Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi rêya Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bîrên civakî vejîn dikin’

30/10/2025
in JIN
A A
‘Bi rêya Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bîrên civakî vejîn dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Jinên ji pêkhateyên cuda diyar kirin ku Festîvala Çanda Neteweya Demoratîk hemû pêkhateyan vedigerîne bîrên wan ên civakî, çandî û dîrokî ku bi rêya wê jiyana dapîrên xwe vejîn dikin û rengê şaristaniya xwe bi hev didin naskirin.

Bi serpereştiya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê û hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, di 29’ê Cotmehê de 2’yemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk li Girê Mozan ê rojhilatê bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê di bin dirûşmeya “Bi Pirrengiya Çandên me em ê Sûriyayeke Demokratîk Ava Bikin” hatibû lidarxistin.

Festîval di nava xwe de civakên cihêreng ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hwd… dihewand, van civakan kelepûr, cil û xwarinên gelerî, sembolên çandî û civakî nîşan didan. Herwiha gelek komên cuda tevlî festîvalê bibûn ku tê de bi dîlan, stran û hwd…ên ji çand û dîroka wan e, dan pêşandan.

Festîvala Çanda Neteweya Demoratîk bîrên civakî vedibêje

Festîvala Çanda Neteweya Demoratîk, festîvaleke ne ji rêzê ye ku reng, çoş û atmosferekî cuda nîşan dide. Ev festîval hemû pêkhateyan vedigerîne bîrên wan ên civakî, çandî û dîrokî. Bi taybetî jin cudabûn û awayekî xwe di festîvalê de hebû ku nasnameya çanda xwe di rêya folklor û kevneşopên xwe de, dida pêşkêşkirin. Di heman demê de rengê jina demokrat bi civandina hemû jinên pêkhateyan dida diyarkirin.

Derbarê beşdarbûna jin di 2’yemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk de, jina Kurd, Ereb, Ermen, Suriyan û Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî ji Rojnameya me re axivîn.

‘Jiyana dapîrên xwe vejîn dikin’

Jina Kurd Gulîzar Ismaîl diyar kir ku festîval derfeteke ku ew mîrasên xwe bidin nîşandan û wiha got: “Festîval ne tenê rojek an jî komkirineke û derbas bibe, lê ji bo me derfeteke ku em mîrasê xwe tê de bidin nîşandan. Hem jî em jinên pêkhateyan, nasnameyên hevdû bi hev re nas bikin. Di heman demê de em bidin diyarkirin ku dapîrên me çawa jiyan dikirin û li ser çi çandê mezin bûn, ji bo wê em dixwazin her dem vê yekê vejîn bikin. Lewra di festîvalê de me karên destan û tiştên kevnare yên ayîdî çanda me Kurda ye,  pêşkêş kir.”

‘Festîval yekbûna pirrengiya çandên cuda ye’

Jina Ereb Mûna Elî Xilêwî da zanîn ku ew 2 car in tevlî Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk dibin û wiha anî ziman: “Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk nasnameya hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Aşûr û hwd… temsîl dike. Ev festîval yekbûna çanda ye ku her kes çanda xwe di nava berhemên beşdarî festîvalê kiriye, dide pêşkêşkirin. Em jin bi taybetî jî bi vê festîvalê serbilindin, ji ber ew rengê demokratîk ê ku herêm li ser hatiye rêxistinkirin, dide nîşandan. Ji xwe jin niha di hemû çalakî û festîvalan de cihekî xwe yê taybet heye, ji ber cihê jin lê hebe helbet wê awayên wê cuda be.”

‘Girînge mirov nasnameya xwe biparêze’

Jina Ermen Adrîn Mardo eşkere kir ku wan xwarinên gelerî yên pêkhateyên Ermenî amade kirin û di festîvalê de pêşkêş kirin û wiha pê de çû: “Festîvalên ku hemû pêkhateyên herêmê tîne gel hev, hestekî xweş li gel mirov dide avakirin, bi taybetî ji bo jin. Herwiha di nava festîvalê ji bilî karên destan, çil û berg û xwarin binavûdeng ên Eremî, dîlanên me jî hatin geradin û pêşkêşkirin. Ji ber ji bo me jin girînge ku mirov li ser nasnameya xwe ya çandî û civakî mezin bibe û wê nasnameyê biparêze, ya girîngtir jî wê winda neke.”

‘Rengê şaristaniya xwe bi pêkhateyên herêmê bidin naskirin’

Jina Suriyan Nadiya Hena diyar kir ku wan xwarinên bi şaristaniyê ve girêdayî ne amade kir û wiha bilêv kir: “Me di festîvalê de rengê şaristaniya welatê di navbera her du çeman û Aşûrî de, nîşan da. Em di gelek festîvalên wekî vê de beşdar dibin û ji bo Festîvala Çanda Neteweya Demoraktîk jî ev cara duyemîne ku em tê de beşdar dibin. Festîval bi awayekî baş hate amadekirin û atmosferekî xweş ava kiribû. Herwiha di rêya vê festîvalê de me xwest em şaristaniya xwe bi pêkhateyên herêmê bidin naskirin.”

‘Ruhê demokratî û biratiya gelan xurte’

Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî diyar ku wan 2’yemîn Festîvala Çanda Neteweya Demoratîk li Girê Moza yê bajarê Amûdê li dar xist û wiha got: “Di sala 2023’an de yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demoratîk li navçeya Til Birakê ya girêdayî bajarê Hesekê di 10’ê Mijdarê de hatibû li darxistin. Di her du festîvalan de jî hemû pêkhate rengê herêmê nîşanî cîhanê kirin û diyar kirin ku çiqas ruhê demokratî û biratiya gelan xurte. Di heman demê de ev ji bo me moral û danasîna çand û hunerê ye. Lewra festîval balê dikşîne ser şaristaniya herêmê û vejînkirina çandê, jin jî xwediyê vê yekê ye.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.