Îsyan Karadeniz
‘‘ Tê gotin ku femînîst dibêjin çima mêrek pêşengiya tevgera jin a Kurd dike. Mafdar in, xweziya jinan karîbûya ev pêşengî bikiraya. Min jî ev gelekî dixwest. Mixabin li derveyî tevgera Kurd jî, bi giştî jî hîn ev pêşengtî derneketiye holê. Min her tim got, divê jina azad çawa be û ji bo wê proje, teorî çêkirin; min bîrdoziya azadiya jinê û Jîneolojî pêş xist, min ev gihand hêza rêxistinbûnê. Min ji bo veguherandina mêr û bi rêya jinê azadkirina civakê hewldan kir, xebat meşand. Ji bo ku bibim zarokekî hêjayî xwedawendan, min ev yek kiriye. Ez bendewarim ku hun bi vê rastiya min, min bi awayekî rast fêm bikin.’’
Ji bermahiyên xwezaya civakê heya roja me ya iro her tim damarekî berxwedêr a jinan û şopekê zindî ku li pêy xwe hiştine hene. Lê belê li ser vê axê pêşengên gel her tim hatine qetil kirin û negihiştine rêxistinbuyinekî bi domdar. Bi derketina Rêber Apo ve di milê jinê de jî ev lêgerina azadiyê rêyekî derketinê peyda kiriye; pêşeng û fermandarên hêja afirandiye. Di serî de di şexsê Ş. Sara, Ş. Azime, Ş. Besê Anûş, Ş. Bêritan, Ş. Zilan û gelek jinên têkoşer ku di salên destpêka avabuna rêxistinbun û artêşbuna jinê de rolekî sereke lîstine û gelek jinên têkoşer a di nava Tevgerê Azadiyê Jinê de rol û misyonên wiha girtine ser milên xwe hene. Ji çiya heya deşt û bajaran jinên pêşeng ên mîna Ş. Arîn, Ş.Barîn û Ş. Avestayan derketiye holê. Ger mirov bixwazî van navan zêdetir bike listeyekî dirêj derdikevê pêşberî me. Têkoşîn û ezmûnên van a jiyanê pir fêrker e û gelek ji van bûne mijara stran û romanan. Her yek ji me parçeyekê vê têkoşinê ye. Em jî di navenda vê şerê dijwar de ne lê di warê naskirin û zanînê de em çiqas xwedî hewldan in ev mijara niqaşê ye.
Erk û misyonê ku dikeve ser milên jinan di vê pêvajoyê de hîn zêdetir e û Rêber Apo jî di nameya xwe de ji bo na vê berpirsiyartiyê dibejê; ‘‘ Ez dizanim ku wê jin pêşengiya pêvajoya “Aştî û demokrasiye” ya ku em hewl didin pêş bixin, bikin.
Ew xwediyên ji nîviyê zêdetirî serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin in. Bawer dikim ku wê ji niha û pê de jî pêşengiyê bikin û dibêjim ku ji niha û pê de jî, ez ê her tim qasî ku hun pêdivî dibînin bi we re bijîm û bi we re bim.’’
Heger Rêber Apo bi vê hêst û nêzikbunê ve me his dike û bi me re ye vê çaxê tiştê ku dikarî li pêşiya me bibe asteng heye gelo?
Hêza jinan a birêxistinkirî, xwedî azwerî, bi çalak hebe ger, kijan hêz dikarî herîkîna wan bide sekinandin?
Li vir yê esas ketina ferqa hêza xwe ya rêxistinbuyînê ye. Wekê ku Rêber Apo jî tîne ser ziman heger armanca jinê mîna tavê zelal be wê dikarê rê û rêbazê xwe peyda bike.






