Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê zimanê Kurdî ji sîstema xwendinê tê rakirin

02/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li Efrînê zimanê Kurdî ji sîstema xwendinê tê rakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Di çarçoveya kiryarên dagirkeriyê yên derbarê tunekirina nasnameya Kurdî di Efrînê de, Wezareta Perwerdê ya hikumeta veguhêz xwendina zimanê Kurdî qedexe kiriye û li şûna wê zimanê Feransî daniye. Rûxmî ku zimanê Kurdî ji dema Rêverberiya Xweser û heyanî hatina Hikumeta veguhêz heta sala 2024’an berdewam dikir.

Kiryarên dagirkereiyê li ser herêmên dagirkirinî di aliyê qirkirina etnîkî, nasname û guhartina cografîk de, ji dema dagirkirina Herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ve di sala 2018’an de bi hovîtî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de gel di dirêjahiya 7 salan ji bin kiryar û hovîtiya dagirkeriyê derneketin. Ev yek li dijî tunekirina hebûn û nasnameya Kurdewarî a herêmê tê birêvebirin. Helbet ev polîtîka di asta yekemîn de ji aliyê hişmendiya dewleta Tirk a faşîst ve dihat birêve birin. Di asta giştî de dagirkerî dewleta Tirkiyê ye û di aliyê pêkanîna hemû cureyên binpêkirinên dijmirovî ji qetikirin, revandin, îşkencekirin, tecawîzkirin, girtin û talankirinê; Komên çeteyan yên ku ji laiyê dewleta Tirkiyê ve hatine xwedîkirin ve, pêk dihatin. Ev yek jî heyanî vê kêliyê li ser gelê resen tê domandin.

Piştî dagirkirinê qaşo partiyên Siyasî yên Kurd alîgirên Tirkiyê û komên çeteyan, berdewamkirina xwendina zimanê Kurdî parastin. Helbet ev ne pîvan bû ku li wê derê çand û zimanê gel wê parastî bimîne, ji ber sîstema ku di dema Rêverberiya Xweser de dihate xwendindin sîstemeke bi temamî li ser esasê danîna perwerdeya dipistanan bi zimanê Kurdî bû tevî, Babetên zimanê Erebî û Ingilîzî. Lê belê piştî dagirkirina Efrînê ev yek bi temamê hat rakirin û li şûna wê sîstema xwendinê a Tirkiyê hat danîn ku xwendina zimanê Tikî bû zimanekî fermî di bin siya dakirkirinê de.

Piştî hilweşîna Rêjîma Baas û hatina HTŞ’ê ango hikumeta veguhêz di Çileya 2024’an de, ev kiryar bi tundî dom kirin û tu guhertinek di aliyê rewşa gel û herêmê de nehat teysandin. Vê carê di Cotmeha sala 2025’an de Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz piryar da ku zimanê Kurdî bi temamî di herêma Efrînê de tê qedexekirin. Ev yek vê tekez dike ku hikumeta veguhêz rewakirina dagkeriya Tirkiyê dipejrîne, her wiha tunekirina nasnameya Kurdî ku herêmek ji sedî 97 Kurdî bû, bi van polîtîke û biryaran tune dike.

Di vê derbarê de Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye ev dabû ragihandin:

Piştî ku zimanê Kurdî li bajarê Efrîn bû zimanekî fermî ku di dema Rêveberiya Xweser de piştî 2012’an heta dagirkirina wê di Adara 2018’an de di mufredatên dibistanan de dihat hînkirin. Piştî wê, zimanê Kurdî di dibistanên Efrîn de heftê de 2-4 saetan dihat fêrkirin.

Niha piştî hilweşna Rêjîma Baas û hatina desthilatdariya hikumeta veguhêz, Rêveberiya herêma Afrînê, li gorî biryara dawî ya Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê, vê dawiyê hînkirina zimanê Kurdî li dibistan û sîstema bajarê Afrînê betal kir û li şûna wê zimanekî biyanî, bi taybetî Fransî, danî.

Di nav qurbaniyên vê biryara neheq de, mehrûmkirina bi hezaran xwendekar û zarokan ji hînkirin û fêrbûna bi zimanê xwe yê dayikê Kurdî.  Taybet ew kesên ku vê dawiyê ji deverên Rêveberiya Xweser vegeriyane û bi zimanê xwe yê dayikê yê sereke Kurdî dixwandin. Bi vê yekê re derveyî refên xwendinê man. Zanîngeha Gazîantepê ya Tirkiyê li bajarê Efrîn jî biryara xwe ya dawî ya qebûlkirina qeydkirina xwendekarên ku bawernameyên xwe ji Desteya Perwerdehiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtine, vekişand. Piştî ku di destpêka vê salê de erêkirina xwe ya qeydkirina wan li zanîngehê û berhevkirina xercên xwendina wan ragihand, niha biryara xwe ya qebûlkirina wan paşve kişandiye, û bi sedan xwendekar ji xwendin û perwerdeyê bêpar hiştiye. Parêzgarê Helebê Ezzem Xerîb di serdana xwe ya dawî ya ji bo Efrînê de, biryara rakirina zimanê Kurdî ji dibistanan bi wê yekê rewa kir ku ew biryareke siyasî ye ku dikare bi demê re were çareserkirin.

Biryareke wiha neheq û bêedalet e li hember bi hezaran Kurdan ku ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in. Ev biryar di heman demê de di çarçoveya jiholêrakirina nasnameya neteweyî ya çandî (kurdî) ya herêma Efrîn de tê.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara mamosteyên zimanê Kurdî li herêma Efrîn di navbera (300-400) mamosteyên mêr û jin de diguhere ku niha li şûna zimanê Kurdî, mijarên din ên wekî (werzîş – wênesazî – xetnivîsî – muzîk) têne erkdarkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.