Navenda Nûçeyan
Li Akademiya Şehîd Rizgar Wan a Dewreya Şehîd Serkêş Riha ya perwerdeya bîrdozî ya gaziyên şer bi sozdayînê bi dawî bû.
Dewreya Serkêş Riha ya Akademiya Şehîd Rizgar Wan di bin siya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya meha Îlonê bi beşdariya 26 gaziyên şer dest pê kiribû, bi sozdayînê bi dawî bû.
Di dewreya bi zimanê Kurdî de perwerde li ser esasê parêznameyên Rêbertî û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk hat meşandin.
Di perwerdeyê de dersên îdeolojîk ên weke dîroka jin-Jineolojî, rastiya jin û malbatê, rêjîma qeqîqetê, hevaltî, nirxên maddî û manewî, girîngiya perwerdeyê, Şerê Gelê Şoreşgerî, dîroka Rojhilata Navîn, rexne-Xwerexnekirin, Neteweya Demokratîk û hwd… hatin dayîn.
Piştî sozdayînê, gaziyên şer ên tevlî Dewreya Şehîd Serkêş Riha bûn, destnîşan kirin ku ji bo bikaribin ji pêvajoya nû ya Rêber Apo daye destpêkirin re bibin bersiv û pratîkeke serkeftî bi pêş bixin, tevlî perwerdeyê bûne û gotin, “Di pêvajoyeke wiha hestiyar de em hatin perwerdeyê. Me hêzeke mezin a fikrî û bîrdozî ji perwerdeyê girt. Bi taybet dema me Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xwendin û guhdar kir, me fêm kir ku weke gaziyên şer divê hîn bêhtir em bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin. Em ji bo pratîkeke serkeftî amade ne.”
Dewreya Şehîd Serkêş Riha bi tevlîbûna Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên eskerî-sivîl û xelkên herêmê bi şahiyeke bi coş bi dawî bû.





