Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Zimanê çapemeniya Dewletê  ne zimanê demokrasiyê ye’

01/11/2025
in NÛÇE
A A
‘Zimanê çapemeniya Dewletê  ne zimanê demokrasiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran

Rojnamevan Zeynep Durgut destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de çapemenî weke hêza cîhanî ya yekem tê pênasekirin, ji ber wê di guhertin û veguhertina civak, gel û netewan de roleke esasî û dîrokî dilîze. Herwiha Zeynep Durgun diyar kir ku di pêkanîna armanca pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, çapemenî roleke mezin dilîze û di pêkanîna demokrasiyê de jî xwedî ciheke girîng e

Di derbarên kiryarên dewleta Tirk yên li ser Rojnamevanan Di van salên dawiyê de, li Bakurê Kurdistanê, rewşa çapemeniyê azad bi awayekî aşkere nîşan dide ku mafê ragihandinê hîn jî di bin xetereyê de ye.  Rojnamevan Zeynep Durgut bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye.

–Li Bakurê Kurdistanê ji liyê dewleta Tirk ve  binpêkirinên li ser rojnamevanan her roj zêde dibin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ji salên 90’an vir bi taybetî jî êrişên li ser çapemeniya azad her tim hebûn. Ev êriş tu carî kêm nebûn. Di van salên dawiyê de, li Bakurê Kurdistanê, rewşa çapemeniyê azad bi awayekî aşkere nîşan dide ku mafê ragihandinê hîn jî di bin xetereyê de ye.  Rojnamevan û medyayên serbixwe, bi taybetî yên ku derbarê binpêkirina mafên mirovan jî li ser  mijarên siyasî dixebitin, gelek caran bi rêbazên cûda rastî êrişan tên. Rojnameger ne tenê rastî êrişên dewletê yê girtin û sansûrê tên, di heman demê de bi gefên mirinê re jî rû bi rû dimînin. Li bakur kontrola siyasî ya li ser medyayê pir zêde ye.  Qanûn û pergalên dadgehî yê ku divê parastina azadiya ragihandinê bikin, berovajî vê dikin. Rojnamegerên ku heqîqetê dinivîsin û bi raya giştî re parve dikin tên cezakirin û der barê wan de lêpirsîn û doz tên vekirin. Helbet ev rewş bandoreke neyînî li ser civakê jî dike. Dema ku nûçe û agahî di bin kontrola hêzên siyasî û desthilatdariyê  de dimîne civak jî ji rastiyê dûr dikeve û bi vî awayî mafê civakê yê rastî hînbûn û agahdarbûnê tê binpêkirin. Êrişên li dijî çapemeniyê  ne tenê binpêkirina mafê rojnamegeriyê ye. Dema ku çapemenî nekarî bi awayek azad nûçe bikişîne û raya giştî re parve bike civak ji rastiyê bêpar dimîne. Şaşitî çi be wê dizane û bi wê şaşitiyê re pêşerojê saz dike. Di hiş de teslimiyet çêdibe Yek ji armancên van êrişan jî ew e ku civak di taritiya ku tê de difetise rastiyê nebine. Ji ber wê heta ku heqîqet ragihandin azad nebe nepêkane ye ku em qala civakeke demokratik jî bikin. Desthilatdariya heyî dixwaze ku bi riya çapemeniyê civakê bêdeng bike. Çimkî dizane ku yê ku civakê têxe lîv û tevgerê çapemeniye. Ji ber wê bi doz vekirinê, bi gef xwarinê, bi girtin û binçavkirinan hem dixwazin nûçeyên ku tên parvekirin îlegalîze bikin û hem jî wê têkiliya civakê û baweriya civakê ya bi taybetî jî li dijî çapemeniya azad bişkînin.

-Ev yek wê çawa bandorê li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk bike?

