Remezan Olçen
Li seranserê cîhanê ji ber bêrehmiya pergala serdest a sermayedar krîzeke mezin a civakî, xwezayî heye. Civak, xweza hatiye edimandin. Derûniya jiyanê hatiye xerakirin. Li her aliyekî cîhanê hikûmdarekî megeloman li ser post rûniştiye û bi qedera jiyanê dilîze. Niha jî behsa tecrûbekirina çekên nû yên nukleerî dikin. Ev hemû bûne çavkaniya krîza mirovahiyê ku krîza hunerê jî di vir de veşartî ye.
Rêber Apo dibêje: te çi li ku winda kir li wê derê lê bigere. Motto û şîara me divê ev be. Hingê em ê bikaribin çareseyekî bibînin û ji vê rewşa ku jiyanê bênefes dihêle derkevin. Te dî huner rola xwe ya esasî xitaba li dil û mêjî ye. Bi rêya hestan ew deriyên nû li ber mirov vedike. Dibêje: dinya yek e derî hezar.
Tevî vê rewşê jî em dibînin li cîhanê derketina ji rewşa krîza di hunerê de bi rêya dahênena formên nû tê tecrûbekirin. Helbet lêgerîn baş e, feydeya xwe jî heye. Lê ev ne sûreta meselê ye. JI bo mirovahî û huner ji krîzê derkevin pêdivê bi jinûveavakirina jiyanê heye. Huner aksiyomeke di nav komeke hunermend, rewşenbîr û ronakbîran de nîne. Îmtiyazeke wisa ya teng çênake. Erê li cîhanê bi riya endustrîkirina hunerê ev rewş heta radeyekê rûniştibe jî em dibînin bi xwe re fiyaskoyên çawa tîne.
Lewre huner celebeke xweparastina civakê ye, têkoşîna ji bo hebûnê ye. Huner hebûnê dikemilîne hebûnê çêdike. Dinya bi pergala serdest a sermayedar bûye sergo, di bin giraniya vê sergoyê de dieciqe, diperçiqe. Îcar em pêşiyaz dikin ku bi rêya dengê gel a di hunerê de xwe dayî der wê sergo bê guhertin bibe gulzar û lalezar.
Ji bo wê jî mirov nikare di vî zemanî de hunermend di pozîsyona çavdêr de bibîne û wisa qebûl bike. Yan jî karê xwe tenê hilberandina hunerê jî nîne. Te dî rehmetiyê Yilmaz Guney beriya bi salan di axaftineke xwe de dibêje; “Saza destê me hewce ye weke çekê kar bike.” Ez di vû gotinê de li ser rola huner û hunermend pir tiştan dibînim û fêm dikim. Nexwe hunermend berxwedana ji bo hebûnê vediguherîen zimanekî etîk û estetîk.
Îcar di vir de em ê weke ku bi awêneyekê li xwe binêrin li civaka xwe binêrin. Li cografya Rojhilata Navîn em Kurd ji bo hebûnê têdikoşin. Îro ro hebûna êdî mîsoger bûyî dewa azadiay xwe dike. Ev azadî jî tenê azadiyeke siyasî nîne. Ez wisa yeqîn dikim ev azadî di heman demê de ji nû ve avakirina wijdanê etîk û estetîk a mirovahiya derbxwarî ye. Hingê huner dibe zimanê wijdanê û bîranîna û veguheztina vê têkoşînê.
Huner manedana jiyanê ye lê di vê serdema bêrehm a sermayedar de mane, wate hatiye qetilkirin. Ev pergal dil û mêjî kor kiriye. Dîtina çareyekî ji bo vê korbûn û tevizînê bawer dikim wê bi rêya manîfestoyeke nû ya hunerî be ku ev weke erkek eli pêş hunermendên vî gelê şoreşger.






