Idrîs Henan
Di dirêjahiya aloziya li herêmê û taybet li Sûriyê, hemû aliyên di têkoşîna rêkberiya ber bi desteserkirina desthilatdariya li Sûriyê ve, bi dehan sûcên şer pêk anîn û bendewariya gelan a bicihanîna edalet, wekhevî û demokrasiyê îzole kirin.
Girûpên çekdar ên cuda cuda û taybet ên ku vîna xwe radestî istixbarata Tirk û odeyên wê yên şerê taybet kiribûn, di oxira berjewendiyên dagirkeriyê de li gelek deran şer kirin û li Sûriyê weke kurtêlxwar êrişî vîna gelan a hebûna azad kirin. Li ser bingeha vê hişmendiya paramîlîter a ku aloziya Sûriyê bi xwe afirandiye, her komeke leşkerî, di nav de DAIŞ, HTŞ û hemû çeteyên girêdayî Tirko, li cihê ku xesib kirine, xanedaniyên destpot ên dermirovî ava kirin.
Tevliheviyek wisa aloz bi xwe re projeya çareseriyê jî tevlihev kiriye û her dosyaya ji bo çareseriyê were pêşkêşkirin, xistiye pozisyona şik û gumanê. Lew re jî, civaka navneteweyî di navbera berjewendiya global a hegemoniyê û daxwazên gelan ên jiyana azad de maye û li hemberî aloziya li Sûriyê bê helwest bûye. Nekariya bi rola belansê rabe û ne jî kariye konsepteke zelal ya çareseriyê pêşkêş bike. Vê yekê bi xwe re alozî derbasî qonaxeke kûrtir kir ku asta kirîmînal a pêvajoya aloziyê bilindtir kir. Sîstem û otorîteyên xwecihî yên teng li ser cografyayên cihêreng ên Sûriyeyê – Bakur û Rojhilatî Sûriyê jê derxîne – nikarin sentezekî çareseriya demokratîk ava bikin. Berovajî wê yekê, destpotiya amator ku bi metodên klasîk ên desthilatdariya ceribandî, bi rêbaza xweşibandina rejîma Baas û elimandinên wê, ji nû ve xwe dîzayîn kirin û her tişt li dora xwe zivirandin. Ev jî bû sersebebê ku dizî, talanî, teslîmgirtin û vîn radestkirin zêde bibe û veguherin pêlîstokên di destê neyar û dagirkeran de. Pêzanîna han, bi ketina rejîma Esad re, ji bo desthilata HTŞ bû elimandin, teqlîd û kevneşopiyek desteserkirina qesrên Şamê ku ji bilî xizmetkirina ecîndeyên derve ti xizmetek din a ji dil nakin! Ji ber vê jî ti rewatiyeke siyasî û exlaqî nagira ser xwe ku hewl dide li zeviyên Baasê tovên xwe biçine û demokrasiyê biçîne!!
Êdî mirov nikare li Sûriyê qala vîna neteweyî û serweriyê bike. Çendîn HTŞ rêbazên faşîzane yên komkujî û qirkirinê pêk bîne jî, nikare wê dûrî mentelîteya rêbir û hişmendiya çetetiyê bike. Li ser mîrata Baas û bi maska “dewleta yekbûyî” êdî berê xwe daye têgihaştina hêz û şîdetê ku temsîla vîna gelan û hevpeymana civakî nake. Li şûna ku veguhere sîstemeke siyasî karibe nûnertiya beşek civaka Sûriyê bike, bûye toreyek berjewendiyên dijber ku li gorî hinek lihevkirinên ewlekarî û aborî li ser bingeha gendelî û şeran xwe dide domandin.
Tişta ku birîna li Sûriyê kûrtir dike ew e; ev tore li şûna ku sûdê ji ezmûna demokratîk a li Bakur û Rojhilatî Sûriyê, herêmên Rêveberiya Xweser pratîze bûye, werbigire, berê xwe daye eniyên şer û provakasyonan û bijardeya demokratîkbûna Sûriyê red dike. Diyar e ezmûn û aqûbeta Baas`ê jê re nebûye ders û pîvan ku Sûriyê nikare bi yekdestariyeke navendî ya hişk were birêvebirin. Ta ku pêşeroja welat bikeve bin gerantiyê, hewceya lezgîn bi şêweyekî birêvebirina demokratîk ku hemû çand, etnîk û baweriyan dihewîne nava xwe. Divê êdî dest ji derew û nepixandinên Medya Dîjîtal berdin ku bi wereq û kertonan nabin leheng. Rewatî li paş peredeyan, di odeyên reş ên istixbarata Tirkiyê de nayê destgirtin. Rewatî bizaveke demokratîk a gelan e ku şikil û şêwazê birêveberiya exlaq polîtîk a pêşeroja welat diyar dike ye.






