Esmehan Rêzan /Reqa
Meclisa Kombûna Jinan a Zenobiya li kantona Reqayê di çarçoveya kampanya “Bi Hevbendiya Jinan re, Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk û Nenavendî ava bikin”, li ser girîngiya tesbîta pêşwext a penceşêra sîngê li cem jinan semînnerek da.
Di çarçoveya kampanyaya xwe ya bi navê “Bi Hevbendiya Jinan re, Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk û Nenavendî ava bikin”, Meclisa Kombûna Jinan a Zenobiya li kantona Reqayê li ser penceşêra sîngê û girîngiya tespîtkirina pêşwext, li salona meclisê semînerek da.
Di semînerê de endamên komîteyên cûda yên kombûnê yên bajar û gundewarên wê amadebûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenobiya li kantona Reqa Ala El-Hesen axivî û wiha got: “Di dirêjahiya dîrokê de, jin di demên kevnar de nêzîkî xwezayê bû, xwarinên wê xwezayî û bê madeyên kîmyewî bû. Jiyana wê bi tevger û xebata laşê w ve girêdayî bû, ew dûrî zextên derûnî û aloziyên nûjen bû. Ji ber vê yekê, wê ji ew ji gelek nexweşiyên giran ku îro hene, parastî bû.”
Ala El-Hesen axaftina xwe domand û wiha got: “Pêşveçûna şêwaza jiyanê, guhertina reftaran û zêdebûna qirêjiya jîngehê bûye sedema belavbûna nexweşiyên giran û yek ji xeterttirîn û berbelavtirîn nexweşî di vê demê de penceşêr e, ku bûye bobelatek cîhanî. Kêşe, ne tenê ji ber dijwariya wê ya bijîjkî, lê herweha ji ber bandorên kûr ên derûnî, civakî û aborî jî derdikeve. Îro axaftina me ya li serpenceşêra sîngê jî ne belavkirina tirsê ye, lê belavkirina hişmendiyê ye, ji ber ku zanîn xeta yekem a parastinê ye.”
Di dewama semînerê de sedemên nexweşiyê û faktorên xetereyê yên bi wê re, celeb û qonaxên wê û rêbazên teşxîskirina wê û girîngiya îlaca pêşwext hate nîqaşkirin. Herwiha li ser rêbazên dermankirinê yên herî dawî jî nîqaş hat kirin.
Piştre semîner bi perwerdeya pratîkî ji hêla teknîsyena radyolojiyê Iman Al-Xalaf ve hate ravekirin û mekanîzmaya kontirolkirinê û girîngiya şopandina bijîjkî ya demkî hat vegotin.
Di dawiya çalakiyê de jinên beşdar derketin qada meclisê û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bi tifaqa Jinê re Sûriyeke azad, demokratîk, nenavendî ava bikin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, hatin berzkirin






