibe, ji ber ku eger mirineke min jî hebe, bila li ser axa bajarê min be. Di herî dawî de ez daxwaza alîkariyê dikin ku hin rêxistin xwedî li astengdaran derkevin, ji ber ku çawa mafê her kesî bi jiyanekî saxlem û nekêm heye, em jî wiha ne, bila tu kes ji bîr nekê ku em jî mirov in û mafê me yê jiyankirinê heye.”






