Ahmet Aktaş
Tevgera Azadiya Kurdistanê, di 26 Cotmeha 2025’an de, bi civînek çapemeniyê, vekişana gerîla ji Tirkiyê, ber bi qadên parastinê medyayê ragihand.
Ev jî, gavek giring a nû a dewama pêngava pêvajoya çareseriyê ye.
Bi vê gavê re, divê êdî qonaxa 2’an a pêvajoyê dest pê bike.
Qonaxa yekê, her çendîn hêdî meşiya û gelek mijar bi derengî ketibûn jî, hinek gavên giring jî hatin avêtin.
Weke mînak:
Ji aliyê Tevgera Azadiyê ve, li ser banga Rêber APO ya 27’ê Sibatê, hema piştî wê bi rojekê di 1 Adarê de agirbest hat ragihandin û yek çalakiyek leşkerî rû neda.
Bi vê gava vekişandina gerila re, zemîna şer daket asta herî lawaz, ji ber ku bi xurtî bingeha provakasyonan ji holê hatin rakirin.
Ji aliyê dewletê ve, her çendîn paralelî Tevgera Azadiyê pêngav bi xurtî nehatibîn avêtin jî, hinek gavên erênî jî hene weke; avakirina Komisyona Parlemena Tirkiyê, rawestandina an kêmkirina êrîşên leşkerî û hwd.
Li ser vê gava nû, êdî zemînê despêkirina qonaxa 2’an a pêveajoyê gelek xweştir bû.
Di vê qonaxê de, weke ku di banga despêkê ya Rêber APO de hatibû gotin, divê bi lez pêdiviyên şaxê yasayî/huqûqî û siyaseta demokratî werin bicih anîn.
Ev kar jî, pêşî dikeve ser milê komisyon-parlemen û bi giştî mekanizmayên dewletê. Berî her tiştî divê Rêber APO azad bibe.
Heke ev gav neyên avêtin, zemînê provakasyonên piralî wê werin xweşkirin.
Hema, em hinek provakasyonên ku bûbûn sedemên xerakirina agirbest û pêvajoyên berê bînin bîra xwe; kuştina 33 eskerên li Çebaxçûrê, kuştina 2 polisên li Serêkaniyê û hwd.
Erê, çendîn zemînê provakasyonan lawaz bûbin jî, hinek aliyên derve û hundir û hinek dewletên berjewendên xwe di şer de dibînin hene, li benda valatiyekê ne, da ku vê pêvajoya çareseriyê jî xerab bikin.
Bi zaneyî an bi nezanî yên li dijî vê pêvajoyê hene, divê ev were dîtîn û pêşî li van xerabkaran werin girtin, loma divê him Tevgera Azadiyê û him bi giranî aliyên dewletê bi hişyarî û amadekariyên xurt û lezgîn tevbigerin.
Bi taybetî jî, divê zimanê negatif ê çapemeniyê û medyayê ku pêşiyê li provakasyonan vedikin, bi lez werin guhertin. Berevajî divê zimanê pozîtîf ê çêker were bikaranîn.
Şerd û mercên Rojhilata Navîn li ber çavan e ku çendîn ber bi şer û cenga berfireh diçe; him bi taybetî û him bi gelemperî.
Hemû dewletên hegemon, ji bo di cenga cîhanî ya 3yan de destên xwe xurt bikin, bi hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî, aborî û teknîkî, xwe li Rojhilata Navîn bicih dikin.
Weke piraniya şîrovekaran jî dibêjin; li vê herêmê welatê weke navend, xwedî erdnigariya jeopolitik a herî goncaw Kurdistan e û her wiha xwedî hêza herî mezin a hişmnedî û rêxistinî jî gelê Kurdistanê ye.
Rêber APO, aşkere ji her alî re û bi taybetî ji rayedarên dewleta Tirk re dibêje, “kî hevalbendiya gelê Kurdistanê bike, ew ê serkeftî be û wê, ji malxerabiya giran a şerê cîhanê 3yan, bi ziyana herî kêm rizgar bibe!
Jixwe stratejiya nuh a Tevgêra Azadiyê tê zanîn, ne şerê çekdarî ye, siyaseta demokratî ye. Êdî herkes û zanebûn û xîreta xwe!






