Ronahî Sadûn/Qamişlo
Endamê Komîteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku banga Rêber Apo û gavên dîrokî yên ku Tevgera Azadiyê avêtine tekez dike ku gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo aştî û aramiyê dixwazin, lewra ji bo serxistina pêvajoyê gelek qonax hene ku divê dewleta Tirk li ser raweste û gotinên xwe ji tewriyê derbasî piratîkê bike.
Derbarê pêşdebirina pêvajoya ku li ser banga Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de hate destpêkirin, herwiha gavên dîrokî ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatin avêtin, Endamê Komîteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Salih Muslim bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêber Apo ve hat kir, Tevgera Azadiyê gavên dîrokî yên çek îmhaikirinê û vekişandin ji sînorê Bakurê Kurdistanê avêt, win van gavan çawa dinirxînin?
Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji berê de ji bo azadî û çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd, herwiha ji bo tevahî gelên herêmê û gelên ku di bin desthilatdariyan de zilimkarî dibînin, xwe ji bo van hemû yan berpirsyar dibîne. Ji ber wê gelek caran gav avêtine, ne ji niha ve. Ji dema şerê çekdarî dest pê kiriye, pevçûn û ewqas xirabiyên çêbibûn, tim aliyê ku aştî û aramî xwestiye, gelê Kurd, pêşengên gelê Kurd û Rêber Apo ye. Van gavên ku îro tê avêtin jî, ji bo ku şer raweste, hem jî ji bo aramiya tê xwestin ku li Tirkiyê, Kurdistan û derdorê Kurdistanê çê bibe, ev gav di vê çarçoveyê de ne.
Niha em dibînin qeyranên ku li Rojhilata Navîn çê dibin ku li her derê pevçûn, kuştin ji Xezayê bigre, Lîbya, Luban, Yemen, Îran û her der di nava vê tevilheviyê de ye. Ji bo vê yekê yê ku aştî û aramiyê dixwaz in, em gelê Kurd in. Em dixwazin bê ku em bibin bandorê van pevçûnên ku niha li derdoran ji bo berjewendiyên xwe bi hev ketine, pirsgirêkê gelê Kurd ên dîrokî bê çareserkirin, ji ber ku neyên çareserkirin her ku biçe bêtir zirarê bighîne, hem bighîne gelê Kurd û hem jî wê bighîne derdorê, ji ber wê gavên hatine avêtin jî yek ji van gavan e.
Weke win zanin jî di salê 1993’an de agirbest çê bû, lê dewletê hin leşkerê xwe kuştin, kuştina wan jî xistin destê tevgerê de û kirin behanek, da ku careke din şer dest pê bike, pê re şerekî mezin dan destpêkirin, ev hemû behane bûn ku gerîlayên azadiyê çiyayên Kurdistanê êriş dikin, da ku ew êrişên xwe li ser gerîla rewa bike. Dewletê di salê 2007, 2008 û 2015’an de jî ev rêbaz dida meşandin. Gelek caran dewletê ev yek li hemberî agirbestê pêk aniyê. Ji bo vê yekê ev gavên ku hatine avêtin, pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, ji aliyê Tevgera Azadiyê ve şerê çekdarî hate rawestandin, li ser wê bingehê jî gavên dîrokî yê çek îmhaikirinê û vekişandina jî sînorê Bakurê Kurdistanê hatin avêtin, da ku hincet di destê dewletê de nemîne û şer bidawî bibe.
Niha gavên tê xwestin ku werin avêtin, pêwîst e ji aliyê dewleta Tirk ve be. Banga Rêber Apo û gavên dîrokî yên ku Tevgera Azadiyê avêtine tekez dike ku gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo aştî û aramiyê dixwazin û yê ku her tim şer dixwaze dewlete. Ev gavên ku hatine avêtin hiştiye ku dewlet di asta navneteweyî de lewaz û asteng bibe ê ku piştgirî jî jêre dikirin NATo ye, ev hemû jî gelê Kurd qebûl nakin. Niha pêvajoyeke têkoşîneke siyasî ye ku ji her kesî re hatiye isbatkirin gelê Kurd gelekî aştîxwaze û dixwaze pirsgirêka wê were çareserkirin, aliyê ku naxwaze ev yek pêk bê jî dewleta Tirk e.
Rexmî hemû nêzîkatiyên nebes ên ji bo pêvajoyê ji aliyê dewleta Tirk û Komisyona ku hatiye avakirin, lê Tevgera Azadiyê hin gavên dîrokî avêtine, ji bo wê çi pêwîst dike ji bo serxistina vê pêvajoyê?
