Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Kampanyayên jinên ciwan xwedîderketina li nameya Rêber Apo ye’

02/11/2025
in JIN
A A
‘Kampanyayên jinên ciwan xwedîderketina li nameya Rêber Apo ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Berdefka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîtan Efrîn da zanîn ku kampanya Jinên Ciwan di 7’ê Cotmehê li Kobanê bi silogana “Bi hevaltiya komînal bi Rêbertî re bijî û kom bibe” hat ragihandin û got, “Ev kampanya xwedîderketina li nameya Rêbertî ya ji bo ciwanan e”

Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek xebat û çalakiyên bi hebet lidar xistine. Di heman demê de di aliyê rêxistinkirin û perwerdekirina ciwan û jinên ciwan de, her li qadan e. Di van demên dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi kampanya kirin. ji bo em bêhtir li ser vê xebatê têbighêjin Berdefka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîtan Efrîn ji Rojnameya me re axivî.

‘Wê kampanya 4 heyvan dewam bike’

Bêrîtan derbarê naveroka kampanyayê de wiha anî ziman: “Ev kampanya di 7’ê heyva Cotmehê li Kobanê bi diruşmeya “Bi hevaltiya komînal bi Rêbertî re bijî û kom bibin” hat îlankirin. Peyva kom bibin wê peyveke sereke di hemû siloganên di çalakiyên me de bêne lidarxistin de be. Mînak; “Ji bo xweparastin kom bibin, ji bo rêxistibnbûyînê kom bibin, li dijî tundiyê kom bibin hwd”. Wê ev kampanya bi vê yekê bê naskriin her wiha wê 4 heyavn dewam bike, wê heyanî heyva Sibata 2026 dewam bike. Bi taybet ev kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, hemû çalakî ji komxebat, semîner, konferans û hwd wê ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertî bin”.

Bernameya kampanyayê derket

Bêrîtan di berdewamiya axaftina xwe pilansaziya vê kampanyê bilêv kir û wiha got: “Ji bo vê kampanyayê pilannameyeke têr û tijî derket. Wê sê komxebat li ser asta herêma Cizîr, herêmên Rizgarkirî û herêma Firatê bên lidarxistin. Di heman demê de weke em dizanin di heyva pêşiya me de meha tundiya li dijî jinê ye, wê di vê derbarê de jî çalakî û xebat bên orgenîzekirin, lê belê ev çalakî wê di bin navê kampanyayê de bên amedekirin. Helbet wê ev komxebat ji aliyê me ve bên orgenîzekirin, lê hemû kes, rêxistin, sazî û tevgerên jin wê tê de beşdar bibin. Her wiha wê konferans jî bê çêkirin lê hê dîroka wê nehatiye zelalkirin. Bi taybet ji bo tundiya li dijî jin wê di 24’ê Mijdarê de bi êvarê wê meşa meşele ya jin bê lidarxistin. Wê di asta rêveberiyan de perwerdeyek 6 rojan li ser parêznameya Rêbertî bê dayîn. Wê komînên jinên ciwan di bajaran de bên rêxistinkirin, ji ber di bin navê “Kom bibin” de wê komînên xwe ava bikin, wêne wê li ser dîwarên di kolanan de bên xêzkirin, giropên perwerdeyê yên biçûk wê bên avakirin, di heman demê wê filêksa kampanyayê li hemû bajaran bi beşdarbûna jinên ciwan bi cil û bergên Kurdî bên daliqandin, broşor wê bên amedekirin û belavkirin.

Her wiha di nava vê kampanyê de hemû şaxên jinên ciwan yên di partî, sazî û desteya ciwanan de cihê xwe tê de digrin. Hemû beşên jinên ciwan wê bi insiyatîfên xwe li cihên ku rêxistina xwe avakirne de çalakiyan di bin navê vê hemleyê de orgenîze bikin. Mînak wê Desteya Ciwan û Wezîşê çalakiyên sporî lidar bixe, her wiha Ofîsên Jinên Ciwan yên di PYD’ê û MSD’ê de komxebatan amede bikin. Tevgera Xwendekaran jî wê cihê xwe tê de bigrin. Êdî wê di pêşerojê de her kes wiha xwe birêxistin bikin”.

‘Ev kampanya xwedîderketina li nameya Rêbertî ye’

Bêrîtan di dawiyê de da zanîn ku ev kampanya xwedîderketina li nameya Rêbertî ya ji bo ciwanan e, her wiha ji ber çi ev kampanya bi taybet li Kobanê hat destpêkirin û wiha pê de çû: “Bi destpêkirina banga “Aştî û Civaka Demokratîk” re Rêbertî nameya dîrokî ji hemû ciwanên Kurdistanê re rê kir ji ber wê jî em jî ji bo ku xwedî li wê bangê derkevin, me ev kampanya da destpêkirin. Di heman demê me çima ev kampaniya bi taybet li Kabanê dest pê kir, ji ber taybetmendiyeke cuda ya Kobanê ji bo Rêbertî heye, yekemîn car dema derbasî Rojava dibe derbasî Kobanê dibe ji ber wê jî me xwest em vê kampanyayê ji cihê yekemîn yê ku Rêbertî tê de li Rojava ma ye dest pê bikin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.