Rola Mihemed
1′ê Mijdarê Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê re weke hevgertina gelan tê nasîn. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrişî bajarê Kobanê kiribû, lê berxwedana gel û şervanan DAIŞ têk birin.
1’ê Mijdarê roja piştgiriya bi berxwedana Kobanê re
1′ê Mijdarê ango Roja Piştgiriya bi Berxwedana Kobanê ya Cîhanê re qonaxeke dîrokî di yekîtiya civakî ya li hemberî xetereya DAIŞ′ê de bû, vekir.15′ê Îlona 2014′an, çeteyên DAIŞ′ê bi hemû hêzên xwe yên tundirew ji 3 aliyan ve êriş li dijî bajarê Kobanê dabûn destpêkirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca wêrankirin û dagirkirina Kobanê di Çileyê 2014’an de êrişî bajarokê Sirînê û gundewarên wê kiribû. Êrişa ku bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê tev lê bibûn, wekî êrişa herî mezin a DAIŞ′ê di dîroka Sûriyê de bû. Tevahî cîhan digotin, Kobanê ket, lê gelê Kobanê dengê berxwedanê li hemû cîhanê da bihîstin.
DAIŞ’ê ji sedî 80’ê bajarê Kobanê wêrandkiribû
Di encamê êrişên DAIŞ′ê ya hov de gelê Kobanê koçberî Bakurê Kurdistanê bûn, nêz 9 mehan li wir man. Gelê Bakurê sînor derbas kirin ku pêştgiriya Kobanê kiribûn. Çeteyan hemû cureyên çekên giran bi kar anîn, 5’ê Cotmehê 9 hezar çete derbasî Kobanê bûn û şerê kolanan dest pê kir. Bajarê Kobanê ji sedî 80’ê wêran bû. Gel û şervana ji bo Kobanê li hember çeteyan berxwedan.
Şervanên YPJ’ê û YPG’ê bi vîna xwe şerê hebûn û azadiyê meşandin
Li hember vê şervanên YPJ’ê û YPG’ê bi vîna xwe şerê hebûn û azadiyê meşandin. Bi berxwedaniya bêhempa ya gel û şervan Kobanê mohra xwe li sedsala 21’an xist. Asta berxwedana ku şervanan nîşan dida bandoreke mezin li raya giştî kir.
1’ê Mijdarê weke roja Kobanê ya cîhanî hat ragihandin
Destana Kobanê wîjdanê bi hezaran welatên Ewropa û Rojhilata Navîn hişyar kir. Lewra 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Piştgirî û baweriya Kurdistaniyan û cîhanê ya bi şervanên YPJ’ê û YPG’ê vediguhere israra serkeftinê.
Di kolanên Kobanê de çeteyên DAIŞ’ê têk çûn
Şervanan ji 11’ê Cotmehê heta 19’ê Cotmehê kolanên sereke û stratejîk rizgar kirin û çeteyên DAIŞ′ê têkçûn. 27’ê Çileya 2015’an de bi berdelên giran şervanên YPJ û YPG’ê mizgîniya serkeftina şervanan a li dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina Kobanê hatibû ragihandin. Qelenê rizgarkirina wê giyanê zêdetirî 400 û 20 şervanan bû. Qelenê welat giran e. Lê belê şerê Kobanê bi fermandar û pêşengên jin navdar e.
Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan li Miştenûrê cîhan hejand
Çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ku 5’ê Cotmehê li Miştenûrê pêk anî, cîhan hejand. Li ser şopa Arîn, gelek jinên mîna Rêvan, Rûken Sîpan, Zehra Penaber û hwd, canê xwe fedayî axa welat kirin. Di her kolaneke bajarê Kobanê de şop û bîranîneke şer ên şervanan heye. Yek ji cihên girîng, sereke û nîşaneya serkeftina berxwedana Kobanê ye Qada ‘Jina Azad e’.
Berxwedana Kobanê rê li ber rizgarkirina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir
Piştî şikandina çeteyên DAIŞ’ê di Kobanê de, şervanên YPJ û YPG’ê biryara têkbirina çeteyan û rizgarkirina gel didin. Li ser vê bingehê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê dest bi pêngavên rizgarkirina bajarên di bin destê DAIŞ’ê de kirin. Berxwedana Kobanê bû çavkaniya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê û rêya ber bi rizgarkirin û avakirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekir. Lewra bi piştgiriya tevahî cîhanê roja 1’ê Mijadarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Dema Kobanê tê gotin, berxwedan, lehengî, destan û îradeyeke xurt ji polat tê bi bîrxistin. Di her şerî de dîrokeke tijî berxwedan û serkeftin tê nivîsîn. Yê ku vê dîrokê dinivîse şoreşger û têkoşerên azadiyê ne. Di 1’ê Mijdarê de “Roja Kobanê ya Cîhanî” ku berxwedêran xwe bi cîhanê dayî îspatkirin. Bi saya berxwedaniya YPG û YPJê Kobanê bo sembol û di cîhanê de deng veda. Gelek kes ji derveya welat beşdarî berxwedana Kobanê bûn û kiryarê DAIŞ’ê belge kirin. 1′ ê Mijdarê weke rojeke serkeftin tê pîroz kirin.