Tişta niha ji her demê bêtir tê xwestin ku dewleta Tirk gavên bi pratîk bavêje, rê li pêşiya kesên ku ji malên xwe derketine veke û nebe asteng. Gelek qonax hene ku divê dewleta Tirk li ser raweste, gava yekem jî binpêkirinên qanûnî ne. Ji ber ku di bin navê binpêkirinê qanûnî de bi hezaran kes ên ku bi zimanê Kurdî axivîne, gotina PKK’ê anîne ziman û hwd… dewletê kir hincet ku van kesan heya roja îro di zindanan de bihêlin. Ji ber vê yekê pêwîst e di destpêkê de binpêkirinên qanûnî werin sererastkirin û ev kes werin berdan. Ev yek jî, ji berlemanê Tirkiyê û Komisyon ku hatiye avakirin tê xwestin. Lê mixabin heya roja îro tişteke nehatiye xuyakirin û zelalkirin ji vê komisyonê. Ema em bi hêvîne ku di rojên pêş de dewlet jî gavan biavêje. Herwiha ya girîng ku pêwîst e bawerî were çandin di vî warî de, bi taybet li cem Kurd baweriyê bide avakirin.
Her nîqaşek di aliyê siyasî de tê kirin, dewleta Tirk şertan dike ku dibêje divê Kurd vê gavê bavêje, ez ê jî vê bavêjim, lê tevî gelê Kurd gelek gav avêtin, hîna jî gotinên dewleta Tirk di tewriyê de ne. Di sala 2009’an de dîsa gerîla ji bo aştiyê vekirişandin pêk anî. Lê dewletê êriş nedan rawestandin, îsal jî eyîn tê jiyankirin. Di 26’ê Cotmehê de Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyeke ferîm ragihand ku ew jî sînorê Bakur vedikişin, da ku aştî pêk bê. Li gorî van gavên dîrokî ku têne avêtin jî, dewleta Tirk her di êrişên xwe de bi israre.
Bêguman Tevgerê Azadiyê û gelê Kurd ji bo van êriş û kiriyaran, amadekariyên xwe baş girtine. Mirovek eger rastî pêvajoya aştiyê bixwaze, wê şerê çekdarî û nifertê ji holê rake û pêwîst e dewlet vê fêm bike. Ev ji her alî jî tê xwestin ku fêm bikin. Lewma divê di rêya nîqaşên siyasî de, fêmkirin were çêkirin û ev dem dema pêkanîna aştî û civaka demokratîk e. Em jî bihêvîne ku dewleta Tirk, Tevgera Azadiyê dîsa mecbûr neke ku careke vegerin sînor.
Di daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya vekişandina ji sînorê Bakurê Kurdistanê de ev bang hatibû kirin; banga me di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelê me ye, pêvajo ne ew pêvajoya ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, lê pêvajoya ku bi têkoşîna rêxistinkirî, avakirin, qezenckirina jiyana azad û demorkratîk e, win vê bangê çawa dinirxînin?
Tevgera Azdiyê û tevahî gelê Kurd istratîjîyeke xwe ya xurt çêbûye ku gihaştiye astekê xwe nas bike, dijminê xwe nas bikin û çawa nêzî wan bibe. Ji ber vê yekê li gorî vê pêvajoyê xebatên siyasî bêtir encamê digire. Dibe ku dema ev gavên vekişandinê hat kirin, di nava gel de rêfilêkis derket, lê ev hemû ji berjewendiyên gel e, hem jî ev yek li cîhanê tevahî deng veda. Heta ew dostên dewleta Tirk ê ku nikarîbûn tiştekî bêjin, niha ew jî ketine tevgerê û dixwazin dewleta Tirk gavên bi erênî bavêjin. Ev hemû nayê wê watiyê ku gelê Kurd li vir rawestiya, lê berovajî wê asta têkoşîna siyasî û hemû aliyan bilindtir bûye. Helbet heger tevgerek pêşengên wê jin û ciwan bin, wê teqez bikser bikevin, ji ber di nav evqas salan de berpirsyarî girtine ser milê xwe û xwe birêxistin kirine. Gelê Kurd li her derê tişta jê tê xwestin xwe birêxistin bikin, armanca mafê xwe nas bikin û asta têkoşînê li ser binghê diplomasî û siyasî xurt bikin. Ya herî girîng jî em xwe berpirsyarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibinîn û azadiya wî misoger bikin.






