Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nakokiya Eniya Radîkal Li Dijî Hikûmeta Colanî

01/11/2025
in NÛÇE
A A
Nakokiya Eniya Radîkal Li Dijî Hikûmeta Colanî
Share on FacebookShare on Twitter

 Botan AMED

Di Cotmeha 2025’an de li Idlibê nakokiya di navbera El-Tehrîr, komên Tirkistanî û şervanên biyanî de, meşrûbûna hikûmeta demkî ya bi serokatiya Colanî bi awayekî giran lawaz dike. Siyasetên tasfiyekirina HTŞ’ê û têkiliyên wê yên bi Rojava re, di qadê de şikestinên birdozîk û stratejik dihêle.

Ji Cotmeha 2025’an ve pêşveçûnên li Idlibê, nîşan didin ku nakokiyên navxweyî di navbera komên radîkal ên herêmê, hikûmeta demkî ya Colanî û şervanên biyanî de kûr dibin. Girtinên Partiya El-Tehrîr El-Îslamî, girtina serokên Tirkistanî û pevçûnên li Harîmê yên bi komên bi eslê Fransî re, nîşana muhtemel hesabên navxweyî yên çekdarî ne. Ev tablo, meşrûbûna hikûmeta demkî ya bi serokatiya Colanî dixe lêpirsîne û bigehê ji bo avabûna hevpeymaniyên nû di navbera komên radîkal de amade dike.

DERKETINA PARTIYA EL-TEHRÎR YA LI DIJÎ HILBIJARTIN Û GIRTINAN

Partiya El-Tehrîr El-Îslamî, di 10’ê Cotmehê de li bajarê Sermeda bi belavkirina broşûran hilbijartinên hikûmeta demkî rexne kir. Di broşûran de hate îdiakirin ku hikûmet avahiyek lîberal e, lê bi cilên îslamî gel dixapîne. Partiyê gel gazî kir ku beşdarî hilbijartinan nebin. Ev gazî, bersivek li hember meylên laîkbûnê yên hikûmeta demkî bû. Partiyê parast ku hilbijartin li gorî qanûnên Xwedê nînin û gel vexwend ku nasnameya xwe ya olî biparêze. Piştî vê çalakiya propagandayê, hin serokên wekî Ebû Enas Idlib ji aliyê hêzên Ewlekariya Herêmî yên girêdayî hikûmeta Şamê ve hatin girtin. Ev girtin, ji aliyê El-Tehrîr ve wekî nîşanek siyasetên dijî Îslamê yên hikûmeta demkî hate şîrovekirin. Partiyê girtina kesên ku li Şamê fikra xîlafetê diparêzin jî şermezar kir û diyar kir ku hikûmeta Colanî di nava meylek bi piştgiriya Rojava de ye. Partiya El-Tehrîr bi serokên çeteyên biyanî yên Uygur û Çeçenî re gelek civîn lidar xistin ji bo avakirina yekîtiyê û pêkanîna çalakiyên îslamî, herwiha gelek semînerên derbarê xîlafetê de lidar xistin.

SEFERBERIYA ŞERVANÊN TIRKISTANÎ Û XWENÎŞANDANÊN LI ELDANAYÊ

Piştî van pêşveçûnan, bi girtina serokên leşkerî yên bi eslê Tirkistanê re li herêmê rewşek seferberiyê çêbû. Li kasaba Eldanayê malbatên cîhadîstan xwenîşandan lidar xistin, hin şervanên Tirkistanî li herêmê bi cih bûn. Komên Tirkistanî ragihandin ku heke girtî neyên berdan, ew ê êrîşî zindanan bikin. Hikûmeta Şamê, giraniya van gefan fam kir û dest bi nirxandina derxistina endamên DAIŞ’ê û Huras el-Dîn ji zindanan kir.

ZEXTA HTŞ’Ê YA LI SER KOMÊN BIYANÎ

Zextên HTŞ’ê yên li ser komên radîkal ên biyanî jî bûne aliyekî balkêş. Girtina Ebû Ducane ji aliyê HTŞ’ê ve, li medyaya civakî deng vedaye. Şervanên biyanî dest pê kirin ku fam bikin HTŞ dixwaze wan tasfiye bike û rola wan li Sûriyê bi dawî bike. Ev hişyarbûn, bû sedema avabûna cepheyek yekbûyî li dijî HTŞ’ê û derketina muhtemeliya şoreşek li dijî hikûmeta Colanî. Pevçûnên li Hezîmê û derdora wê, nîşan didin ku HTŞ bi awayekî sîstemek komên biyanî ji derve dike.

PEVÇÛNA ÇEKDARÎ YA LI HARÎMÊ BI ŞERVANÊN FRANSÎ RE

Ev nakokî li navçeya Harîm a Idlibê veguherî pevçûnek çekdarî ya rastîn. Pevçûna çekdarî ya di navbera komên radîkal ên bi eslê Fransî û hêzên ewlekariyê yên HTŞ’ê de, baweriya komên biyanî bi HTŞ’ê hîn bêtir lawaz kir. Ev pevçûn, encama hewldanên HTŞ’ê ye ji bo zêdekirina kontrola xwe ya li ser şervanên biyanî. Di heman demê de, muzakereyên hikûmeta Colanî yên bi Ewropa û DY’ê re, di navbera komên radîkal de nerehetiyê çêdike û dibe sedem ku ev kom têkiliyên xwe yên bi hikûmeta Şamê re ji nû ve binirxînin. Bi taybetî, hate şîrovekirin ku HTŞ nasnameya xwe ya cîhadî terikandiye û li pey meşrûbûna navneteweyî ye.

TÊKILIYÊN COLANÎ BI ROJAVA RE Û BERSIVÊN LI QADÊ

Lêgerîna meşrûbûna navneteweyî ya hikûmeta Colanî, ji aliyê komên radîkal ên qadê ve wekî xiyanet tê dîtin. Herwiha di nûçeyek taybet din a ku ji lêkolîn org. ve hate weşandin de, hate gotin ku planên stratejik ên MÎT’ê yên bi rêya HTŞ’ê û DAIŞ’ê, xwedî potansiyela guhertina hevsengiyên qadê ne. Tê fêmkirin ku ev plan, bi armanca tasfiyekirina HTŞ’ê ji şervanên biyanî û avakirina mîmarîyek ewlekariyê ya nû bi rêya Tirkiyê ve girêdayî ne.

AVABÛNA CEPHEYA YEKBÛYÎ YA LI DIJÎ HTŞ’Ê

Bi giştî, ev pêşveçûnên li Idlibê ne tenê leşkerî, lê di heman demê de şikestineke birdozîk û sosyopolîtîk temsîl dikin. Helwesta El-Tehrîr ya li dijî hilbijartinan, gefên Tirkistaniyan, siyasetên tasfiyekirina HTŞ’ê û pevçûnên li Hezîmê, tabloyek ku meşrûbûna hikûmeta Colanî dipirse derdixe pêş. Heke ev pevçûn berdewam bikin, li herêmê hevpeymaniyên nû dikarin bên avakirin, cepheyek yekbûyî ya li dijî HTŞ’ê dikare pêk were û Idlib dikare bikeve nav şerê navxweyî yê çekdarî yê berfireh. Di heman demê de ev pêvajo, awayên mudaxeleya aktorên derve yên li herêmê jî bandor dike. Muzakereyên bi Rojava re, ji aliyê komên herêmî ve wekî xiyanet têne dîtin, lê muhtemel lihevkirinên bi hikûmeta Şamê re, dikarin pozîsyonên stratejik ên komên radîkal ji nû ve şekil bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.