Birûc Resûl/Amûdê
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê, bi dûrişmeya ‘Bi pirrengiya çandên me, em ê Sûriyayeke demokratîk ava bikin’, 2’mîn Festîvala Çandên Neteweya Demokratîk li Girê Mozan ya girêdayî bajarê Amûdê hat lidarxist.
Bi armanca parastina kevneşopiyên çand û hunerî yên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ye Herêma Cizîrê, bi dirûşmeya ‘Bi pirrengiya çandên me, emê Sûriyayeke demokratîk ava bikin’ 2’mîn Festîvala Çandên Neteweya Demokratîk ya Herêma Cizîrê li Girê Mozan ya girêdayê bajarê Amûdê hat lidarxistin. Bi sedan ji pêkhateyên kantona Cizîrê bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî festîvalê bûn. Her wiha 4 konên ku di bin her yekî de çanda pêkhateyekê; Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hatine pêşkêşkirin, hatin vedan.

Festîvak bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat destpêkirin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Hesen Şero axaftin kir û di nava axaftinên xwe de diyar kir ku dewletên desthiledar her hewl dan ku çanda gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide tune kirin û wiha got: “Bi salên dirêj dewletên desthiletdar hewl dan ku çanda pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin tune kirin, lê li ruxmî hemû hewledanan ku ji bo çanda me were pişaftin, tekoşîneke bêhempa heya û heya roja me ye îro asta tekoşînê û girêdana bi çanda xwe zêdetir dibe. Her wiha em niha şad in ku îro festîvala Netewa Demokratîk tê lidarxistin. Ev yek dide diyarkirin ku pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çanda hemî pêkhateyan di nava xwe de dihewîne û qebûl dike.”

Her wiha li ser navê komîteya amedakar û danasîna Girê Orkêş Firyal Çolî axivî û tekez kir ku ew bi dilekî ger im Rêber Apo Silav û pîroz dike, ji ber ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro hemî pêkhate li hev kom bûne.
Komên stran û dîlanên floklorî yên di festîvalê de hatin pêşkêşkirin, ev in;
Koma Zîlan a muzîkê.
Koma Yersûsa stran û dîlanên pêkhateyên Suryanî.
Koma Durat Firat ya Muzîkê.
Koma Artusax ya Ermen.
Koma Hîlala Zêrîn.
Piştî bi dawîkirina koman, kesên ku berhem û amûrên kevneşop di festîvalê de pêşkêş kiriye, hatin xelat kirin
Tevlîbûna pêşangehên kevneşopî ya pêkhateyan
Di dewama çalakiyên festîvalê de, Pêşangeha Kevne Torî, pêşangeha stranên dengbêjî, pêşangeha pirtûkên dîrokî û çandî, her wiha nîşandana karê destan, nîşandana hespan, nîşandana tabloyên hunerî, nîşandana xwarin û cil û bergên gelêrî hatin pêşkêşkirin. Çalakiyên festîvalê bi stranên folklorî, di heman demê de bi govendên gerim bi dawî bû.






