Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dewleta Tirk neçar e ku gelê Kurd û nasnameya wan qebûl bike’

02/11/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Dewleta Tirk neçar e ku gelê Kurd û nasnameya wan qebûl bike’

ANF Images

Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl

Dayika Aştyê ya Bakurê Kurdistanê Qudret Eryilmaz diyar kir ku baweriya wan heya dawî bi Tevgera Azadiyê û Rêberê gelan Abdullah Ocalan heya û got, “Êdî dewleta Tirk mecbûr e gavên erênî biavêje, di heman demê de gelê Kurd û nasnameya Kurdî bi awayekî fermî qebûl bike.”

Di 26`ê Cotmehê de Rêveberiya Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê, li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku beşek ji koman gihîştine Qadên Parastina Medyayê û ew kom beşdarî daxuyaniyê bûn. Li gorî ku bi erêkirina Rêber Abdullah Ocalan re, Tevgera Azadiyê gavên dîrokî avêtin, lê heya niha dewleta Tirk a dagirker tu gavên erênî ji bo pêkanîna aştî û demokratîk ne hatiye avêtin. Di vê çarçoveyê de Dayika Aştyê ya Bakurê Kurdistanê Qudret Eryilmaz ji Rojnameya me re axivî.

‘Heya roja îro ji bo aştiyê tenê Tevgera Azadiyê gav diavêje’

Qudret Eryilmaz da zanîn ku ev gava duyemîn e ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve tê avêtin û wiha got: “Di 27’ê Sibata 2025`an de panga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk hate ragihandin, herwiha li hemû cîhanê deng veda. Bêguman Rêber Apo ji bo alozî û pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de, banga Aştî û Civaka Demokratîk çareserî dît. Ji ber vê yekê piştî banga Rêber Apo gelek guhertin û veguhertin hatin çêkirin û heya roja îro em di nava pêvajoyekê guhertinê de ne. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di çarçove û pêkanîna ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ de Kongreya xwe ya 12`mîn a Awarte di navbera 5-7`ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî. Di kongrê de gava dîrokî ya yekem hat avêtin, ew jî fesxkirina Partiya Karkerên Kurdistan PKK hat ragihandin. Partiya me ne partiyeke ku wiha bi hesanî xwe fesix bike, lê belê ji bo pêkanîn û xwedîderketina baga Rêber Apo ev gav hat avêtin. Herwiha 30 gerîlayên PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Wek tê zanîn ku di 26`Cotmehê de ji aliyê Tevgera Azadiyê ve bi daxuyaniyekî fermî ragihand ku ew hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê vekşîne, heya niha ji bo pêkanîna Aştî û Civaka Demokratîk gavên dîrokî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve tê avêtin, da ku ew hincetên dewleta Tirk nemîne, her care dibêjie pêwîst e Tevgera Azadiyê vê gevê bavêje û wiha bike. Lê niha ti hincet nema ku xwe bixapîne. Niha jî yê ku pêwîst e gavên cidî bide avêtin dewleta Tirke.”

‘Zarokên me ne berxên li ber kêrê ne’  

Qudret di berdwamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Bêguman ev gava dîrokî ya duyemîn dîsa ji aliyê Rêber apo ve hat avêtin, helbet baweriya me heya dawî bi rêxistin û Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan heye, pişta me bi wan rast û saxleme. lê em vê jî tekez dikin ku kevokek bi baskekî nikare bifre, pêwîst e dewleta Tirk jî gav biavêje, da ku aştî pêk were, ji ber ku heya dewleta Tirk gav neavêje wê baweriya me bi wê tune be. Heya roja îro bi hezaran nexweş û zarokên me di zindanan de ne û ew derfeta wan azad bike nade, gava yekem divê dewleta Tirk hemê zarok û hevalên me ji zindanan derxe. dewleta Tirk her dinava mercan de ye, dibêje pêwîste PKK`ê çekan deyine û ji çiyayên Bakur derkevin, di heman demê de dibêje pêwîst e hêzên Rojavayê Kurdistanê jî çekan deyne. Lê bila deweleta Tirk vê jî bizanbe ku zarokên me ne berxên li ber kêrê ne. Baweriya me bi dewleta Tirk tuneye, her li ser kurdan êriş, kuştin, binçavkirin û zilim died meşandin. ji ber vê yekê wê parastin ji bo me girîng be. Çawa ku dewleta Tirk pêdiviyê xwe li jiyankirinê dibîne, helbet bêdviyê me jî bi dunya û jiyankirinê heya. Bila me kêm nebîne û me qebûl bike, ji ber ku dewleta Tirk îro ew axa me dagirkiriya, û mafê me daya xwarin. Ji ber vê yekê tu mafê wî tuneya me nede qebûlkirin.”

‘Êdî dewleta Tirk mecbûr e gelê Kurd û nasnameya me qebûl bike’

Dayika Aştiyê ya Bakurê Kurdistanê Qudret Eryilmaz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk mecbûr e me û masnameya me qebûl bike û wiha doman: “Piştî ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên dîrokî avêtin, êdî dewleta Tirk mecbûr e gavên erênî bavêje, di heman demê de ku gelê Kurd û nasnameya kurdî bi awayekî fermî qebûl bike. Niha tu hinceta dewleta Tirk nema. Em dibêjin bese ji zilm û zorê re, êdî bila aştî û demokratîk pêk were, dayik jî kezebên wan şewitîn, pêwîst e ev kîn û nefret ji hole rabe. Bi vê wesîleyê di serî de jin û ciwan, em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk û sosyalîst û siyasetmedaran dikin ku xwedî li vê pêvajoya dîrokî derbikevin; ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd piştevaniyeke hîn xurtir nîşan bidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.