Di sedsala 21’emîn de çapemenî weke hêza cîhanî ya yekem tê pênasekirin. Ji ber wê di guhertin û veguhertina civakan, gelan û netewan de roleke esasî û dîrokî dilîze.Di pêkanîna armanca pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de, çapemenî roleke mezin dilîze û bi cihkirina demokrasiyê de jî xwedî ciheke girînge. Çapemenî çi binivîse û çawa ragihîne civak ji wê bawer dike. Dema ku em li çapemiya aligir dinerin em dibinin ku wî zimanê xwe yê terorî didomîne, hişê civakê şolî dike. Ew bi vî zimanê xwe civakê ji hev veqetîne. Û di nav civakê de koman diafirîne ku hem yên piştgirîya aştî û hem jî şer dikin çê dike. Ev pêvajoye hatiye destpêkirin heta niha di zimanê çapemeniya aligir de guhertin çênebû ye. Ji hêla desthilatdariyê ve jî ti mudexele nayên kirin. Berovajî wê çapemeniya azad yan jî hin rojnameger serbixwe yê ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê rastî êrişan tên. Ji ber wê heke ku armanca dewletê ya sereke û ya esasî bi rastî jî “aşitî” ya bi gelan re be divê ku destpêkê vî zimanê ku civakê jehrî dike biguherîne. Di vê pêvajoyê de dilsoziya dewletê zimanê çapemeniyê ye. Bila dewlet destpêkê zimanê çapemeniya xwe sererast bike. Ev ziman ne zimanê aşitiyê ye, ev ziman ne zimanê demokrasiyê ye û ev ziman ne zimanê avakirina jiyaneke nû ya wekheve. Ev ziman ji hev dûr dixe, ev êrişên li ser çapemeniya azad a astengkirin û xetimandina vê pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê, berî her tiştî, divê zimanekî çapemeniyê yê demokratîk were afirandin. Ev pêvajoye encax bi vî zimanî dikare biserbikeve. Heke ku hûn zimanê ku xîzmetê ji vê pêvajoyê re dike bêdeng bikin û yê ku pêvajoyê jehrî dikin jî azad bihêlin nepêkane ye ku civak demokratik bibe û aşitiyeke mayinde jî pêk were.

-Di vê Pêvajoyê de armanca dewleta Tirk çiye ku van kiryaran li ser Rojnamevanan dike ?

Bi bêdengkirin û îlegalîzekirina çapemeniya azad, dewlet dixwaze civakê bixe di bin kontrola xwe de. Dixwaze civakê qanihî gotinên xwe bike. Hewl dide xwe wekî qehremanê pêvajoyê nîşan bide. Hewl dide civakê qanih bike ku wê “Tirkiyeyek bê teror” ava kiriye. Bi terorîzekirina Kurdan, vê yekê wekî destkeftiya xwe pêşkêşî raya giştî dike.Û vê yekê bi êrîşkirina ser çapemeniya azad dike.Dewleta tirk hewl dide ku têgihîştina civakê biguherîne. Dema ku mirov bala xwe didê her tim di ragihandinên xwe de pêvajo weke ku wan daye destpêkirin û weke ku tevgera kurd nêçar maye didin nîşandin. Heta ku di pêngava dîrokî ya PKK’ê jî weke teslimiyet didin. Hewl didin ku civak jî bi vê yekê bawer bike. Desthilatdariya AKP’ê kirinên xwe yên 23 salan dê nikaribe bi vê pêvajoyê bide jibîrkirin. Gel dizane baweriya xwe bi kê bîne. Ev hemû êrîş û hewldanên bêdengkirina wan nîşan didin ku gel êdî baweriya xwe bi wan nayne, bi çapemeniya wan a aligir nayîne. Niha, AKP siyaseteke hevsengiyê dimeşîne. Lê gel baweriya xwe bi Rêber Apo tîne û bi bawerin ku ev pêvajo bi hewledayinên wî, keda wî û nexşeraya wî ya nû dê bi serbikeve.

–Hûn wek rojnemevan we çi gavan avêtiye, ji bo ku ev kiryar bên rawestandin  Erka ku dikeve ser milê Rojnamevanan çiye?

Heta niha, der heqê me de bi dehan lêpirsîn, doz hatin vekirin û em gelek caran hatine binçavkirin û gef li me hatiye xwarin. Lêbelê, di nivîsandina rastiyê de û ragihandina heqîqetê de me tu caran gav paşve neavêt. Ji ber ku em dizanin rêya avakirina civakeke aşitî û demokratîk nivîsandina rastiyê ye.Em rojnamegeriya aştiyê dikin. Her ku êrîş zêde dibin, em bêtir bawer dikin ku em rast in û di rastî nivîsandinê de bêtir israr dikin. Bersiva me ya ji van êrîşan re ew e ku em bêtir nûçeyan binivîsin û bêtir bixebitin.

–Gelo we têkilî bi ti aliyên navnetewî yê ragihandinê re kiriye, û bersiva wan çi bû?

Belê, dema ku em rastî êrîş û binçavkirinan tên, rêxistinên rojnamevanan ên navneteweyî bi me re têkilî datînin û piştevaniya xwe  pêşkêş dikin. Lê ev têrê nake. Ji bo vê pêvajoyê piştevanî tenê têrê nake. Bêyî ku em xwedî kîjan bîrdoziyê bin divê em rojnamegeriya rastîn biparêzin û ji bo wê jî tebikoşin. Ji bo vê yekê jî divê ku  em hîn bêtir bibin tifaq  û vê yekitiyê li cih û deverên cûrbecûr bi dengekî bilind bînin ziman.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.